'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike' 2022-09-02 09:02:24 STENBOL - Siyasetmedar Bahattîn Gunel diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê dê li dijî pergala heyî muxalefeteke rast bike û got: "Teqez dê welêt bibe welatekî ku bindest, kêmnetewe û jin bi awayekî azad lê bijîn."   Êrişên AKP-MHP'ê yên li dijî destkeftiyên kurdan ên li hundir û derve dewam dikin. Li gel êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji hewayê û bejahiyê ve gelek tên bombekirin. Di polîtîkaya navxweyî de kurd û dostên wan hedef tên girtin. Siyasetmedarên kurd tên krîmînalîzekirin, qeyûm tayinî şûna şaredarên hatine hilbijartin tên kirin, parlementeriya parlementeran tê betalkirin û her roj binçavkirinên nû pêk tên.   Endamê damezrînerê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP), Cîgirê Serokatiya Giştî ya Partiya Demokrasiyê (DEP) ku di sala 1993'yan de hatibû avakirin û Seokreterê Giştî yê HADEP'ê  siyasetmedar Bahattîn Gunel êrişên desthilatê yên li dijî destkeftiyên kurdan nirxandin.     Gunel anî ziman ku li Tirkiyeyê 3 meseleyên bingehîn hene; "Pirsgirêka kurd, azadiya baweriyê û têkiliya ked-sermayeyê." Gunel destnîşan kir ku ev her sê xal tim ji aliyê hêzên emperyal û hevkarên wan ve ji bo afirandina atmosfereke aloziyê tên bikaranîn. Gunel anî ziman ku pêvajoya heyî rewşeke bi vî rengî ye û got: "Ji bo gelê tirk û gelê kurd bera hev bidin, gelekî hewl dan. Lê bi ser neketin. Di mijara pirsgirêka baweriyê de, nakokiya di navbera elewî-sunnîtiyê de dan der bi bûyerên li Mereş, Çorûm, Sêwaz û Meletiyê hewl dan ku desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêlin. Dema ku Turk-Îşê xwest grevê bike, serokwezîra wê demê Tansû Çîller, gotibû, 'welêt parçe dibe, lê hûn radibin grevê dikin.' Em nikarin van hemûyan derî pirsgirêka kurd bifikirin."   ÇEWISANDINA RENG DIGÛHERÎNE   Gunel bal kişand ser pêkanînên ku ji demên berê heya niha tên kirin û got: "Wê demê jî feraseta bişavtin, çewisandin û rêbazên eskerî ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd domandin. Wan jî baş dizanibû ku dê pirsgirêka kurd bi girtina partiyan, bi polîtîkayên bişavtinê û bi rêbazên tundiyê çareser nabe. Ji ber ku hûn tu carî nikarin hebûna gelekî ji holê rakin."   Gunel anî ziman ku zext û zordariya li ser derdorên muxalif û kurdan îro jî dewam dike û got: "Îro jî qeyûman tayinî şûna kesên hatine bijartin dikin, parlementeriya parlementeran tê betalkirin û wan digirin. Di navbera desthilatên berê û yên niha de hin cudahî hene. Ji wan yek jê jî siyaseta li ser xeta Kemalîzmê bû. Lê niha jî dest ji wê xetê berdane û çûne ser xeta ku wekî 'îslama siyasî' bi nav dikin. Lê her kesî jî marjînal dikin û bi v awayî hewl didin desthilata xwe ya siyasî bidomînin."    Gunel bilêv kir ku polîtîkayên AKP'ê di nava civakê de dibin cihê cihêkariyê û got: "Tayîp Erdogan kesên ji xwe, kesên ne misliman, marjînal dike. Hewlwesta wê ya êrişkar a li hemberî derdorên muxalîf û bi taybet jî li hemberî HDP'ê, ji ber vê ye."    'KETINA ROJAVAYÊ NE PIR HÊSAN E'   Gunel bal kişand ser êrişên AKP'ê yên li dijî destkeftiyên kurdan ên li derve jî û got, Erdogan heta duh jî digot ew dijminê SÛriyeyê ye, lê ji ber dijberiya xwe ya bi kurdan re hewl dide hevdîtinê bi Esad re bike. Gunel wiha got: “Ez wiha difikirim ku dê qêrînên şer ên Erdogan bi ruh û can nebin." Gunel bal kişand ser helwesta Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a li hemberî DYA û Tirkiyeyê û wiha got: "Ger Putin li dijî vê ranebûna, niha dê dewleta Sûriyeyê tune bûya. Şer, hem di warê aborî hem jî di warê siyasî de, dê Tirkiyeyê têxe nava buhraneke mezin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de şer dê li her derî belav dibe. Ji lewra ketina nava Rojavayê ne pir hêsan e. Lê mirov nikare bibêje etqez wê nebe. Feraseta Erdogan, nêrîna wî ya li siyasetê, nêrîna wî ya li gelan bi rastî jî pir xeternak e. Ji ber vê yekê ez nikarim bibêjim wê neke. Lê ne tiştekî pir hêsan e."   DIJMINATIYA HEMBERÎ KURDAN   Gunel anî ziman ku êdî derdorên rastgir û muhafizekar destekê nadin Erdogan û got: "Tiştên di destên wî de mane derdorê nijadperest û neteweperest in. Wan jî bi afirandina dijminan li dora xwe kom dike. Li Tirkiyeyê beranberiya nijadperetiya rasteqîn, dijminatiya li hemberî kurdan e. Bêyî dijminatiya li hemberî kurdan nikarin netewperestiya tirk bikin. Êrişa li ser Rojavayê jî ji ber vê yekê ye."   CIHÊ HDP LÊ DISEKINE   Gunel bilêv kir ku dê di nêz de li Tirkiyeyê hilbijartin çêbibe û bal kişand ser rola HDP'ê ya di pêvajoya hilbijartinê de. Gunel anî ziman ku yekane pêkhateya ku li dijî pergalê muxalefeta rast dike HDP ye û got, HDP di siyaset û têkoşîna demokrasiyê ya welêt de li cihekî girîng e. Gunel bal kişand ser zextên li ser HDP'ê jî û got, "Du sedemên hedefgirtina wê hene. Yek, ya ku organîzmayê pêk tîne gelê kurd e. Dudu, tevî pêkhateyên xwe ji bo demokrasî, mafên mirovan, mafên jinan, azadiyê û kedkaran muxalefeteke rast û cidî dike. Çi qasî wê bikin hedef bila bikin, lê dê tu carî bi ser nekevin. Teqez dê welêt bibe welatekî ku bindest, kêmnetewe û jin bi awayekî azad lê bijîn."   TIFAQA KED Û AZADIYÊ   Gunel destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji aliyê partî û rêxistinên ku bi bangawaziya HDP'ê li hev kom bûne hatiye avakirin, girîng e û got: "Helbet ya ku li Tirkiyeyê demokrasiyê diparêze rêya sêyem e ku pêşengê wê jî HDP ye. Ez wê wekî pêkhateyeke ku li Tirkiyeyê li hemberî pergala heyî muxalefeteke dike dibînim. Ez wiha difikirim ku dê ev tifaq her wextê li gor vê peywirê tevbigere û muxalefeteke rast bike. Ên herî zêde pêdiviya wan bi demokrasiyê heye bindest in. Ez wisa bawer dikim ku dê vî barî hilgirtin."    MA / Esra Solîn Dal