Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan 2022-08-30 09:03:11   ENQERE - Zanyarê Siyasetê Ahmet Mûrat Aytaç diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ji ber feraseta "vîna neteweyî ya tekparêz" e û ji bo Tifaqa Miletê ku dibêje polîtîkaya "serdestiya vîna neteweyî" jî got, siyaset dê nikaribe bibe projeya demokrasiya rasteqîn.    Maseya şeşmendî ku bi banga CHP'ê li hev kom bû, civîna xwe ya 6'an di 21'ê Tebaxê de li dar xist. Di daxuyanî û deklerasyona maseya şeşalî de ya piştî civînê hat belavkirin, derbarê pirsgirêkên Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd de tu tiştek tune bû. Zanyarê Siyasetê Ahmet Mûrat Aytaç siyaseta maseya şeşalî nirxand.   Zanyarê Siyasetê Ahmet Mûrat Aytaç   'SIYASETEKE NÛ DIVÊ'   Aytaç diyar kir ku li Tirkiyeyê çareserî bi reformên ku li qadên pevçûnên civakî lê diqewimin bên çêkirin pêkan e û got: “Armanca sereke ya destûra bingehîn misogerkirina aştiya civakî ye. Li cihê ku nakokî lê hene, pêdivî bi aştiya civakî heye. Destûreke bingehîn ku pirsgirêkên mezin ên siyaseta Tirkiyeyê ji nedîtî ve bê, dê nikaribe zêde bijî. Meseleya sereke; ji ber xalên destûra bingehîn ên tê gotin nayên guherandin, yanî ji ber pergala vîna neteweyî û awayê wê yê sêwirîner e. Divê mantiqê serweriya li Tirkiyeyê bê çareserkirin, feraseteke siyasetê ya nû li ser bingeha gel û mafên mirovan bê pêşxistin. Divê ev bernameya herî mezin a siyaseta azadî û demokrasiyê be.”   HEVSENGÎ DI MASEYA ŞEŞALÎ DE   Aytaç anî ziman ku armanca Tifaqa Miletê pêkanînan pergala parlementeriyê û çareserkirina krîza di warê destûra bingehîn de ye û got, maseya şeşmendî li gorî tiştên ku nayên xwestin li hev kom bûye. Aytaç bilêv kir ku ev yek jî dibe sedema nelêhûrbûna li ser pirsgirêkên mezin û got, divê rojeva sereke ya vê tifaqê çareseriya pirgsirêka kurd, cihêkariya di navbera elewî û suniyan û nakokiya di navbera ked û sermayeyê de be. Aytaç got: "Siyaseta ku li gorî daxwazên gelê kurd pêş ket, îro xwedî hêzeke dengdaran a ji sedî 11-12'an e. Yanî meseleya kurd meseleyeke siyasî ye ku gihaştiye vê astê. Ev yek çima ji aliyê Tifaqa Miletê ve tê paşguhkirin? Cewhera wê ev e; ji ber hevsengiya navxweyî ya Tifaqa Miletê, divê koz nedin destê Erdogan, girseya dengdêran a sereke netirsînin. Ji bo vê wiha dikin."    'BERHEMA MANTIQA EHWEN-Î ŞER    Aytaç destnîşan kir ku çendî maseya şeşmendî li ser pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê hûr nabe jî, lê pirgsirêka sereke tercîhkirina wê ye û wiha berdewam kir: “Pêkhateyên Tifaqa Miletê, helbet di warê dînamîkên siyasî yên demkurt de, ji bo pêşketina maf û azadiyên demokratîk hin tiştan wead dike. Ji lew re rejîma ku îro hatiye çêkirin bi tevahî qanûnê binpê dike û ne li gor tu rejîmeke qanûnî yên heyî ye û lewma bi navekî wekî 'Pergala Serokkomartiyê ya Bi Usûla Tirk" hatiye pênasekirin. Ji ber vê yekê, li dijî vê pergalê, hemû pêkhateyên ku bi kêmanî be jî serweriya hiqûqê diparêzin û dem bi dem behsa standardên hiqûqa gerdûnî û mantiqa destûra bingehîn dikin dikarin bên tercîhkirin. Lê jixwe pirsgirêk ji ber tercîhkirinê ye. Polîtîkayên ku îro tên meşandin, xizanî, buhabûn û rejîma neqanûnî, mirov xistiye nava lêgerîna ji xiraban ê baş (ehwenî şer). Li Tirkiyeyê dînamîka sereke ya siyasetê jî berê xwe daye vê lêgerînê. Pêkhateyên Tifaqa Miletê jî wekî berhemeke mantiqa ehwenî şer derketine holê. Dema ku mirov ji vê perspektîfê lê mêze bike, dibe ku Tifaqa Miletê wekî ku hin tiştan dide ber gel xuya bike. Qet nebe soza restorekirina pergala parlementeriyê dide. Lê ev jî sînorkirina wê nîşan dide.”   