HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê 2021-12-20 13:01:41   RIHA - HDP'ê gelê herêmê vexwend mitînga xwe ya "Niha dema edaletê ye" ku wê li Pirsûsê li dar bixe.    Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, derbarê mitînga xwe ya ku wê di 25'ê kanûnê de bi şîara "Niha dema edaletê ye" li Pirsûsê li dar bixe de li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê yê Bajar Omer Ocalan tevlî daxuyaniyê bû. Hevserokê HDP'a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, di civînê de axivî û diyar kir ku wê di 25'ê kanûnê de bi şîara "Niha dema edaletê ye" li Pirsûsê mitîngek li dar bixin û gelê herêmê vexwend mitînga ku li dar bixin.    'EM DENGÊ XWE BILIND DIKIN'   Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên li welat ji ber bêedaletiyê ne û wiha got: "Di 25'ê kanûnê de li Pirsûsê ji bo edalet, yekitî û jiyaneke azad mitîng heye. Em li bendê ne ku gelê Rihayê bê mitîngê. Bi gelê xwe re em li dijî neheqî, zilm û qrîza aborî dengê xwe bilind dikin. Ji ber vê mitîng ji bo me gelek girîng e. Li dijî bêedaletiyê em dengê xwe bilind bikin. Li dijî girtiyan êrişên mezin hene. Bêedaletî belavî her derê bûye. Ji bo vê em herkesî di 25'ê kanûnê saet di 12.00'an de vedixwînin mitînga li Pirsûsê."