Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e 2022-02-06 17:56:40 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di daxuyaniya salvegera avakirina BMG’de axivî û got: “Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e. Divê em li dijî polîtîkaya tecrîdê rabin û ji holê rakin."        Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bi minasebeta damezrandina xwe ya salvegera yekemîn û krîza aborî bi dirûşma “Li hemberî vê pergalê, li dijî birçîbûn û xizaniyê em ê bibin yek û em ê bi ser bikevin" li Îskeleya Beşîktaş û Kadikoyê daxuyaniya çapameniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglu û Hevserokê Gîştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu û gelek nûnerên sazî û BMG'ê tevlî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê da pankarta “Em mecbûrî vê pergalê nînin, li dijî birçîbunê, xîzaniyê em ê bibin yek em ê bi ser bikevin" hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    'HEYA GELÊ KURD AZAD NEBE GELÊ TIRKIYÊ JÎ AZAD NABE'   Di daxiyaniyê da Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku Hêzên Têkoşîna Yekbûyî li dijî faşîzma tê xwestin li Tirkiyê li pêş bikeve hatiye avakirin û got: "Îktidara AKP-MHP'Ê hebûna xwe li ser dijminahiya gelê Kurd ava bike û dixwaze faşîzma xwe rêxistin bike. Gelê kurd çawa 40 sal e têkoşîna xwe mezin kir û çawa ji bo azadkirina xwe Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyê tekoşîn dide, wê li dijî vê faşîzmê jî têbikoşe."    Aydenîz axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Îro li Kurdistanê şerêkî taybet tê meşandin. Kurdistan mîna dagirkerî û polîtîkayekî kolonyalîst tê birêvebirin. Dixwazin deskeftiyên gelê kurd were desteserkirin. Li çar parçeyên Kurdistanê şerekî qirêj heye, ev şer îro jî li Tirkiyê alozî û krîz kûr kirine. Îro krîza aborî, siyasî û civakî her mezintir dibe. Sedema hemû krîzên Tirkiyê tecrîda li Îmraliyê ye û şerê li Kurdistanê ye. Heya gelê kurd azad nebe gelên Tirkiyê jî wê azad nebe. Heya pisgirêken gelê kurd bi demokrasiyê neyê çareserkirin û demokrasî neyê Tirkiyê. Ji bo vê yekê xebata tekoşîna hêzên yekbûyî xebatekî grîng e.”    'KURDISTAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ Û ZEMAN RABÛYE SER PIYAN'   Aydeniz diyar kir ku li her deverên Tirkiyê ciwan, jin, kal û pîr, kedkar li hember faşîzmê tekoşîna xwe mezintir dikin û got: “Îro li Kurdistanê li Bazîdê, Geverê û Qoserê xelk li dijî faşîzm û zeman radibe ser piyan. Ev polîtîkayên şer û dijiminatiya gelê kurd, tecrîdê kûrtir dike. Dixwazin bi tecrîde rêya îmralîyê bê birîn."    ‘YÊ KU ÇARESERÎ PÊŞKEŞ DIKE OCALAN E’   Aydenîz bi dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ev tecrîd îro li hemû deverên Tirkiyê belav bûye. Heya tecrîd neyê şikandin, demokrasî nayê Tirkiyê. Krîz aloziya herî mezin diqewime. Kesê ku çareserî pêşkeş dike brêz Ocalan e. Ji ber vê yekê çiqas ji destê wan tê tecrîda li îmraliyê giran dikin. Hewce ye ku em li dijî polîtîkaya tecrîdê tekoşina xwe bikin yek û mezin bikin. Li zindanan sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin."