Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne 2022-08-24 15:21:32   ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Zarokan ê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, da zanîn ku di êrişên tebaxê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 24 jî birîndar bûne û ev bang kir: "Divê li dijî êrişan her kes peywîra xwe bi cih bîne."   Hevberdevkê Komîsyona Zarokan ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz, têkildarî mirina zarokan a di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Kaçmaz, bertek nîşanî polîtîkayên “dijminatiya kurdan” da û diyar kir ku tenê di meha tebaxê de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 24 jî birîndar bûne û dazanîn ku HDP’ê jî bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybet Neteweyên Yekbûyî şermezar kir.   8 ZAROK HATIN QETILKIRIN   Kaçmaz, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Berî her tiştî ez welatiyên li Dîlok û Mêrdînê li Dêrikê jiyana xwe ji dest dane bi rehmet bi bîr tînim û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim. Em hêvîdar in kesên di vê qezayê de xemsar bûne demildest bên eşkerekirin û darizandin û ev lêpirsîn li ber çavê raya giştî bê kirin.   AKP bi salan e polîtîkaya xwe ya derve li ser tundiyê dimeşîne. Hikûmet bi polîtîkayên tundiyê hebûna xwe diparêze. Weke ku di gelek bûyeran de jî tê dîtin, em bi hikûmeteke ku xwe ji sûcên şer dûr nagire re rû bi rû ne. Bêyî ku bêje sivîl, zarok, ciwan û pîr e, êrîşên hewayî organîze dike. Piştî lûtkeya Tehran û Soçî, AKP’ê lez da êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji serê meha tebaxê û vir ve di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di van êrîşan de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 24 zarok jî birîndar bûn. Ev hem ji aliyê çavkaniyên herêmî û hem jî di çapemeniya navneteweyî de cih girt û bi raya giştî re hat parvekirin. Di van êrîşan de zarokên me jiyana xwe ji dest dan em gelekî xemgîn in. Ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim.   Agahiyên têkildarê zarokên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:   Di 2’yê Tebaxê de li Til Rifetê Fehîme Reşo ya 17 salî,   Di 16’ê Tebaxê de li Taxa Sînaa ya Qamişloyê Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên,   Di 16’ê Tebaxê de li gundê Zorava yê Kobanê Ebid Mihemed Hecî yê 12 salî,   Di 18’ê Tebaxê de Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo jî li gundê Şemoka yê Til Temir a Hesekê di êrîşa hewayî ya li dijî navenda perwerdeya keçan a bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî de jiyana xwe ji dest dan.   Di çapemeniya navneteweyî de jî hatin parvekirin ku van zarokan di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Koalîsyona li Dijî DAÎŞ’ê ev êrîş piştrast kir û şermezar kir. Van zarokan piştî êrîşên balafirên keşfê jiyana xwe ji dest dan. Ji serê meha tebaxê û vir ve tenê 8 zarok mirine. Beriya vê daxuyaniyê di çapemeniyê de hat ragihandin ku li Tel Rifatê êrîşa balafirên bêmirov û bi çek pêk hatiye û kesên jiyana xwe ji dest dane jî hene.”   ZAROKÊN KU BIRÎNDAR BÛNE   Kaçmaz, di civîna çapemeniyê de têkildarî zarokên ku di heman êrîşên hewayî de birîndar bûne jî ev agahî dan:   “Di 2’ê Tebaxê de li Til Rifetê, Dîna Osman 6 salî, Mehmûd Xerîb Mamo 6 salî, Hisên Cemal Qasim 7 salî, Sebah Henan Hemo 10 salî, Avrîn Ebdurehman Heyder a 13 salî, Orîvan Mihemed Ebdo yê 15 salî;   Di 9’ê Tebaxê de li gundê Sêgirka Mihemed Salih ê 12 salî, Mîrah Selah a 12 salî, Îlan Selah a 5 salî û Bilind Mihemed Şemsedîn ê 16 salî;   Di 16’ê Tebaxê de li Kobanê Xelîl Cîhad Şêxo yê 2 salî, li Zirganê Temîm Feysel Hemed ê 11 salî û li gundê Bênê ya girêdayî Şêrawa ya Kantona Efrînê de Ehmed Îmad Îbiş ê 15 salî;   Di 18’ê Tebaxê de li gundê Şemoka ya girêdayî Til Temir a Hesekê di navenda perwerdeya keçan a Neteweyên Yekbûyî piştgiriya wê dike 11 zarok;   Di 19’ê Tebaxê de di bombebaranên li ser Qeramil, Hasin, Eyn Deqnê, Belûniyê û Til Rifat ên Şehbayê de Hisên Xelef ê 13 salî;   Her wiha di encama êrîşa bombeyî ya ku piştî bomberdûmana TSK’ê ya 20’ê Tîrmehê li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistana Iraqê pêk hat de 3 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.   DIJMINATIYA LI DIJÎ KURDAN   Min xwest navê her yek ji zarokên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne yek bi yek bînim ziman. Ev ne daneyên li ser kaxizê ne, ev zarok in. Dema ev zarok xwedî heyecan, coş û hêviyên jiyanê ne, di van êrîşan de yan jiyana xwe ji dest didin yan jî birîndar dibin. Zarokên ku piraniya wan weke birîndar hatin rêzkirin, tevahiya temenê xwe şopa vê yekê li ser bedena xwe hildigirin. Di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî kurdan de ev zarok jiyana xwe ji dest didin.”   