'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn' 2022-01-31 13:46:26 RIHA- Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku divê Ocalan êdî azad bibe û gotinên Erdogan bi bîr xist û ev tişt got: "Rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Ocalan ku hevdîtina wî ya bi parêzerên û malbata wî re tê astengkirin, di 22 salan tenê 442 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye. Ji sala 2011'an heta 2019'an Ocalan bi parêzerên xwe re 5 hevdîtinan kiriye. Ji 25'an adara 2020'an agahî ji Ocalan nayê girtin. Herî dawî ji ber gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan ên derbarê wî de Ocalan ket rojeva siyaseta Tirkiyeyê. Ocalan, di komcivîna partiya xwe de angaşt kiribû ku wê Ocalan ji Demîrtaş hesab bipirse. Piştre jî di weşaneke zindî de Erdogan, li ser pirseke derbarê mijarê de ev tişt gotibû: "Divê mirov wî ji Abdullah Ocalan bipirse."     Biraziyê Ocalan û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, tecrîd û daxuyaniyên Erdogan nirxand.    AXAFTINA LI SER NAVÊ OCALAN   Omer Ocalan, daxuyaniyên Erdogan ên li ser navê Ocalan bi bîr xist û da zanîn ku Ocalan di 26'ê hezîrana 2014'an de gotiye ku bila kes li ser navê wî neaxive û wiha got: "Bersiva Erdogan a "Divê ji Ocalan bê pirsîn" rast e. Erdogan rast dibêje. Belê divê ji Ocalan bê pirsîn. Hemû mijarên ku Ocalan eleqedar dikin divê ji Ocalan bên pirsîn. A rast ev e. Di vê hevsengiyê de axaftina li ser navê Ocalan şaş e. Belê wê Ocalan bê axaftin. Wê muxalefet jî biaxive. Desthilat û hemû kesên ku li Rojhilata Navîn xwe weke hêz dibînin jî wê biaxivin. Lê ya ne rast axaftina li ser navê Ocalan e. Divê derfetên ku Ocalan nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike bên avakirin. Weke malbat û siaysetmedar em daxuyaniyên ku bibin sedema tevlîheviyê qebûl nakin."   'KURD QEBÛL NAKIN'   Ocalan, bi lêv kir ku hemtecrîd pêk tînin hem jî li ser navê Ocalan diaxivin û ev tişt anîn ziman: "Gelê kurd vê qebûl nake.Li welat bêsiyaset û rizandin heye. Derketina ji vê rewşê bi Îmraliyê pêkan e. Ocalan hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Tirkiyeyê modelek pêşkêş kiriye. Deriyên siyasetê vekiriye û li her derê balê kişandiye ser jiyan û siyaseta jiyandinê. Derbarê pirsgirêkên siyasî û rojane de axaftina li ser navê Ocalan ne rewşeke ehleqî ye. Banga me li Erdogan; bila bi awayekî vekirî biaxive. "   'DAXUYANÎ GIRÎNG E LÊ NE TÊRKER E'   Di berdewama axaftina xwe de Ocalan derbarê daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya "Rêya demopkrasiyê di Amedê re derbas dibe" de axivî û wiha pêde çû: "Daxuyanî girîng e lê ne têrker e. Pirsgirêka Kurd bêyî Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan nikare bê nirxandin. Ocalan aktorekî polîtîk e. Ji aliyê kurdan ve weke sermuzekerevan tê nîşandan. Ocalan xwst şerê 35 salan rawestîne û ji bo vê têkoşiya. Di encama vê têkoşînê de di navbera 2013-2015'an de kes nemir. Ji 5'ê nîsana 2015'an ve tecrîda li ser Ocalan didome û pevajoyek şer heye. Divê hesab ji berpirsyarên vê bê pirsîn."   Ocalan, di dawiya axaftina xwe de jî got ku rakirina tecrîdê têr nake divê êdî Ocalan azad bibe.    MA / Emrûllah Acar