Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin 2021-12-14 11:23:32   STENBOL - Ferhat Encu yê ji bo Hevserokatiya HDP’a Stenbolê hat bijartin anî ziman ku ew ê li ser stratejiya Rêya Sêyemîn dê muxalefeta civakî li derdora têkoşîna hevpar bicivînin û got: “Ew ê di siberojê de ew têk biçin û em ê jî bi awayek mezin bi ser bikevin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê roja yekşemê di 12’ê kanûnê de bi dirûşma “Niha dem dema HDP’ê ye” Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre bi beşdariya hezaran kes pêk hatibû û coşek mezin li pey xwe hiştibû. Di kongreyê de Ferhat Encu û Îlknûr Bîrol ji bo Hevserokatiya HDP’a Stenbolê hatin bijartin.    Ferhat Encu ji ajansa me re axivî û got: “Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin.”      ‘GEL XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKET’    Encû di destpêka hevpeyvînê de bal kişand ser astengiyên ku ji kongreya wan re hatine derxistin û got: “Astengiyên hatin derxistin û dixwestin derxin negihîştin mexseda xwe. Çimkî gelê me bi biryar û îrade ye. Gel xwedî li îradeya xwe derket. Gelê me bersiva pêwîst jî da, wan kesên ku negihîştin mexseda xwe. Tevî hemû zextan û astengiyan jî dîmenek bi heybet derket holê. Dixwazin HDP’ê bitepisînin, lê gelê me destûr nade viya. Tevî bi hezaran binçavkirin û girtin jî dîsa gelê me bo coş û ruhek mezin xwedî li îradeya xwe derdikeve. Bi xwedîderketina gelê re dozên wan dek û dolab wek doza Kobanê, doza girtina partiya me jî pûç bûne.”    ‘BEDELÊN MEZIN TÊN DAYÎN’    Encu destnîşan kir ku îqtidara şerxwaz dixwaze partiya bi milyonan kes ku bedelên herî mezin daye û hêj bedelên mezin dide bigire, lê wê ew mexseda wan jî negihîje serî. Encu got dixwazin HDP’ê bi agahî, dozname û gotinên viq û vala krîmînalîze bikin.    ‘GELÊ ME BERSIVA ERDOGAN Û SOYLÛ DA’    Encû destnîşan kir ku beşdariya kongerya wan di heman demê de bersiva gotina “tu mecalên wan nemaye” ya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û gotina “Kurd nefretê ji we dikin” a Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daye û got: “Beşdariya kongreya me ya zindî û berxwedêr nîşanî wê ferasete da ku ka mecal maye an nemaye û kurd nefretê ji kî dikin. Gelê me peyamek xurt da. Helbet ev heybetî ji bo me matmayîn bû, ji ber ku em beşdariya gelê xwe dizanin. Bo me ne suprîz bû. Me dizanibû wê wisa bibe. Xwe li coş û beşdariya gelê me negirtin û dest bi reşkirina me kirin. Çimkî em bi îqtidarek ku dixwaze kurdan û dostên wan tune bike re rûbirû ne. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin kongreya me ji bo Erdogan û ekîba wî têkçûyîn bû.”    ‘EM Ê BIKIN KU HÊJ AKP WINDA BIKE’    Encu anî ziman ku ji bo serdema nû ya pêşiya wan nexşerêya wan amade ye û wiha got: “Stenbol nîvî Tirkiyê ye. Tevahiya rengên Kurdistan û Tirkiyê li vî bajarî ne. Temsîla gelek gelan dike. Bajarê karker, kedkar, karmend û pîşesaziyê ye. Her wiha Stenbol bajarek ku muxalefeta civakî li kuçeyan e. Em ê ji bo pirsgirêkên kurdan, karker û gelan çareser bikin xetek polîtîk bişopînin. HDP di hilbijartinan de êdî rola xwe ya diyarker nîşan dide. Her dawî jî HDP’ê di hilbijartina xwecihî de rola xwe nîşan da. Stenbol mînaka vê yekê ye û HDP’ê kir ku AKP li Stenbolê winda bike. Em ê vê xebata xwe ya ku AKP têk biçe berdewam bikin. Em ê HDP’ê li vî bajarî û li vî welatî mezintir bikin. Em ê xebatek li gorî dilê gelê xwe bikin.”    STRATEJIYA RÊYA SÊYEMÎN    Encu bal kişand ser “Danezana Banga Demokrasiyê, Aştî û Edaletê” ku HDP’ê ragihandibû û axaftina xwe berdewam kir: “Me danezek ku pirsgirêkan tespît dike û çareseriyê ji pirsgirêkan re dibîne û perspektif pêşkêş dike weşand. Helbet em ji bo siyaseta ‘Xeta Sêyemîn’ xebatek bênavber dikin û birêve dibin. Avakirina Xeta Sêyemîn wê bi xwe re Tifaqek Sêyemîn bîne. Em wek HDP’ê pêşeng in  û li paş namînin. Em ê hewl bidin ku prensîbên di hundirê danezanê de pêk bînin û tifaqa hêzên demokrasiyê ava bikin.”    ‘EM Ê YEKÎTIYÊ AVA BIKIN’    Encu destnîşan kir ku ji bo ku muxalefeta civakî di çarçoveya prensîbên HDP’ê eşkere kiriye de were ba hev gelek hêviya wan heye û got: “Hemû aliyên civakî ji aliyê îqtidarê ve hatine cihêkirin. Gel hatiye feqîrkirin û mehkûmî birçîbûnê hatiye kirin. Lewma jî em dikarin di şexsê Stenbolê de yekîtiyekê ava bikin. Dema em vê li vir bikin, wê ev yek berbelavî hemû bajarên Tirkiyê bibe. Coş û heybetiya kongreya me bandorê li ser gelek bajarên Tirkiyê kiriye. Ji bo hemû muxalefeta civakî bûye moral. Ji ber vê yekê em Stenbolê bi nirx û girîng dibînin.”    ‘EM Ê SERKEFTINÊN MEZIN BÎNIN’    Encu diyar kir ku HDP bi sekna xwe ya nîşan dide ji bo sala nû peyam û hêviyê dide û gotinên xwe bi dawî kir: “Wê sala pêşiya me bibe sala serkeftinên mezin. Di heman demê de wê rîskên mezin jî hebin. Çimkî faşîzma heyî êrişên pir cidî bi ser HDP’ê ve tîne. Lê divê em li dijî van êrişan bi hêvî bin, têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Çimkî em heqîqetê temsîl dikin. Lewma em ê heqîqetê nîşan bidin û da ku ev rê me bibe serkeftinê. Em ê di sala pêşiya xwe de bikin ku vê feraseta faşîzmê têk biçe û biçe ser sergo. Bila gelê me div ê mijarê de bi hêvî be.”    MA / Mehmet Aslan - Dîren Yurtsever