'Dayîna dengan xwedî derketina li vîna xwe ye' 2017-09-21 13:08:22 QAMIŞLO - Rêvebera Buroya Jinê ya PYD'ê  Beşîra Derwîş têkildarî tevlîbûna jinan a nava hilbijartinên komunan de axivî û wiha got: "Banga min ji tevahî jinên bakurê Sûriyê re heye ku rola xwe di hilbijartinan de bilîzin û dengê xwe bidin. Dayîna dengê xwe tê wateya ku jin li îradeya xwe xwedî derdikevin."    Komun bingehê avakirina civakeke wekhev, exlaqî û polîtîk e. Ji bo ku ev yek jî pêk were li Bakurê Sûriyê di 22'yê Îlonê de wê hilbijartinên hevserokatiya komînan werin lidarxistin ku ji niha ve jin bi awayekî aktîv xwe ji bo vê gavê amade dikin. Rêveberiya buroya Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Beşîre Derwîş têkildarî mijarê nirxandin kir.   'FEDERALÎ LI ROJHILATA NAVÎN  PROJEYA NÛJEN E'   Rêveberiya buroya Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Beşîra Derwîş diyar kir ku projeya Federaliyê li Rojhilata Navîn projeyeke nûjen e û wiha got: "Projeya Federaliyê li welatên rojava li gelek cihan hatiye avakirin û bi ser ketiye. Lê ev proje ji bo Rojhilata Navîn projeyekî nû ye. Ji bo Bakurê Sûriyê jî tecrûbeyeke nû ye.  Wekî her kes dizane niha amadekariyên hilbijartina hevserokatiya  komînan tên kirin ku ev jî yek ji gavên bingehîn ên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Êdî gel jî ji bo ku navê xwe qeyd bikin û dengê xwe bidin komîna xwe berê xwe didin cihên qeydkirina  navan û kartên xwe digirin.  Ew kart jî hêviya her kesî ye. Her kes hêviya xwe di komînê de dibîne. Bi  taybetî jin, ji ber ku komîn bingehê federaliyê ye."   Derviş, di dewama axaftina xwe de da zanîn ku gel bi coş e ji bo hilbijartinan û piştgiriya xwe nîşan didin û wiha pê de çû: "Ne tenê gelê rojavayê Kurdistanê ji bo hilbijartinan bi coş e, eşîrên ereban û gelê bakurê Sûriyê jî piştgiriya xwe ji vê gavê re heya dawiyê nîşan didin. Ji ber ku cihên herî bi ewle ku her kes ji ber şer berê xwe didiyê Rojava-Bakurê Sûriyê ye.  Ev pergala Federaliya Demokratîk bûye hêviya tevahî gelê Sûriyeyê. Navên ku ji bo hevserokatiya komînan jî hatine qeydkirin hejmara wan zêde ye.  Ev jî cihê kêfxweşiyê ye ku hejmara navên qeydkirî ji hejmara hatibû xwestin zêdetir e.   'PERGALA HEVSEROKATIYÊ PERGALA WEKHEVIYA JIN Û MÊR E'    Derwîş, ji bo nerîna partiya xwe ya li ser hilbijartinan û pergala hevserokatiyê wiha axivî: "Em weke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yekemîn partî bûn ku me di kongreya xwe ya 5'emîn a awarte ya sala 2012'an de pergala hevserokatiyê pêk anî û pejirand. Ev gav jî bi armanca wekheviya di navbera jin û mêr de hate avêtin. Li ser vî bingehî buroya jin a xweser a jinên PYD'ê hate vekirin û pê re jinan li hemû qadan xwe bi rêxistin kir. Yanî pergala hevserokatiyê jî ji bo jinan gaveke pir mezin bû ku bikaribe di gelek qadan de cihê xwe bigire û rêveberiyê bike."   'Divê hemû jin tevli bibin'   Beşîrayê herî dawiyê bang li tevahî jinan kir ku rola xwe di hilbijartinên komînan de bilîzin û wiha got: "Jinên ku tevli xebatên hilbijartinê dibin  hejmara wan ji ya mêran pirtire, ev jî gaveke pir mezin e. Banga min ne tenê ji jina kurd, banga min ji tevahî jinên bakurê Sûriyê re heye ku rola xwe di hilbijartinan de bilîzin û dengê xwe bidin. Dayîna dengê xwe tê wateya ku jin li îradeya xwe xwedî derdikeve. Hemû jin ji bo avakirina Sûriyek demokratîk û federal destê xwe bidin hev û bi hev re kar bikin. Jin gelek caran rastî êş û zehmetiyan hatine, lê tevî wê jî her dem li ber xwe dane. Ji bo wê divê em jî xwedî li vê berxwedanê û li nasnameya xwe derkevin."   PARTIYA YEKEM TEV LI RÊVEBERIYA XWESER BÛN E    Seroka partiya yekîtiya Lîberal ya Kantona Cizîrê Ebîr Hesaf jî derbarê Federaliya Bakûrê Sûriyê de axivî û wiha got: "Em wekî partî bûn partiya yekemîn a ku tevlî projeya damezirandina rêveberiya xweser bû. Piştî damezirandina rêveberiya xweser ya di sala 2014'an de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hat damezrandin. Em hem ji bo jinên Sûriyeyê, hem ji bo MSD'ê û hem jî ji bo federaliya demokratîk ku di sala 2014'an de hat damezrandin bi tevlibûnek girseyî rabûn."   Hesaf, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Em wekî Partî ji bo ku pirsgirêka kurdan a li bakurê Sûriyeyê bê çareserkirin dixwazin ku pergala federaliyê bi ser bikeve û ji ber vê yekê jî hemû kesên ku li Bakûrê Sûriyê dijîn, divê her kes xwe di hindirê van hilbijartinan de bibîne. "