'2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê' 2022-01-01 09:14:04   RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku sala 2021'ê bi berxwedan û têkoşînê derbas bûye û got: "Divê em sala 2022'yan bi şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan û bi azadiya wî bikin sala serkeftinê."    Li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in dodome. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan tecrîda li Îmraliyê, serlêdanên ji bo hevdîtinê tên kirin û geşedanên di sala 2021'ê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    XWEDÎDERKETINA LI OCALAN   Parlementer Omer Ocalan, diyar kir ku sala 2021'ê di warê têkoşîna li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan saleke têkoşînê bûye. Ocalan, bal kişand ser meîa ku di 5'ê Çileyê de li Wanê li dijî tecrîda mutleq hat kirin û destnîşan kir ku ev meşeke girîng bûye. Ocalan, bibîr xist ku di sala 2021'ê de tevî pandemiyê jî Newroz bi coşeke mezin hatiye pîrozkirin û li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê têkoşîneke mezin rû daye. Ocalan, anî ziman ku di sala 2021'ê de ew hêrsa mezin a li dijî tecrîdê di Newrozê de veguheriye fînal, xwedîderketin û destpêkeke mezin. Ocalan got: "Di Newroza ku li gelek deveran bi coşek mezin hat pêşwazîkirin de, ya xwe da der Birêz Ocalan bû. Xwedîderketinek mezin hebû ji bo Birêz Ocalan. Xwedîderketina ciwan û jinan a ji bo Birêz Ocalan watedartir bû. Newroza 2021'ê bû sala xwedîderketina li Birêz Ocalan. Hêrsek mezin hebû li hemberî tecrîd û îzolasyonê."    HEVDÎTINA BI TELEFONÊ   Omer Ocalan, anî ziman ku tecrîd piştî Newrozê jî dewam kiriye û got: "Piştî Newrozê, di 25'ê Adarê de, bi rêya telefonê hevdîtinek bi Birêz Ocalan re hat kirin. Telefonî malbatê kirin û telefonî malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê kirin. Malbat çûn edliyeyên bajarên lê ne. Em jî ji bo pêwendiyê bi Birêz Ocalan re deynin çûn Edliyeya Rihayê. Hevdîtineke kurt bû. Hevdîtin di nîvî de hat qutkirin. Me ji wan re got hevdîtin di nîvî de qut bûye, lê rayedaran got hevdîtin ev qas e. Ev hevdîtin pir hat nîqaşkirin. Gotinên Birêz Ocalan ên di vê hevdîtina kurt de girîng bûn. Got ', meseleya me ya li vir meseleyeke hiqûqî ye, meseleyek siyasî ye. Divê kes berbayî vê nekeve.' Birêz Ocalan, xwestibû demildest parêzerên wî bên cem wî. Ev tişt ji birayê xwe MEhmet ocalan re gotin. Û ev yek di bara raya giştî de bû cihê bertekan. Ji ber ku hevdîtin di nîvî de hat qutkirin û paşê nehat kirin li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û bertek hatin nîşandan."    LI EWROPAYÊ BERTEK   Ocalan, destnîşan kir ku bertekên gel li herêmê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, perçeyên din û Ewropayê veguherîne hêrseke mezin. Ocalan got: "Gelê me yê li Ewropayê li ber CPT, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û navendên dinên girîng bertekên xwe nîşandan. Her wiha ji bo saziyên Ewropayê ji bo tecrîdê tevbigerin zor dan saziyan. Di 2021'ê de têkoşîneke girîng hat kirin, lê hê jî tu pêwendî bi Birêz Ocalan û hevalên cem wî re nayê danîn."    BIRYARA KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ   Ocalan, bal kişand ser serlêdanên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civakî Û Hiqûqî (TOHAV), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî ku serî li Komîteya Wezîran a KOnseya Ewropayê dabûn û behsa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Ocalan de ku di sala 2014'an de dabû. Ocalan got: "Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, diyar kir ku cezayê muebeda giran û cezayê muebedê yê li Tirkiyeyê li gor mewzûatekê bê sreerastkirin û ji bo vê muhlet da. Mirovên girtî xwedî 'mafê hêviyê ne' ku bi hêviya wê rojekê derkevin.   