Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin 2021-12-23 13:34:39   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku HDP ji bo çareseriyê bi rola xwe radibe û got: “Ji bo em mîsyona xwe ya dîrokî pêk bînin me dest bi hevdîtinên çareseriyê kiriye.”    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.      Gunay di beşek civînê de bi kurdî jî axivî û bal kişand ser çareseriya pirsgirikên civakî ku dest bi hevdîtinan kirine.    ‘EM LI ÇARESERIYÊ DIGERIN’   Gunay derbarê hevdîtin ango serdanên ji bo partiyên muxalefetê dane destpêkirin de axivî û wiha got: “Pirsgirekên Tirkiyeyê berdevam dike. HDP ji bo çareseriya van pirsgireka rola xwe radibe. Cardin em ê ji bo gelan ji bo tevahî civaka Tirkiyeyê emê rola xwe bilîzin. Krîza aborî  bêsînor berdevam dike. Cardin ji bo çareseriya krîza aborî hem jî çareseriya nerêveberiya vê desthilatdariyê me bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kir. Me duh bi Saadetê re hevditîn pekanî emê hefteya peşiya me ji bi CHP, DEVA, Gelecekê re hevdîtinan pekbînin. Di van hevdîtinan de pêşniyaza me ya yekemîn hilbijartina pêşwext bê lidarxistin û ji bo vê yekê bi hemû muxalefetê re di parlamentoyê de em dixwazin pêşniyaznameyek amede bikin. Ji bo çareseriya qeyrana aborî jî pêşniyazên me hene û em van jî parve dikin.”   ‘HEPS Û ZÎNDAN BÛNE CIHÊ MIRINÊ’     Gunay bal kişand ser rojeva mirinên li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û wiha got: “Berpirsiyarên kuştinên li girtîgehan ev hikûmet e. Mijarek din jî di girtigehan pirsgirêk roj bi roj girantir dibe. Herî dawî li girtigeha Tekîrdagê girtiyek din jiyana xwe ji dest da. Ne malbata wî ne hevalên wî ne jî em vê kuştinê wekî întihar qebûl dikin. Em li hemberî van mirinan bi şik û gûman in. Desthilatdar  li hemberî girtiyan politikayê neyartiyê, tecridê û kuştinê dimeşine. Di salen 90’î de kuştinen kiryara wan ne diyar pek dihatin iro jî li heps û zindanan kuştina girtiyan pêk tê em van yekan qebûl nakin. Em bang li wezîrê  dadê dikin da berpirsiyariya pêk bîne û di vê warî de daxuyaniyek bide. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Em ev êrişên li ser girtiyan qebûl nakin.”