HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe 2022-01-03 15:50:49   ÊLIH - Rêxistina HDP’a Êlihê, ji bo kongreya ku dê di 16’ê Çileyê de li dar bixin banga tevlîbûnê kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, têkildarî 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî ku dê bi dirûşmeya “Em HDP’yî ne li her derê ne. Niha dema HDP’ê ye” di 16’ê Çileyê de li dar bixe, li avahiya xwe daxuyanî da. Aktivîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û endamên Komîsyona Kongreyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevberdevkê Komîsyona Kongreyê Azad Esîn têkildarî xebatên xwe yên du mehan agahî dan û wiha got: “Em bang li hemû kesên ku dilê wan li ser azadî, aşitiya adil û bi rûmet, wekhevî, kesên jiyan û edaleta mirovahiyê dixwazin, yên ku dixwazin demokrasî û azadiyê qezenc bikin, yên ku rêya jiyan û azadiya baweriyê diparêzin û li hemû gelê xwe dikin ku hêz û mil bidin HDP'ê.”