Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin 2022-01-04 15:01:39   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe ku malbatên girtiyan jî tevlî bûn de ev tişt got: "Li dijî siyaseta darbestan a li girtîgehan a desthilatê em ê siyaseta xwe ya jiyanê bi awayekî xurt bidomînin."    Xizmên girtiyên nexweş û girtiyen ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, bi armanca ku ku xizmên wan bên berdan û tedawîkirin û hin serdanan bikin, hatin Enqerê. Xizmên girtiyan ku ji Wan, Amed, Şrinex,  Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Siirt, Edene û Stenbolê hatin Enqerê destpêkê tevlî Komcivîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Xizmên girtiyan bi laçikên xwe yên spî tevlî komcivînê bûn û dûrişmeya "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di komcivînê de axivî û têkildarî mijarên di rojevê de bi awayekî berfireh nirxandinan kir.    SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ   Di destpêka axaftina xwe de Bûldan sala nû li tevahiya gelên Tirkiyeyê pîroz kir û ji ber salvegera mirina wî siyasetmedarê kurd Mûrat Bozlak bi bîr anî. Bûldan, xêrhatina malbatên girtiyan ku tevlî komcivîna wan bûn jî kir û ev tişt got: "Me saleke tarî ku Pergala Hikûmeta Serokkomariyê bi me da jiyandin derbas kir. Ji ber polîtîkayên desthilatê, sala 2021'an bû sala ku hilweşandinên siaysî, aborî, civakî li pey hev pêk hatin. Di salê de zext li hemû beşên civkê hatin kirin. Di serî de Pirsgirêka Kurd desthilatê hemû pirsgirêkan mezintir. Binçavkirin, girtin çêbûn û li girtîgehan sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Siyaset hat astengkirin, tecrîd hat kûrkirin û bêtehemelî û dijminahiya li dijî kurdî û kurdan zêde bû."   'ŞEWITANDINA ÎNFAZA POLÎTÎKYA DÎLGIRTINÊ YE'   Di berdeamê de Bûldan, destnîşan kir ku ji bo bihîstina dengê xwe malbatên girtiyan di wan de ne û wiha axivî: "Hûn bi xêr hatin. Rexmî raporên "nikarin li girtîgehê bimînin" jî girtiyên nexweş terkî pêvajoya mirinê tên kirin. Ji ber vê di meha kanûnê de 6 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Îro bi awayekî fîîlî cezayê darvekirinê li girtiyan ferz dikin. Şewitandina înfazan derveyî hiqûqê ye û polîtîkaya dîlgirtinê ye. Bêguman tiştên pêk tên ji polîtîkaya tecrîda giran a li Îmraliyê ne serbixwetir in. Em ê pêşiya van bêhiqûqiyan bernedin. Di bin navê întiahrê de girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Em ê şewitandina înfazan bişopînin û têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin."   DIVÊ DAWÎ LI SIYASETA DARBESTÊ BÊ    Bûldan, bangî Wezareta Edaletê kir û ev tişt anîn ziman: "Ez ji vir bangî Wezareta Edaletê dikin; guh bidin qêrina malbatan. Demildest dawî li pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan bînin! Beriya ku sibê bibe derengî destpêkê Aysel Tûglûk ji bo hemû girtiyên nexweş rêya berdan vebikin. Nebin sedemê mirinê. Dawî li şewitandina înfazan bînin. Li gorî hiqûqê tevbigerin. Hiqûqa neyartiyê tiştekî bi Tirkiyeyê nade qezenckirin. Dev ji vê berdin. Li dijî siyaseta darbestan a li girtîgehan a desthilatê em ê siyaseta xwe ya jiyanê bi awayekî xurt bidomînin. Bangî muxalefeta siyasî û raya giştî ya demokratîk jî dikim ku li siyaseta jiyanê xwedî derkevin."   Piştre Bûldan derbarê êrişa li dijî avahiya partiya wan a navçeya Bahçelîevlerê, operasyona bi ser DÎAYDER'ê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tê kirin, qrîza aborî, daneyên enflsayonê û zêdekirina mûçeyê karmend û teqawîtan û hilbijartina pêşwaxt de jî nirxandin kir û gelek rexneyên tund li desthilata AKP'ê kir.   XIZMÊN GIRTIYAN   Piştî axaftina Bûldan li ser navê xizmên girtiyan Hakki Boltan mafê axaftinê girt. Boltan ku bi xizmên girtiyan re axivî, ev tişt got: "Em xizmên girtiyan ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine Enqerê. Sedema hatine me weke ku ji navê me jî diyar e; em zarokên xwe yên nexweş dixwazin. Em naxwazin zarokên me li girtîgehan terkî mirinê bên kirin. Em naxwazin komîsyonên çavdariyê biryarên dadgehan xera bikin û cezayên nû bidin. Em dixwazin bêedaletiya li zarokên me bê çareserkirin. Em ji bo tevahiya Tirkiyeyê vê dixwazin. Em difikirin ku çavkaniya qrîzên bingehîn ên li Tirkiyeyê vê bêedaletiyê ye. Partî û rêxistinên sivîl muxatabê me ne. Em hatine ku vê mijarê bi desthilatê re biaxivin. Em dibêjin ku kerem bikin randevû bidin me em vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo ku bû sedem em dengê xwe bidin bihîstin em spasiya HDP'ê dikin. Ne tenê bi partiyên siyasî em ê bi rêxistinên sivîl re jî hevdîtinan bikin. Em dixwazin li dijî vê bêedaletiyê zarokên me ji girtîgehan bên derxistin. Ji niha ve em spasiya kesên ku wê piştgirî bidin me dikin. Ji ber ku saziya bingehîn a edaletê Wezareta Edaletê ye em jê randevû dixwazin.   'EM EDALETÊ DIXWAZIN'   Piştî axaftina Boltan xizmeke girtiyan a din axivî û ev tişt got: "Heke em wekhev bin em dixwazin ji Wezîrê Edaletê gotina "Em wekhev in an na" bibihîzin. Banga me li Wezîrê Edaletê ye, bila bersiva me bide. Em Edaletê dixwazin."