Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin 2022-01-10 17:50:15   ENQERE - Derbarê parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel de têkildarî wêneyên beriya 8 salan hatine kişandin bi lez û bez fezleke hat amadekirin.    Derbarê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan Semra Guzel de piştî ku wêneyên bi Volkan Bora yê PKK’yî re kişandibûn di çapemeniyê de cih girtin, fezleke hat amadekirin. Fezlekeya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê parlementera HDP’ê ya Amedê de amade kir, şand Wezareta Dadê. Tê payîn ku fezlekeyê bişînin Lijneya Giştî ya Meclîsê.    Guzel a HDP’î diyar kiribû ku wêne di sala 2014’an de hatine kişandin û aydê serdema pêvajoya çareseriyê ne. Guzel, diyar kiribû ku nayê qebûlkirin ku wêneyên 5 sal berê hatine desteserkirin, bibin bingeha sûcdarî û hewldanên komployan û destnîşan kiribû ku li dijî kampanyaya lînçkirinê û sûcdariyên qirêj ên ku rastiyan nîşan nade dê rêyên hiqûqî bi kar bîne.