Aydenîz: Di pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e 2022-02-12 17:01:41 EDENE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ku di civîna gel a navçeya Ceyhanê de axivî, bal kişand ser israra polîtîkayên tecrîdê ya AKP’ê û MHP’ê û wiha got: “Di pirsgirêka kurd de muxatab Birêz Abdullah Ocalan e.” Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya xebatên 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî ku dê di 27’ê Sibatê de were lidarxistin, bi tevlîbûna Hevserokên xwe yên Giştî Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir li navçeya Ceyhana Edeneyê civîna gel li dar xist. Dayikên Aştiyê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Aslan, dayika Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, gelek nûnerên partiyên siyasî û welatî beşdarî civîna ku li avahiya Rêxistina HDP’a Ceyhanê pêk hat bûn. Welatî li eywana ku pankarta “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hat daliqandin bi cih nebûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di civîna bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, diyar kir ku pevajoya niha tê de derbas dibin ji bo gelê kurd û Kurdistanê gelek girîng e û wiha got: “Heta ku em têkoşîna xwe ya azadiyê bi encam dikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Aydenîz, diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi sedan salan, îro bi destê AKP’ê û MHP’ê ve tê birêvebirin û wiha berdewam kir: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê li ser dijminatiya gelê kurd xwe dide ava kirin û di vî warî de şerî jî kûr dikin. Lê em vê jî dibînin çawa ku desthilatên heta niha pirsgirêka kurd çareser nekirin têk çûn wê desthilata AKP’ê û MHP’ê jî têk biçe. Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin qeyranên siyasî, aborî û civakî mezin dibin.”   ‘TECRÎD LI HEMÛ WELAT BELAV BÛ’   Aydenîz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda ku li ser Îmraliyê dest pê kir niha belavî hemû civakê bûye.” Aydenîz a têkildarî muxatabbûna pirsgirêka kurd de jî nirxandin kirin û wiha domand: “Di pirsgirêka kurd de muxatab Birêz Ocalan e. Tevî ku hemû cîhan vê dibîne jî AKP û MHP tecrîdê kûr dike. Li ser girtiyan jî tecrîdek heye. Lê em ji vir bang li wê hişmendiya ku tecrîd kûr dike dikin, çawa ku li zindanan berxwedan bilind bû îro jî bi heman awayî berxwedan bilind dibe. Lê divê ev bar ne tenê bimîne ser girtîgehan.”   TIFAQA DEMOKRASIYÊ    Aydenîz, bal kişand ser Tifaqa Demokrasiyê ya ku di pêşengtiya HDP’ê de hewl tê dayîn were avakirin û got: “Pirsgirêkên heyî encax bi siyaseta rêya sêyemîn dikare were çareserkirin. Em jî ji vir dibêjin ku divê li dijî vê pergala qirêj rêya sêyemîn mezin bikin. Em weke DBP, ji bo ev tifaq bi hêz bibe tişta ji destê me were em ê bikin.”    BANGA TEVLÎBÛNA KONGREYÊ   Aydenîz, herî dawî ji bo kongreya ku dê di 27’ê Sibatê de li dar bixin banga tevlîbûnê kir.