Gunay: Ocalan temînata aştiyê ye 2022-01-08 16:05:19   MÊRDÎN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di kongreya HDP’a Qoserê de axivî û diyar kir ku temînata aştiyê Ocalan e û wê di sala 2022’yan de îqtidarê têk bibin.    Rêxitina HDP’ê ya Navçeya Qosera Mêrdînê Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li eywanek dawetê ya li navçeyê pêk hat û gelek kes beşdar bûn. Beşdaran dirûşmên ji bo xwedî derketina girtiyan berz kirin. Hilbijartina dîwanê pêk hat û pişt re deqîqeyek rêz hat girtin.    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di destpêka axaftina xwe de sê jinên siyasetmedar ên li Parîsê û sê jinên siyasetmedar li Silopiya hatin qetilkirin bi bîr anî û ew ê her li têkoşîn û mîrasa hevrêyên xwe jin derkevin. Gunay bal kişand ser zext û zordariyên li ser HDP’ê û got girseya li vir carek din dide nîşandan ku kes nikare HDP’ê bigire û qedexe bike. Gunay destnîşan kir ku HDP temînata demokrasiyê, aştiyê, edalet, aştî û wekheviyê ye.    ‘OCALAN TEMÎNATA AŞTIYÊ YE’    Gunayu bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha got: “Ji ber şerê heyî ku derketiye asta herî jor, li girtîgehan binpêkirinên mafan diqewimin. Sedema herî mezin jî kûrkirina tecrîda li Îmraliyê li dijî birêz Ocalan e. Di serî de gelê kurd û tevahiya dostên gelê kurd dibêjin temînata aştiyê birêz Ocalan e û kes nikare dengê aştiyê yê li Îmraliyê qût bike.”    ÎQTIDAR LI ÇÛYÎNÊ YE    Gunay anî ziman ku îqtidara AKP-MHP’ê li ber çûyînê ye û ew ê di sala 2022’yan de bi têkoşîna xwe îqtidarê têk bibin.    Piştî axaftina Gunay raporên faaliyet û malî hatin xwendin. Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Fatîh Ozturk û Aysel Ayav ji bo hevserokatiya navçeyê hatin bijartin.