Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike 2022-01-31 15:52:34 ENQERE – Alîkara Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derheqê binçavkirina ciwanên ku bi kurdî strîn û hatine binçavkirin de axivî. Beştaş strana ‘Yara min a bedewe’ striya û got: “Kes nikare kurdî qedexe bike.”    Alîkara Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş civîna çapemeniyê ya meclisê li dar xist. Beştaş qala guherandina wezîr û burokratan a bi Biryarnameyan kir û diyar kir ku ev burokrat di nîvşevekê de ji peywirê hatine girtin.   Beştaş diyar kir ku dema sersibehekî ji xew hişyar bûyîn, dîtin ku wezîreke nû yê edaletê hatiye tayînkirin û wiha got: “Serokekî nû yê TUÎK’ê jî heye. An nîvşevekê yan jî sersibehekî em hîn dibin ku burokrat ji peywirê hatine girtin. Di esasê xwe de ev, encama pergala ku desthilatiyê di tarîtiyê de fetisandî ye.”    ‘EDALET JI PEYWIRÊ HATIYE GIRTIN’   Di berdewamê de jî Beştaş got ku di esasê xwe de ne wezîrê edaletê lê edalet bi xwe ji peywirê hatiye girtin û wiha domand: “Edalet ne li ser kar e. Ji bo domandina bêedaletiyê, wezîr têne guherandin. Ji ber ku di her qada jiyanê de bêedaletî heye. Ev guherînên dawî nîşaneya rageşî û aloziya di navbera desthilatiya AKP’ê û şirîkê wê MHP’ê ye. Guherandina wezîran ji ber hevsengiyên navxweyî ye. Ne duh edalet hebû û ne jî niha heye. Biryarên DMME’yê, jinên her roj tên kuştin, jinên rastî tundiyê tên, cenazeyên ji girtîgehan derdikevin an jî rojnameger û siyasetmedarên girtî nayên nîqaşkirin. Di rewşeke wiha de tu wezîr bi têrî pergala bêedaletiyê nakin.”    GUHERANDINA SEROKÊ TUÎK’Ê   Meral Daniş Beştaş piştre jî qala guherandina serokê TUÎK’ê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Guherandina serokê TUÎK’ê wek têkoşîna li dijî enflasyonê dihesibînin. Nikarin pêşî li bihabûn û enflasyonê bigirin. Daneyên heyî yên bihormon jî nikarin bi gel bidin qebûlkirin. Guherandina serokê TUÎK’ê jî mîna ya wezareta dadê ye ku dixwazin gel bixapînin. Ketine halê bêhalan ku di nîvşevekê de burokratên di bin fermana xwe de diguherînin. Hefteyek beriya aşkerakirina daneyên enflasyonê, serokê TUÎK’ê hat guherandin. Ev jî nîşan dide ku dê daneyên heyî manîpule bikin.”   SANSÛRKIRINA ÇAPEMENIYÊ   Beştaş da zanîn ku giştînameya çapemeniyê derketiye û wiha berdewam kir: “Giştînameyeke ecêb e. Giştînameyeke derhiqûqî û binpêkirina makeqanûnê ye. Erdogan xwe li ser makeqanûnê re dibîne. Xwe girêdayî makeqanûnê nabîne. Di halê hazir de li gorî makeqanûneke derbeyê jî serokomar nikare di mijara mafên bingehîn de biryarnameyan derxîne. Di xala 28’emîn a makeqanûnê de tê gotin ku çapemenî azad e.”   DIJMINATIYA LI ZIMANÊ KURDΠ   Beştaş bal kişand ser zimanê kurdî û axaftina xwe wiha xelas kir: “Di vê navberê de bûyerekî gelek girîng qewimî. Lê ji ber ku kurd û kurdî ne di xema wan de ye, çapemeniya giştî cih neda vê bûyerê. Komeke ku li Taksîmê stranên kurdî digotin hatin astengkirin. Polîsek dibêje, ev dever tevek ji min tê pirsîn. Gelo ev kes hêza xwe ji ku digirin? Ev yek, encama dijminatiya li dijî kurdan û kurdî ye. Bi ser dawetên kurdan de digirin, stranên kurdî tên qedexekirin. Hûn nikarin van zimanên qedîm qedexe bikin. Ji Colemêrgê heta Îzmîrê ev stranên kurdî dê li her deverê bên gotin. Hûn çawa dikarin stranên miletekê bi milyonan qedexe bikin? Ziman, yek ji parçeyên herî girîng ên hebûna mirovekî ye. Bi mebesta protestokirina vê helwestê, ez ê çarînekî ji wê strana duh hatiye astengkirin bistirim. Ziman, hebûna me ye. Ziman, pêşeroja me ye. Em ê zimanê xwe her tim biparêzin.”   Beştaş piştre jî strana ‘yara min a bedewe’ striya.