TÊKOŞÎN LI DIJÎ QANÛNÊN ÎMRALIYÊ   7 sal bi şûn de, di navbera 31'ê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev yek daxilî nav rojeva xwe kir. Ji Tirkiyeyê hejmara kesên cezayê muebeda girankirî û cezayê muebedê li wan hatine birîn xwest. Ji bo vê jî heya Îlona 2022'yan muhlet da Tirkiyeyê. Daneyên têkildarî vê xwestin. Tirkiyeyê hişyar kir ku heya wextê hatiye diyarkirin divê qanûnên di vî warî de sererast bike. Her wiha bi awayekî qismî be jî bang li CPT'yê kir ku peywira xwe bîne cî. Ji lew re li Îmraliyê binpêkirinek mafan a mezin heye û hiqûq nayê şixulandin. Hema bibêje qanûnên Îmraliyê ketine dewrê. Ev yek ne niha wisa bûye, 23 sal in wiha ye. Dê di meha Sibatê de têkeve sala xwe ya 24'an. Ev gotinên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê girîng in. Çendî dereng mabe jî biryareke girîng e. Ji bo vê jî divê gelê kurd û dostên wan zorê bidin Tirkiyeyê û ji bo vê çalakiyan li dar bixin. Dixwazim destnîşan bikim ku divê asta siyaseta demokratîk hîn bêtir bê bilindkirin."    ŞIKANDINA TECRÎDÊ BIVÊNEVÊ YE   Ocalan, anî ziman ku ew malbata Ocalan, malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş li Meclîsê serdana Koma HDP'ê kirine û daxuyanî dane û got: "Me serdana ÎHD, TÎHV û OHD'ê jî kir. Me ji ber xebatên wan ew pîroz kirin û me got divê ev xebat hîn bêtir bên kirin. Li Îmraliyê binpêkirineke mafan a pir mezin heye û êdî tecrîda li Îmraliyê di dawiya sala 2021'Ê de li tevahiya girtîgehan belav bûye. Her kes baş dizane ku li vî welatî cezayê dradakirinê tune ye, lê bi awayekî fiîlî li girtîgehan cezayê dardakirinê tê pêkanîn. Di mehekê de 7 mirov di zindanan de jiyana xwe ji dest dan. Bêqanûnîtî, bêhikimxtiya li Îmraliyê êdî li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê tê pêkanîn. Tecrîd li ser hemû kesên li derve jî tê pêkanîn. Şikandina tecrîdê ji bo demokrasiya welêt, azadiya Kurdistanê bivênevê ye.    PÊWENDÎDANÎNA BI OCALAN RE   Di çaryeka ewil a sedsala 21'ê de dibe ku Rojhilata Navîn ji nû ve şikil bigire û veguhere rejîmên hîn dîktatortir. Lewma em dixwazin divê êdî Birêz Ocalan pêwendiyê bi derve re deyne. Em dibêjin divê fikirên xw eragihîne gel. Di demeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û şer kûr bûne de pêdiviya me bi fikirên Birêz Ocalan hene. Dikare modelekê deyne ber gelê kurd, nasnameyên cuda yên li Rojhilata Navîn. Ev jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bivênevê ye. Tenduristî û jiyana Birêz Ocalan û tecrîda tê pêkanîn  girîng in. Demildest duvê ev tecrîd bê şikandin û piştî şikandina wê êdî divê azadiya wî bê nîqaşkirin."    Ocalan, destnîşan kir ku gelek rê û rêbazên ji bo azadiya Ocalan hene û got: "Dibe ku demekê di hepsa malê de jî bimîne. Ev dibe Amed be, dibe Riha be. Li bajarekî guncan dibe. Divê em vê yekê bidin ber nîqaşan. Ji bo di demên pêş de rol û rista xwe bilîze divê şert û mercên din bên afirandin."    DIVÊ SALA 2022'YAN BIBE SALA AZADIYÊ   Pcalan, anî ziman ku sala 2021'ê bûye cihê têkoşînên mezin û di vê salê de jî bedêlên giran hatine dayîn û tecrîd dewam kiriye. Ocalan got: "Ji bo em bi hêvî li 2022'yan mêze bikin, divê em têkoşînê bilindtir bikin û azadiya Birêz Ocalan nîqaş bikin. Li welatn YEkîtiya Ewropayê asta herî bilind a cenzayê muebedê 24 sal in. Êdî divê Tirkiye jî vê yekê di ber çavan re derbas bike. Ji bo pêşeroja gelan, ji bo jiyaneke hevpar êdî divê Birêz Ocalan di şert û mercên azad de siyasetê bike, di şert û mercên azad de fikirên xwe bi gelan re parve bike. Tişta herî zêde bi kêrî gelên Rojhilata Navîn bê ev e. Ji tecrîdê wêdetir, divê sala 2022'Yan bibe sala azadiyê. Em vê yekê bi awayekî pir aşkere datînin rastê. Ev, ewilî dibe ku li bajarekî hepsa malê be. Di rojên pêş de jî bi rê û rêbazên guncan divê em çewisandina li ser Birêz Ocalan rakin.   