Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin 2022-03-01 16:02:39   ENQERE - Koma HDP’ê beriya hevdîtinên ji bo rakirina parêzbendiya parlamenter Semra Guzel, li Meclisê çalakî li dar xist.   Du fezlekeyên bi daxwaza rakirina parêzbendiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel hatibûn amadekirin, li Komîsyona Têkel hatibûn qebûlkirin û ji Lijneya Giştî ya Meclisê re hatibûn şandin. Beriya hevdîtinên li Lijneya Giştî, parlamenterên HDP’ê ber bi eywanê ve meşek li dar xist. Parlamenter, bi dowîzên “Semra Guzel, vîna me ye”, “Na ji darbeya li dijî siyaseta demokratîk re”, “Dest nede vîna min, wekîla min”, “Semra Guzel, vîna gel e” û “Jin jiyan azadî” ber bi Lijneya Giştî ve meşiyan.    Hemû parlamenterên HDP’ê beşdarî meşê bûn û di dema meşê de çepik lê xistin. Hat zanîn ku dê hemû parlamenterên HDP’ê di Lijneya Giştî de amade bin.   Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç jî dê parastinê bike.