Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev 2022-01-23 17:31:45   EDENE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ku di kongreya partiya xwe ya Edenê ku gel li eywanê bi cih nebû de axivî, diyar kir ku bêyî HDP'ê li Tirkiyeyê nikare hevsengiyek bê avakirin.    Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Edenê, 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywana dewetê ya li bajar li dar xist. Li eywana dewetê ku bi alên HDP'ê hat xemilandin pankartên "Tecrîdê sûcê mirovahiyê ye" , "Wê jiyana nû qezenç bike" , "Ji bo kedkar û karkeran HDP" û "Em xwedi li çand û zimanê xwe derdikevin" hatin vekirin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûçû parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan û Kemal Pekoz, dayika Hevseroka Giştî ya berê HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Mehmet Arslan, nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajar jî di nav de bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn.    Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û di kongreyê de li ber muzîkê govend hat gerandin. Di govendê de timik dûrişmeyên “Biji berxwedana zindana” û “Biji Serok Apo” hatin berzkirin.    TECRÎD   Di kongreyê de destpêkê Hevserokê HDP'a Edenê Mehmet Karakiş axivî. Piştî Karakiş parlamenterên HDP'ê Fatma Kûrtûlan û Kemal Pekoz jî axftin kirin. Kûrtûlan û Pekoz jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser êrişên li dijî partiya xwe û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku tecrîda polîtika şer e.    BEYÎ HDP'Ê HEVSENGÎ NABIN   Herî dawî Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ku di kongreyê axaftin kir. Olûç, di axaftina xwe de bal kişand ser zextên ku li partiya wan tê kirin û got ku bêyî HDP'ê li Tirkiyeyê nikare hevsengiyek bê avakirin.    RÊVEBERIYA NÛ DIYAR BÛ   Piştî axaftinan raporên malî û xebatê hatin xwendin û piştre ji bo hevserokatiya HDP'ê ya Bajar dengdan hat kirin. Di encama dengdanê de ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Bajar a Edenê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş hatin hilbijartin.