Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike 2022-02-10 10:12:58 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku di encama têkiliyên ferdî û qirêj ên Erdogan û Barzanî de Tirkiye hatiye qonaxeke ku li Başûrê Kurdistanê hebûna dewleteke federal jî qebûl nake û PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike.  Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava, Şengal, Wargeha Penaberan a Mexmûrê û têkiliya PDK’ê û Tirkiyê û mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand.    XEYALA AKP’Ê YA NEO-OSMANΠ   Bayindir anî ziman ku êriş DAIŞ’ê ya li dijî Girtîgeha Sînaayê hêz û dewletên li dijî kurdan anî ba hev û got: “Divê nemaze rola rejîma AKP-MHP’ê baş were nirxandin. Rejîma Erdogan ji sala 2011’an vir ve bi xeyala neo-Osmanî û ji bo hedefên din ên mezin ket Rojava. Niha qonaxa em gihîştinê neserkeftina Tirkiyê û Erdogan xwe dide nîşandan. Wê polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê li ser vê xetê biçe. Di meha cotmehê de hilbijartina li Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêk hat, hêj bi tu awayî hikûmetê ava nekiriye. Ji ber hêzên siyasî yekîtiya xwe ava nakin, hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi awayek cidî bi bêîstîkrariyê re rûbirû maye. Rejîma AKP’ê jî vê vediguherîne fersendê û ji bo tunekirinê êrişî Şengalê, Mexmûrê û Rojavayê Kurdistanê dike. Dixwaze sivîlan ji van herêman koçber bike, bêînsan bihêle û lewma êrişên bombebaranê pêk tîne.”    ‘KURD LI DIJÎ REJÎMÊ LI BER XWE DIDIN’    Bayindir diyar kir ku Tirkiye li aliyekî dixwaze statûya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Tirkiyê tasfiye bike li aliyê din jî di nava lêgerîna dixwaze xwe di warê siyasî û leşkerî de li navendên hundirîn ên Iraqê bike hêz û tevgera kurd jî demek dirêj li dijî vê tundî û hegomonyaya Tirkiyê li ber xwe dide.    Bayindır wiha berdewam kir: “Yek ji hêzên ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê derbeke giran li polîtîkayên Erdogan xist, berxwedana gelê kurd e. Rastiya Tirkiye û Erdogan a bi konsepta ku hin navendên vê berxwedanê bi awayekî cidî tasfiye bikin heye. Ya ku hemwext li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê û tevahî Başûrê Kurdistanê hatiye hedefgirtin jî ev e. Êrişên hewayî yên bênavber bi taybetî li Şengal û Mexmûrê tên kirin. Ne tenê hefteya borî, lê ji sala 2019’an vir ve. Rejîma Erdogan di dema pêş de wê bixwaze di vê siyaset û stratejiyê de israr bike. Em di wê baweriyê de ne ku stratejiya Erdogan bi taybetî li Iraq û Başûrê Kurdistanê wê têk biçe. Desthilatdariya ku ji ber têkçûna ku di hundir de jiyaye nikare xwe bidomîne, hewl dide siyaseta hundir li gorî polîtîkaya derve dîzayn bike. Rastiyeke wiha li pişt hedefgirtina her tim li Mexmûr û Şengalê ye.”   ‘TÊKILIYÊN QIRÊJ DERKETIN HOLÊ’   Bayindir hevdîtina Erdogan û Nêçîrvan Barzanî ya li Enqereyê bi bîr xist û got: “Daxuyaniya Erdogan a piştî hevdîtinê, têkiliya rêveberiya PDK'ê û hikûmeta AKP'ê ya herî hêsan û zelal eşkere kir. Erdogan di daxuyaniyên xwe de nirxandinek kir ku statûya hikûmeta federal a Başûrê Kurdistanê nekiriye, nas nake û diyar nake. Îro di encama têkiliyên ferdî, tarî û qirêj ên Erdogan û Barzanî de, Tirkiye hatiye qonaxeke ku li Başûrê Kurdistanê hebûna dewleteke federal jî qebûl nake. Ev rewş ji bo kurdan nayê qebûlkirin. Em ê li hemberî vê di asta herî jor de bertekên xwe bidomînin.    ‘PDK DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD PÊŞKÊŞ DIKE’    Bayindir di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Statûya ku bi hezar û yek bedelê hat dayîn, îro ji aliyê Tirkiyeyê ve bi destên malbata Barzanî tê binpêkirin. Bêyî alîkariya PDK’ê ya ji bo rejîma AKP-MHP’ê ya ku berxwedana kurdê azad a li dijî siyaseta hegemonya û şer dike hedef û di polîtîkayên xwe yên li dijî tecrîdê de israr dike, ev êrişên li Başûrê Kurdistanê ewqas berfireh nedibûn. Tevahiya hebûna Başûrê Kurdistanê bêfonksiyon dike. Yê ku vê êrişê rewa dike, derî vedike û desteka herî mezin dide, rêveberiya PDK’ê bi xwe ye. Bi pêşengiya malbata Barzanî destkeftiyên gelê kurd ên li Başûrê Kurdistanê diyarî rejîma AKP-MHP’ê tê kirin. Her wiha hevdîtina Erdogan û Barzanî ne pêwendiyeke sazî, siyasî û dîplomatîk a di navbera her du hêzan de ye, ew rastiya PDK’ê ye ku bi stratejî û fermana dewleta Tirkiyê re dişêwire ye.”    BÊDENGIYA HÊZÊN NAVDEWLETΠ   Bayindır destnîşan kir ku hem hêzên herêmî û hem jî yên navneteweyî hewl didin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Bayindir bi bîr xist ku di vê demê de têkiliyên her hêz û aktorekî ji hev cuda ne û wiha got: “Rastiya ku Îran, Rûsya û Çîn wek blok di vê pêvajoyê de cih digirin, diyar dike ku Tirkiye bi rastî jî bûye objeyek ku polîtîkayên gelek hêzên navneteweyî tê de ne û parve kirin. Helbet Tirkiye li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî xwediyê hin armanc û stratejiyan e, lê ji van rêgezên dîplomatîk ên navneteweyî û binpêkirinên li qada hewayî ya ku bi tevahî hiqûqê têk biriye, tê fêmkirin ku hêzên navneteweyî bi taybetî di pêkanîna siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn de piştgirî didin Tirkiyê. Em dibînin hêzên navnetewî rola Hespê Trovayê didin Tirkiyê. Li pişt bêdengiyê ev rastî heye. Sedemeke wisa heye ku li gel ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane jî ji aliyê cîhanê ve tu bertek nayê nîşandan û ev rastî jî heye ku Tirkiye 700 kîlometre ketiye qada leşkerî. Em nikarin vê têkiliyê tenê di hevkêşeya dij-kurdatiyê de bisînor bikin. Dema em li tabloya giştî ya Rojhilata Navîn dinêrin, bi taybetî hêzên herêmî û cîhanî xwedî plan û program in ku ji bo sedsaleke din Rojhilata Navîn ji nû ve ava bikin.”   ‘BERXWEDANA KURDAN WÊ NÎŞAN BIDE’    Bayindir anî ziman ku Tirkiye di pêkanîna van planan de hatiye bikaranîn, lê belê hebûna tevgera kurd li Başûrê Kurdistanê van polîtîkayên bi vî rengî bêbandor kiriye û got: "Lewma jî ev berxwedan bi xwe ye ku li pişt krîz, kaos û pevçûnên dijwar ên heyî ye û stratejî, siyaset û siyaseta welatan dixe nava krîzê. Di dema pêş de gelê kurd li hemberî van polîtîkayên dijminatiyê wê berxwedanek xurtir bide nîşandan û hem li Iraq û hem jî li Başûrê Kurdistanê dê belav bibe.”    TÊKOŞÎNA HEVGIRTΠ   Bayindir da zanîn ku êdî rejîm hatiye deşîfrekirin û wiha dewam kir: “Di sala 2022’an de ev desthilatdarî digihîje qonaxeke ku nikare xwe êdî bi rê ve bibe. Kurd dema vê têkoşînê dimeşînin, ne bi tena serê xwe, bi hemû gelên bindest û kedkar re, perspektîfeke bi hev re tevbigerin dide der. Dema em li pêkanînên rejîmê dinêrin, hemû êriş nîşan didin ku bi yekitî û hevgirtinek têkoşînê em dikarin di sala 2022’an de ji gelên Tirkiye û Kurdistanê re mizgîniya azadî û demokrasiyê bidin.”   MA / Firat Can Arslan