DENGDERXISTIN   Tecrîda li ser Birêz Ocalan tenê Birêz Ocalan û hevlên li cem wî eleqedar nake. Ev tahde êdî bandora xwe li her derî dike. Hema bibêje êdî biye korerêyeke welêt. Ji bo ku dewlet dev ji vê rêbazê berde divê em jî bi rê û rêbazên demokratîk zorê bidinê. Divê em siyaseta demokratîk çalaktir bikin. Divê em diyar bikin ku encam bi kesên bêdengkirî û civakeke bêdengkirî nayên girtin. Divê tevahiya civakê li ber vê bêhiqûqîtiyê û bêqanûntiyê deng derxîne."    'DI 2022'YAN DE DIVÊ AZADIYA OCALAN BÊ NÎQAŞKIRIN'   Ocalan, diyar kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tê hîskirin û ev tecrîd bandorine pir mezin li Tirkiyeyê dike.   Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan got: "Maliyeteke wê ya aborî, maliyeteka wê ya siyasî û civakî heye. Rewşa Birêz Ocalan, ji kesayetiya wî zêde divê em bi awayekî berfireh esas bigirin. Li Kurdistanê rastiyeke şer heye. Rageşî û pevçûn hene. Şerekî ku li gor daneyên dewletê ji sala 84'an ve didome heye. Maliyetên aborî û mirovî yên vê yekê hene. Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran gund hatine valkirin û şewitandin. Ji sala 2005'an ve bi dehan navçe û bajar hatin valakirin. Ê ku nizanibe ku yê vê meseleyê ji holê rake Birêz Ocalan e, her hal dê ev yek safîtiyek pir mezin be. Hûn çareseriyê bi mirov an jî muxatabên ku hûn pê reşer dikin re dikin. Lê tu rabî biçî li Moskova, li Washîngton, li Soçiyê li çareseriyê bigerî, dê ev tiştekî ku yeqînê jê neyê bi xwe be. Ji bo meseleya kurdî bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin rasterast divê pêwendî bi Birêz Ocalan re bê danîn. Divê ev mesele bi awayekî cidî bi Birêz Ocalan re bê nîqaşkirin. Lê divê neyteke ekartkirin, tasfiyekirin û ewarekirinê ya van hevdîtinan tune be.    SALA SERKEFTINÊ   Çendî ev yek di sala 2013-2015'an de hatibe astekê jî, lê mixabin encam negirt. Mirovên li herêma Behra Reş, li herêma Behra Spî û li herêma Marmarayê jî bandor ji vê digirin. Tevahiya Kurdistanê bi salan e bandorê ji vê digirin. Em jî ji bo ev yek dmeildest bi aştî û demokrasiyê bê çareserkirin, ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin, ji bo azadiya Wî bê nîqaşkirin, ji bo girtiyên siyasî yên di zinadanan de demildest bên berdan divê em sala 2022'yan wekî sala serkeftinê îlan bikin. Divê em li Tirkiyeyê bi feraeteke siyasî pêwendiyekê bi tevahiya civakê re deynin û muqawemetekê çêbikin. Helbet xebatên ku heya niha hatine kirin, çalakiyên ku heya niha hatine lidarxistin girîng in, hêja ne û vê yekê hanîne astekê. Lê divê em di sala 2022'yan de vê yekê bînin asteke hîn bilidntir û encamekê bi dest bixin."    BERPIRS DEWLET E   Ocalan di berdewama axaftina xwe de got: "Mijareke hesas jî temenê Birêz Ocalan e. Dê Birêz Ocalan bibe 73 salî. Temenê hevalên li cem wî jî mezin dibin. Ger pirsgirêkeke tenduristiyê, pirsgirêkeke jiyanî rû bide berpirs dewlet e. Berpirsiyarî ya rayedarên dewletê û rayedarên hikûmetê ye. BErpirsê vê serokkomar e, Wezîrê Dadê ye. saziya înfazê ya Îmraliyê girêdayî kîjan saziyê be berpirs ew e in. Tenduristiya Birêz Ocalan çawa ye? Jiyana wî di çi astê de ye? Em bi van tiştan nizanin. Em dibînin ku dewlet di vî warî de ji bo peywirên xwe bi awayekî nerewa tevdigere. Divê bi awayekî cidî li ser vê yekê jî bê sekinandin. Her wiha hêla wê ya civakî, siyasî û meseleya kurdî jî divê di asteke pir cuda de têkeve ber nîqaşkirinê. Ji bo ku Birêz Ocalan jî di vê pêvajoyê de rol û rista xwe bi awayekî herî baş bilîze, divê di sala 2022'yan de şert û mercên azadiya wî bên peydakirin."    MA / Mujdat Can