HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike 2022-01-22 14:05:05   ENQERE - HDP'ê bal kişande ser Ramazan Turan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û nedana wesayîta cenaze û got: ''Desthilat dijminatiyê li miriyên kurdan jî dike.''   Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsiyar e Umît Dede bi daxuyaniyeke niviskî bal kişand ser Ramazan Turan ê li Girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da. Dede diyar kir desthilata AKP-MHP'ê polîtîkaya zilm û îşkenceyê li zindanan girantir dike, cezayê darvekirinê yê nixumandî li ser bi hezaran girtî dibire.   'DESTHILATDARÎ DIJMINATIYA KURDAN DIKE'    Daxuyaniya ji aliyê Umît Dede ve hat belavkirin wiha ye:  ''Rejîma Qesrê ji  7 saliyan bigire heta bi 70 saliyan gelê Kurd bi 'terorîstî' radigîne, di dijminatiya kurdan de sînoran nas nake. Ramazan Turan ê 70 salî ku bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' rehîn hatibû girtin li Girtîgeha Wanê şehîd bûye û bi Turan re di nav van 2 mehan de 8 cenaze ji girtîgehê derketine, li gorî daneyên ÎHD'ê hijmara girtiyên nexweş 6 caran li xwe zêde kiriye.   Bi van kirinên dermirovî, derî hiqûq û aşkere sûc e, dijminatî li miriyên Kurdan jî dikin'' û bi bîr xist qeyûm wesayita cenaze nedaye, nehiştine ku cenaze li nexweşxanê were şûştin, melayê ku bang lê hatî kirin ji bo ku were ser cenaze bi hinceta ku ji Diyaneta Tirk destûr nestandiye nehatiye. Ev nêzîkatî nîşaneya qelsbûnê ne, dûrketina ji mirovahiyê ye, pişaftina nirxên dînî û sincî ye. Em ê li dijî vê pergala bêehlaq û zilmê têkoşîna xwe mezintir bikin û bidomînin."