Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike 2022-04-28 15:35:04   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, destnîşan kir ku desthilata AKP'ê hewl dide emrê xwe bi şer dirêj bike û got ku gel destûr nedin polîtîkayên şer.    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê pêvajoyê de nirxandin kir. Gunay, diyar kir ku rojeva AKP-MHP'ê di van rojên beriya cejnê de şer, kuştin û dijminatiya li hemberî kurdan û muxalefetê ye. Gunay, di berdewamiyê de got ku Rojhilata Navîn û kurd baş zanin ku bi polîtîkayên şer, bi tank, topan demokrasî û aramî nayê û wiha got: "Vê desthilatê ku hebûna xwe spartiye şer, ji bilî mirin, hilweşandin û wêrankirinê tiştekî nade gelan. Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê her roj mirov jiyana xwe ji dest didin. Desthilatdarî hewl dide temenê xwe dirêj bike."   ŞERÊ NÎJADPERESTIYÊ   Gunay, bi lêv kir ku desthilata AKP-MHP'ê bi binpêkirina exlaq, bawerî û wijdanê dijminatiyê nêzî destketiyên gelê kurd dibe û wiha axivî: "Şer ne şerê Tirkiyeyê ye, şerê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dijminatiya li dijî kurdan û yê neteweperestiyê ye. AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike. Bi milyonan kesî di Newrozê de bersiva pêwîst dan van polîtîkayên şer."   DEMA DIJDERKETINE ŞER E   Gunay, ragihand ku ji bo paşeroja gelên Tirkiyeyê dem hatiye ku li her derê dijî polîtîkayên şer rabin û ev tişt got, "Desthilata AKP'ê gefê li paşeroja demokratîk dixwe, parastina vê yekê jî berpirsyariya her kesî ye. Di rewşeke berevajî de wê xizmet ji polîtîkayên desthilatdariyê re bê kirin. Yekane rêya destberdana ji polîtîkayên şer, danûstandin û diyalog e."    WÊ GELÊN TIRKIYEYÊ PÊŞEROJA XWE BIPARÊZIN   Gunay, anî ziman ku yên di şerê Rûsya û Ûkraynayê de dîplomasiya sexte ya aştiyê dikin û li dijî kurdan û destketiyên kurdan şer dikin, ji bo tevahiya gelan metirsiyeke mezin in û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Yên ku ji polîtîkayên şer ên desthilatdariyê aramiyê dibînin, tenê şirîkên desthilatdariyê ne ku sûdê ji şer werdigirin. Bêguman gelên Rojhilata Navîn mîna doh wê îro jî rê nedin polîtîkayên şer. Gelên Tirkiyeyê wê paşeroja xwe ya demokratîk teqez biparêzin."