Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin 2022-01-02 13:06:04   ENQERE - Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl bi daxwaza îxrackirinê sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Navendî ya HDP’ê hat kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkera kir ku Hevşaredarê Gêla Amedê Mûstafa Akkûl bi daxwaza îxrackirina teqez sewqî dîsîplînê hatiye kirin. HDP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hevşaredarê me yê Gêlê Mûstafa Akkûl ji ber gotin, helwest û tevgerên xwe yên li dijî polîtîkayên partiya me û rêgezên me yên rêveberiya herêmî, bi daxwaza îxrackirina teqez sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Navendî hat kirin. Dema pêvajoya dîsîplînê ya derbarê Akkûl de temam bû wê encam û naveroka mijarê ji raya giştî re were parve kirin.”