'DIVÊ ÊRIŞ BÊN RAWESTANDIN'   Kaçmaz, diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran êrîş piştrast kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Dîsa di daxuyaniyên Koalîsyona li Dijî DAÎŞ’ê de bi awayekî zelal tê dîtin ku di van êrîşan de zarok jiyana xwe ji dest didin. Di encama êrîşên balafirên bê mirov û bi çek ên Tirkiyeyê de 4 keçên ku min wêneyên wan nîşan da, di dema sporê de jiyana xwe ji dest dan û 11 zarok jî birîndar bûn. Di encama vê helwesta êrîşkar a AKP û MHP’ê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Komîteya Zarokan a Qada Civakî ya li bajarê Qamişlo ku di 7’ê Tebaxê de li Qamişlo ji aliyê zarokan ve hatiye avakirin, li dijî êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Bifikirin ku zarok bi daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li dijî êrîşan dixwazin ji cîhanê re ragihînin ku di êrîşên Tirkiyeyê de zarok dimirin.   Ji 7’ê Tebaxê û vir ve em rastî gelek êrîşan hatin. Li hemberî van êrîşan ne rêxistinên navneteweyî ne jî AKP û MHP’ê dengê zarokan nebihîst. Ez li vir dubare dikim ku divê ev êrîş bên rawestandin. Zarokên ku bi salan di bin siya şer de mezin bûn diyar kirin ku ew naxwazin di bin siya şer de bijîn. Divê hemû cîhan guh bide dengê van zarokan. Ez daxwazên van zarokên ku li dijî siyaseta mirinê daxwaza jiyanê dikin silav dikim.   BÊDENGIYA NY'YÊ NÎŞANEYA DURÛTIYA WÊ YE   Niha ev êrîşên li Rojava dişibin sûc û qetlîamên ku Îsraîl li Filistînê li dijî zarokan pêk tîne. Di dema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî şerê Îsraîl ê li Filistînê dengê xwe bilind dikir, daxuyaniyên NY’yê yên di vê mijarê de hene; di roja îro de li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê derneketina dengekî nîşaneya durûtiyê ye. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî di êrîşa li ser kampa di bin kontrola wê de bi rastî jî nîşaneya eşkere ya durûtiya Neteweyên Yekbûyî ye. Bi vê wesîleyê em vê helwesta durû ya Neteweyên Yekbûyî şermezar dikin.”   'DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN HERKES ERKA XWE PÊK BÎNE'   Kaçmaz, bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û wiha pê de çû: “Li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê her kes erka xwe pêk bîne. Divê ev sazî demildest lêkolînek li ser mirin û birîndarbûna zarokan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin destpêkirin. Divê di vê mijarê de raporek bê amadekirin û rastî bi raya giştî ya cîhanê re bê parvekirin. Divê hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê li hemberî van êrîşên ku zarok tê de tên qetilkirin helwesteke zelal nîşan bidin. Dîsa divê Meclîs li dijî van êrîşên ku zarok hatin qetilkirin lêpirsînê bide destpêkirin. Divê Komîsyona Jêr a Mafên Zarokan a di nava Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan de bi vê rojevê bi lezgînî bicive, tavilê van kuştin û birîndarên ku di çapemeniya herêmî de cih girtine lêkolîn bike û ji bo zarokekî din jiyana xwe ji dest nede bikeve nava tevgerê. Divê Komîsyona Jêr a Mafên Zarokan a Meclîsê demildest erka xwe pêk bîne û li dijî êrîşan helwesteke zelal nîşan bide. Ez weke endamekî vê komîsyonê bi raya giştî re parve dikim ku ji bo kombûna komîsyonê ez ê daxwaznameyê bidim û pêvajoyê bişopînim.”   'NEBIN ALÎGIRÊ VÎ SÛCÎ'   Kaçmaz, her wiha bang li sazî û dezgehên sivîl ên di warê mafên zarokan de dixebitin jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hemberî zarokên ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, bêdeng nemînin. Saziyên ku bi zarokan re dixebitin divê ji bo eşkerekirina van sûcên şer ên li dijî zarokan û darizandina kiryaran tevbigerin. Em daxwaz dikin ku rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê ji bo rawestandina van êrîşan polîtîkayan pêş bixin, di vê mijarê de lêpirsînê bidin destpêkirin, rastiyan eşkere bikin û nebin alîgirê vî sûcî. Divê gelên Tirkiyeyê ji van êrîşên ku zarok tên qetilkirin razî nebin.   JI BO ZAROKEK DIN NEMIRE EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN   Weke Komîsyona Zarokan a HDP’ê em bang li hikûmeta AKP’ê dikin: Divê AKP-MHP derbarê 8 zarokên di meha tebaxê de jiyana xwe ji dest dane û 24 zarokên birîndar bûne ku di çapemeniyê de cih girt û ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hat piştrastkirin, demildest daxuyaniyekê bide. Divê Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê derbarê vî sûcê li dijî zarokan demildest daxuyaniyê bidin. Divê demildest berpirsên vî sûcî bên eşkerekirin û darizandin. Weke HDP heta ku ev êrîşên li dijî zarokan bi dawî bibin û zarokek din nemire em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Ev êriş dijminatiya li dijî kurdan radixe ber çavan. Desthilatdariya ku kurdan weke dijmin dibîne û sûcê şer dike, bi van polîtîkayan tu carî bi ser nakeve.”