Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye 2022-08-23 15:33:39 ÇEWLIG - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li Çewligê axivî, bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên desthilatê û bi lêv kir ku yekane hêza çareseriyê ya li ser vê axê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e.    Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) bi dirûşmeya “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” rêveberiya partiya xwe ya Çewligê diyar kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kes tev li merasîma li eywana avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê hate kirin bûn.    Bayindir ê di merasîma bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, kesên di qezayên li Dîlok û navçeya Dêrik a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Bayindir, dîmenên qezaya li Dêrikê qewimî bi bîr xist û bi lêv kir ku tişta li Dêrikê qewimî komkujiyeke û belgeyên xwe ve di holê de ye.    BANDORA BAJÊR A LI SER SIYASETÊ   Bayindir, anî ziman ku li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê weke DBP xwe bi rêxistin dike û wiha got: “Bi vê berpirsyartiyê re divê em DBP’ê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêxistin bikin. Rêxistinbûyîna Çewligê ji bo me girîng e. Em baş dizanin ku Çewlîg di siyaseta demokratîk de çiqasî rola pêşengiyê girtiye ser milê xwe. Em tevkariya Çewligê ya li siyaseta demokratîk jî dizanin. Guhertin li Çewligê ye, guhertin li Kurdistanê ye.” Bayindir, da xuyakirin ku hikûmet ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne û wiha berdewam kir: “Em bi zîhniyeteke dewletê re rû bi rû ne ku dixwaze hêza rêxistinbûyî ya vî gelî tesfiye bike û pêşeroja xwe li ser vê yekê ava bike. Mafdariya me ya doza me, di rewşên hîn zehmettir de jî wezîfeya cihgirtina li nava vê têkoşînê daye ser milê me.”   ‘CIWAN WÊ DESTHILATÊ BÊXIN’   Bayindir, diyar kir ku desthilatdariya heyî tiştekî li ser beşên bindest bibêje nemaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro aqilê ku dixwaze desthilatdariya xwe bi şer û tundiyê bidomîne, dixwaze welêt bi rê ve bibe. Ciwan û jinên li dijî vê desthilatdariya ku hemû razemeniya xwe ji şer re razandiye, li ber xwe didin dê desthilatê bêxin.”    JI BO GIRTÎGEHAN BANGA HESTIYARIYÊ KIR   Bayindir, ê bal kişand ser komkujiyên li girtîgehan diqewimin, bi lêv kir ku her hefte cenazeyek ji girtîgehê derdikeve û wiha got: “Çawa ku vî gelî ji darbeya Kenan Evren re serî netewand, wê li dijî vê tundî, qirqirinê jî têkoşîna xwe mezin bike. Di pêvajoyeke wisa de peywîr û berpirsyartiyên zêde dikevin berê me.”   ÇARESERÎ DI RÊYA SÊYEMÎN DE YE   Bayindir, diyar kir ku muxalefeta ji 6 partiyan pêk tê û desthilata AKP’ê û MHP’ê nikare ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê re bibe çareserî û wiha berdewam kir: “Çareserî di siyaseta Rêya Sêyemîn de ye. Ji bilî me rêyeke din a çareseriyê nîne. Sedemê vê têkçûyîna li Tirkiyeyê polîtîkayên israrê yên tundî û şerî ne. Muxalefet û desthilata ku pirsgirêka kurd çareser neke, polîtîkayên wê nebin mehkume ku li dijî hevalbendên gelê kurd têk biçin.”   ‘GELÊ KURD WÊ MEZIN SERBIKEVE’   Bayindir, da zanîn ku desthilatên ji bilî rêbazên şer û tundiyê çareseriyekê ne danin holê wê nikarin di qada siyasî ya Tirkiyeyê de cih bigirin û wiha lê zêde kir: “Partiyên din ên ku ji şer bi hêvî ne, mîna AKP-MHP’ê wê li pêşberî têkoşîna vî gelî jî bihelin. Ji bo ku pirsgirêk hîn zêdetir kûr nebe Birêz Abdullah Ocalan muxatab bigirin. Ji bilî vê em ê di çareseriya pirsgirêka kurd de jiyana azad û wekhev a gelên herî rasyonel û zexm bi hev re deynin pêşiya xwe û em ê li her derê îfade bikin ku Birêz Ocalan çareseriya pirsgirêka ku bi tecrûbeyên berê re hatiye jiyîn e. Ji derveyî vê rêyeke din nîne. Rêyên ji bilî vê tên wateya şer û pevçûnê. Berî ku nakokî zêdetir kûr bibin, berî ku hilweşîna aborî, siyasî û civakî zêdetir kûr bibe, muxatab û dînamîk diyar in. Em weke gelê kurd, weke saziyên tevgera siyasî ya kurd amade ne bi hemû aliyên siyasî yên ku îradeya çareseriyê danîne pêşiya xwe re danûstandinan bikin. Ji ber vê yekê ne muxalefet û ne jî zîhniyeta qirkirinê ya tifaqa Komarê çareserî ye. Ji ber vê yekê çareserî rêya sêyemîn e. Ev kevneşopiya têkoşînê, roj bi roj di siyaseta Tirkiyeyê de bi meşandina polîtîkayeke bi bandor re bûye hêza sêyemîn a welêt. Ev hêz di wê pozîsyonê de ye ku pêşeroja siyaseta welêt teşe bike. Hewl didin vê hêza me ya ku roj bi roj mezin dibe tesfiye bikin. Haya me ji mezinahiya lîstikên li ser me tên lîstin heye. Gelê kurd mezin lîst , bi mezinî li ber xwe da û wê mezin bi ser bikeve.”   ‘DIVÊ XWEDÎ LI BERXWEDANÊ WERE DERKETIN’   Bayindir, anî ziman ku divê kurd li dijî êrişan bêdeng neminin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Temenê me çend jî be em perçeyekî bibandor ê vê têkoşînê ne. Divê ji 7 heta 70’ê salî her kes xwedî li têkoşîna azadiyê derkeve. Ev ji bo me ji bo gelê Çewligê girîng e.”   Piştî axaftinan bi merasîmekê rêveberiya DBP’a Çewligê hate diyarkirin. Lutfu Arslan û Arîfe Bûcaka weke Hevserokên DBP’a Çewligê hatin diyarkirin.