Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin 2021-12-21 15:34:17 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ji bo di bingeha rêgezan de yekîtiyekê çêbikin wê serdana partiyên muxalefetê bikin û got: “Em ê sibê serdana Partiya Saadetê bikin. Hefteya pêşiya me jî em ê serdana serokên partiyên DEVA, Pêşeroj û CHP’ê bikin.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar da zanîn ku ew roj bi darybeyek nû hişyar dibin û got: “Ev darbe siyasî dibin, civakî dibin, aborî dibin lê roj nîne ku darbe nabe. Ev îqtidar xwe bi van darbeyan li ser piya digire. Xwe bi van rêbazan bi rê ve dibe. Duh bi şev darbeyek nû qewimî. Ev jî darbeya aboriyê ye. Di rojên dawî de dolar, Euro û zêr her ku diçe biha dibin. Lîreyê tirk jî nirxê xwe winda dike. Lê îqtidar bi israr polîtîkayên şaş ên aboriyê bi rê ve dibe. Vê îqtidarê ji xwe re rêbazek dîtiye. Tevahiya aboriyê xistine bin kontrola xwe. Lîreyê tirk û hemû aboriyê girêdane dovîzê. Ev kes îdia dikin ku xwecihî û xwemalî ne, lê niha jî hemû aboriyê girêdane pereyê biyanî.    Navê vê tam mandateri ye. Ev îqtidar bi van leyîstikên xwe welat ber bi pergalek û statûyek mandaterî ve dibe. Lê em ê vê pergal û diziya wan li her derê eşkere bikin û hemû kirinên wan derxin holê.”    Encama van polîtîkayên aboriyê yên vê desthilatdariyê feqîrtî, birçîbûn, xela û zilm e. Dibe ku vê modela wan dawî çend rojan li ber xwe bide lê ji bo çend rojan e. Wê ev modela wan pêk neyê.”   ‘LI DIJÎ XELKÊ ŞER BI RÊ VE DIBIN’    Sancar destnîşan kir ku daxwaziya wan jî ew e ku modelek baş û dirûst a aboriyê were eşkerkirin û berjwendiyên gel esas were girtin û xizmeta hiqûqi demokrasiyê bike. Sancar got helbet ên ku viya bikin ew bi xwe ne û lê ev îqtidar nikare bike û ji bo aboriyê digotin ‘me şerê rizgariyê da destpêkirin’ lê ev gotina wan tê wateya ku li dijî gel şer bi rê ve dibin û vî şerê wan xelkê feqîr dike û birçî dihêle.    ‘DIVÊ EM BIBIN YEK Û LI BER RABIN’    Sancar anî ziman ku ew bi rêbaza hevgirtin û yekgirtinê dikarin rê li ber vî şerê li hember gel bigirin û ew dikarin bi tifaqa demokrasiyê ya herî mezin gelê xwe rizgar bikin û ji bilî vê tifaqê jî tu rêyek din nîne. Sancar da zanîn ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe her cûre leyîstok û şerê îqtidarê xera bikin û teqez wê tifaqa demokrasiyê bi ser bikeve.    ‘ÇAVKANIYA ZILMÊ ÎQTIDAR E’    Sancar destnîşan kir ku AKP çi dike jê re wek meşru tê dîtin û ev yek wê wisa dewam neke û ew ji bilî zilmê tiştek nakin û çavkaniya hemû zilmê îqtidar e. Sancar diyar kir ku ew wek HDP’ê armanca wan ew e ku bi heqîqetê bi rê ve bibin û her tiştî ji bo gel bikin û dawî li pêrgala derew, talan û xwînê bînin û bûne pêşengê vê têkoşînê. Sancar anî ziman ku îqtidar dixwaze faşîzma xwe sazûman bike lê ew ê destûr nedin vê faşîzmê.   DOZA PIRTÛKXANEYA ÛMÛDÊ    Sancar bal kişand ser beraetkirina bersûcê Doza Pirtûkxaneya Ûmûdê ya Şemzînanê û sûcdar û kujer yek bi yek tên beraetkirin û ew ê ne Şemzînanê ne jî dozên din nedin jibîrkirin û wê rojek hesabê van leyîstikên tarî bipirsin.    ‘HER ROJ CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERDIKEVIN’     Sancar bal kişand ser mirin û zext û îşkenceya li girtîgehan jî û got: “Girtîgeh veguherîne kampên komkirinê. Îşkence û binpêkirinên mafan serî rakirine û derketine erşê esman. Her roj cenazeyek nû ji girtîgehan derdikeve. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, nayên berdan. Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan. Ev awayê înfaza bêdarizandin e. Di çend rojên dawî de 7 cenaze ji girtîgehan derketin û dibe îro jî ev hejmar zêde bibe. Em ê li dijî îşkence û binpêkirina mafan têbikoşin.”    HDP JI BO HER TIŞTÎ AMADE YE    Sancar destnîşan kir ku divê ew di serî de li dijî polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd û hemû ferasetên ewlekariyê derkevin û heke pirsgirêka kurd bi şiklek demokratîk were çareserkirin, dê aştiyek mezin a civakî pêk were û hemû rê derkevin aştiyê. Sancar got tenê lihevkirin ango pêkanîna aştiyê dikare bêhnek fireh bide vê axa birîndarkirî. Sancar anî ziman ku ew bang li hemû hêzên demokrasiyê, însanên xwedî wîjdan û însanên baş dikin ku ji bo aştiyê bikevin tevgerê û mil bidin milê hev û tevgera aştiyê ya mezin ava bikin. Sancar got ew wek HDP’ê ji bo vê yekê amade ne û çi bikeve ser milê wan ew amade ne.    ‘SALA 2022’YAN SALA SERKEFTINÊ YE’    Sancar da zanîn ku ew dibêjin ‘Em HDP’yî ne û li her derê ne’ û wê vê kampanyaya xwe berdewam bikin û ew bi hêvî ne ku wê sala 2022’yan bibe sala serkeftina bi destê wan pêk were. Sancar destnîşan kir ku kêliyek jî dema ku ew winda bikin û dereng bimînin nîne û divê heyamên pêşiya wan bibe heyamên serkeftin û pêkanîna edaletê, aştiyê û demokrasiyê û azadiyê.    SERDANA PARTIYÊN MUXALEFETÊ    Sancar anî ziman ku divê ew keştiya aştiyê, edaletê û demokrasiyê bigihînin bendergehê û wiha got: “Ji sibê û pê ve em ê pêşniyarên xwe yên li ser xalên bingehîn ên di asta çar partiyan û hevserokatiyê de pêşkêşî aliyên opozîsyonê bikin. Sibe em ê bi hevseroka xwe Pervîn Buldan re serdana Partiya Saadetê bikin. Hefteya bê em ê bi serokên Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Gel a Komarî (CHP) re hevdîtin bikin. Vexwendname ji me tê, armanca me ew e ku di her warî de li dora prensîbên bingehîn yekîtiyê peyda bikin. Xewna me ya windakirina wextê tune ye. Mafê kesî nîne ku li qada lîstikê ya ku ji hêla desthilatdariyê ve hatiye damezrandin bimînin. Ev welat yê me hemûyan e. Em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Wê sala 2022’yan bibe sala serkeftina me. Ez vê baweriyê bi rêzgirtin û hezkirin we hemûyan silav dikim.”