Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin 2022-02-03 13:21:38 AMED - KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê bi daxuyaniyekê hevpar bang kirin û gotin: “Hevkariya bi dijminên kurdan re dê bi tu kesî nede qezenckirin.”  Kongeya Civakên Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Buroya Peywendiyan a Navenda Giştî ya DBP’ê têkildarî geşedanên siyasî yên dawî û êrişên hewayî yên Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan.       Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û da zanîn ku Tirkiye dixwest li bajarê Hesekê DAIŞ’ê dîsa zindî bike lê ev armanca wê hasil nebûye. Berdan diyar kir ku piştî têkçûna vê armancê, Tirkiyeyê vêcarê jî bi hemwextî bombe li Mexmûr, Şengal û Dêrikê barandine û wiha domand: “Weke ku hûn jî dizanin, Wargeha Mexmûrê di bin mîsogeriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Wan jî daxuyanî dan. Ev êriş nayên qebûlkirin.”    'HEVKARIYA BI DIJMINÊN KURDAN RE BI WE NADE QEZENCKIRIN’    Di berdewamê de jî Ozturk bal kişand ser hevdîtina Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re û wiha got: “Birêz Barzanî demekî kurt piştî êrişan bi serokomar re hevdîtin kir. Divê gel û partiyên Başûr vê rastiyê baş bibînin; ya ku niha tê kirin, dijminatiya li kurdan e. Xelkê Mexmûr, Şengal û Rojava bedel dan û DAIŞ têk bir. Heke hûn îro van hevdîtinan bikin, wê demê em jî dê bibêjin ev êriş bêyî we nehatiye kirin û hûn jî şirîkên vê êrişê ne. Dê li Dêrik, Mexmûr û Şengalê komkujî bên kirin lê hûn ê rojek piştre biçin bi êrişkaran re hevdîtinê bikin. Ev, nayê qebûlkirin. Hevkariya bi dijminên kurdan re dê tiştekî bi we nede qezenckirin. Di vir de ya girîng, seknekî hevpar e. Em tenê dikarin bi van seknên hevpar tiştekî bi dest xwe ve bînin. Em careke din van êrişan şermezar dikin. Hewceye sazî û dezgehên navdewletî jî li dijî van êrişan dengê xwe derxînin.”    ARMANCA ÊRIŞAN    Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz jî da zanîn ku Tirkiye ji van êrişan armanc dike ku destkeftiyên kurdan têk bibe û ev nirxandin kir: “Bi taybet jî Mexmûr, Şengal û Dêrik hatine hilbijartin. Ji ber ku van navendan li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dan. 21 caran bombe li Şengalê barandine. Armanca ji vê êrişê, temamkirina fermana 74’emîn e. Lê belê xelkê Şengalê ji bo pêşîlêgirtina fermana 74’emîn dê li ber xwe bide û serî netewîne. Em bi gelê Şengalê re ne û van êrişan şermezar dikin.”    'ARMANCA ÊRIŞAN DESTKEFTIYÊN KURDISTANÊ NE’   Bi domdarî jî Aydenîz bi bîr xist ku di êrişên 2014’an ên DAIŞ’ê de xelkê Mexmûrê Hewlêr parast û wiha got: “Ev destkeftiyekî Kurdistanî bû. Lewma bi vê êrişê, destkeftiyên Kurdistanî armanc hatiye girtin. Her wiha DAIŞ’ê têkçûna xwe ya duyemîn li Dêrikê jiya bû. Sedema hedefgirtina Dêrikê jî ev e. Yên ku digotin ‘Kobanê dê bikeve’, 10 rojek berê xwestin DAIŞ’ê li Hesekê dîsa zindî bikin. Lê ev plan têk çû û bi van êrişan xwestin tola vê têkçûnê hilînin. Di serdemeke ku çar parçeyên Kurdistanê ber bi statûyê ve diçin de, Tirkiyeyê bi vê êrişê hewl da tişta ku DAIŞ’ê nîvco hiştibû temam bike. Em dîsa dibêjin ku dê têkoşîna gelê kurd bidome û heta ev destkeftiye mayînde dibin jî dê bidome. Di heman demê de em 121 şehîdên li Hesekê ku ji bo mirovahiyê şehîd bûyîn jî bi rêzdarî bi bîr tînin.”   PIRSGIRÊKA KURD   Herî dawî jî Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek axivî û ev tişt anî ziman: “îktîdara AKP-MHP li ber têkçûnê ne. AKP dê nekare xwe ji vê têkçûnê rizgar bike. Em li dilê Kurdistanê Amedê bang li gelên Tirkiyeyê dikin, pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Neçareserkirina vê pirsgirêkê bi xwe re xizanbûna gel û kedkaran tîne. Êrişên heyî me neçar dike ku bi hêzên demokrasî û azadîxwaz ên Tirkiyeyê re têkoşîneke hevpar ava bikin. Tenê heke em yekitiya xwe ava bikin dikarin bi ser kevin. Em ê bi vî rengî bersiva van êrişan bidin.”