Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin 2022-07-08 16:11:27   ENQERE - Komîsyona Zarokan a HDP’ê têkildarî zarokê penaber ê li Wanê di encama gulebarana leşkeran de hatiye qetilkirin daxuyanî da û da zanîn ku ji bo darizandina berpirsyarên vê cînayetê dê dev ji şopandina bûyerê bernedin.    Di 3’yê tîrmeha 2022’yan de li taxa Karahîsar a Seray a Wanê leşker û cerdevanan gule li wesayîta ku penaber tê de bûn reşandin. Di encama gulebaranê de zarokekî 4 salî hate qetilkirin û gelek penaber jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Mert û Huseyîn Kaçmaz daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku daxuyaniya Walîtiya Wanê tê wateya erêkirina sûcê hatiye kirin. Komîsyonê, bal kişand ser rapora şandeya Şaxa ÎHD’a Wanê, Komîsyona Mafên Zarokan a KESK’ê û Serhat Goç-Derê û da zanîn ku bûyer hatiye zelalkirin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di raporê de jî xuya dibe ku leşkeran dikariyan wesayîtê bidin sekinandin û rewşeke ku guleyan lê bibarînin li holê nebû û gule raste rast li wesayîtê hatine barandin. Bi vê yekê re daxuyaniya walîtiyê vala derketiye. Penaberên ku sînoran derbas dikin û xwe digihînin Tirkiyeyê, ji ber gotinên nîjadperest û nefretê dibin hedefa êrişan. Divê derheqê vê cînayetê de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsyarên wê bên darizandin. Ji bo ronîkirina cînayetê û darizandina berpirsyarên wê, em ê bûyerê ji nêz ve bişopînin.”