'PROJEYA DEMOKRASIYÊ NABE'   Aytaç destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ew e ku pergala parlamenteriya demokratîk derketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên bingehîn ên demokratîk ên Tirkiyeyê tenê ne guhertina pergala hikûmetê ye. Tew ez wisa difikirim ku ev encamek e. Rejîma yekzilamî ji asîman nehatiye. Ji nava rejîma berê, ji qelsiyên rejîma parlementeriyê û ji mantiqa polîtîkaya piraniyê derket. Piranî ku em jê re dibêjin majorîtarîanîsm jî, dibêje piranî mafê her kesî ye, demokrasiyê wekî vîna piraniyê dihesibîne û ji hemû sînordarkirinên li ber vîna piraniyê re dibêje weseyetî. Dema mirov ji vî aliyê ve lê binere, polîtîkayên di bin navê 'vegera pergala parlamenteriyê' de tên pêşxistin, di warê rojekirina fikira desthilata sînorkirî de, heya radeyekê xwedî fazîlet û nirxekê ye. Lê ev nêzîkatiya çareseriya demkurt, li Tirkiyeyê nikare bibe projeya demokrasiya rastteqîn."   'NE ÇARE YE'   Aytaç destnîşan kir ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ji ber feraseta 'vîna neteweyî ya tekparêz" in. Aytaç bal kişand ser polîtîkaya "serdestiya vîna neteweyî" a maseya şeşmendî û wiha pê de çû: "Kiliçdaroglû dibêje, îro ro wesayeteke sivîl heye. Lê halbûkî derdê Erdogan ne wesayetî ye, piranî ye. Dibêjin 'Em ê rejîma yekzilamî ya Tayyîp Erdogan hilweşînin û vîna neteweyî bikin serdest.' Lê pirsgirêka li Tirkiyeyê ji fêmnekirina vîna neteweyî tê. Tê fikirîn ku welêt bi vîna ku ji komên piraniyê û li dora mantiqa sermayeyê birêxistinkirî û dibêje unîtarîsîtîn bi tekparêzî, yek ziman û yek alayê pêk tê, dê demokratîk bibe. Ez wisa difikirim ku vîna neteweyî ya ku li dijî vê hatiye avakirin wê gelek Erdoganan biafirîne. Yanî ev ne çareserî ye. Ne azamî, lê bernameya herî asgarî ya siyaseta azadiyê ya Tirkiyeyê divê cardin avakirina rejîma parlementeriyê be."    TIFAQA KED Û AZADIYÊ   Aytaç diyar kir ku partî û pêkhateyên siyasî yên ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de hatine cem hev ji bo tevgera demokrasî û azadiyê ya Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêgezên ku pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ew diparêzin û pirsgirêkên siyasî yên anîne rojevê, pirsgirêkên piranîya Tirkiyeyê ne. Ango pirsgirêkên gelên xizan ên bi keda xwe debara xwe dikin, pirsgirêkên gelên li Tirkiyeyê yên tahde li wan tê kirin û vîna wan hatiye binpêkirin û paşguhkirin, tîne zimên. Li gel vê jî ew li van aliyan nabin biresera tercîhên dengdêran. Ji ber vê yekê bilêvkirin û siyaset tenê têrê nakin. Lê belê di nava van de yên rojevkirina yên karibin bên pêkanin û li gor van avakirina hin tifaqan pir girîng e. Bingeha sîyaseta li ser bingeha gelan û demokrasiyeke azadîxwaz, hembêzkirina pergaleke piralî û derdorên cuda, bi şiyana ragirtina li cem hev a cudahiyan pêkan e. Bandora bîrdozî û sembolîk a van pêkhateyan di warê siyaseta demokrasî û azadiyê de, ji bandora wan a rayan zêdetir e. Rêgez û prensîbên ku ew tekez dikin, pirsgirêkine xwedî wê wesfê ne ku siyaseta berbelav nikare wan ji nedîtîve bê."