Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye 2022-02-04 09:06:34 ENQERE - Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku armanca êrişên Tirkiyeyê jinûvezîndekirina DAIŞ'ê ye û berpirsekî van êrişan jî Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe ye.  Bertekên li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Kampa Mexmûrê û bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku êrişên hewayî yên Tirkiyeyê piştî têkşikîna DAIŞ'ê ya li Hesekê pêk hatine. Hatîmogûllari, bilêv kir ku bi êrişa li ser Girtîgeha Sînaayê hatiye xwestin ku DAIŞ ji nû ve bê zîndekirin û got: "Gava êrişî Girtîgeha Sînaayê hat kirin, derket holê ku DAIŞ'î ji herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de çûne wir. Di heman demê de ji bo pêşî li alîkariya ji Kobanê dihat kirin jî bê girtin SÎHA hatin bikaranîn. PIştî vê 3 herêm hatin bombekirin. Ev hemû girêdayî hev in."    ÊRIŞÎ XWESERIYÊ DIKIN   Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ev êriş li hemberî xweserîtiya kurda ye û got: "Armanca êrişên hewayî, jinûvezîndekirina DAIŞ'ê ye. Wateya vê jî, operasyoneke li dijî gelê kurd e. Ger DAIŞ ji nû ve bê zîndekirin dê zirarek mezin bide gelên herêmê."    BERPIRS RÊVEBIRIYA HERÊMÊ YE   Hatîmogûllari, destnîşan kir ku di operasyonên derveyî sînor de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Rêvebiriya Herêmê ya Kurdistana Federe û got: "Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe û Hikûmeta Navendî ya Iraqê. Divê bi tu awayî li ber van operasyonên welatiyên wan tê de tên qetilkirin bêdeng nemînin û rê li ber wan venekin. Em di heyameke wisa de ne ku divê ji her wextê bêtir gelê kurd alîkariya hev bike. Li Iraqê li hemberî kesên ku gelê kurd bera hev dide, yekîtî û piştevanî bivê nevê ye."    Hatîmogûllari bal kişand ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barazanî û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku piştî êrişan bi rojekê hevdîtin pêk anîbûn û got: "Ji berê de diyar bû ku dê Barzanî bê Tirkiyeyê. Lê piştî van êrişan bi rojekê hatine wî tesaduf e ne tesaduf e nizanim. Lê di vir de berprisiyariya mezin dikeve ser milê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe. Divê mudaxileyên ji derve bi tu awayî neyênq ebûlkirin."    BÊDENGIYA NAVDEWLETÎ   Her wiha Hatîmogûllari bêdengiya raya navdewletî jî rexne kir û got: "Di êrişa li ser Dêrikê de gundek hat bombekirin. Li vî gundî sivîl dijîn. Lê raya cîhanê, komîsyonên NY'yê, rêxistinên navneteweyî di vî warî de tu gavan navêjin. Di mirina sivîlan de tenê gava li gor berjewendiyên wan be hêzên navdewletî dengê xwe derdixin. Lê gava mesele tê ser kurdan, wekî ne di 'kategoriya sivîlan' de bin tevdigerin. Ev dijî mafên mirovan e. Ê ku dimire kî dibe bila bibe, divê liv û tevger li gor vê bin. Ez bang li tevahiya saziyên mafên mirovan ên navneweteyî dikim ku di vî warî de hesas tevbigerin."    MA / Bêrîvan Altan