Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye 2022-09-06 11:22:46   ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, diyar kir ku Tifaqa Ked û Demokrasiyê wê bibe rêxistinbûyîneke hêzeke gel a ku pêşeroja Tirkiyeyê teşe bigire û got: “Dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê hatiye.”   Partî û rêxistinên ku li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin bahev, di 25’ê tebaxê de avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê ragihand. Tifaqa ku ji HDP, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partiya Tevgera Karkeran (EHP) pêk tê, xwe amade dike ku di dawiya meha Îlonê de li Stenbolê bi civîneke girseyî “Nexşeya Rê” ku pêşniyarên têkildarî çareseriyên pirsgirêka welat tê de cih digirin aşkere bike.   Serokê TÎP’ê Erkan Baş, derbarê tifaqa piştî nîqaşên demdirêj hat avakirin û “Nexşeya Rê” de ji ajansa me re axivî.     DI SIYASETA TIRKIYEYÊ DE HÊZEKE BI BANDOR   Baş, diyar kir ku pêvajoya avakirina tifaqê bi civînên gel ên cuda, rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên kedê, komên baweriyê dest pê kir. Baş da zanîn ku wê tifaqê di îlonê de bi civîneke gel a girseyî ji raya giştî re ragihînin û got: “Em ragihandinê bi çalakiyeke ku beşên berfireh tev li bibin pêk bînin. Wê ji îro û pêda di siyaseta Tirkiyeyê de weke hêzeke bi bandor cihê xwe bigire”   QONAXEKE NÛ DEST PÊ DIKE   Baş, destnîşan kir ku tifaqa wan weke tifaqên din li ser maseyê nehatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Tifaqa me li kolanan, di nava têkoşînê de xwe weke tifaqa hêzên têdikoşin, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka, rêxistinên kedê, partiyên siyasî pênase dikir. Me bi taybetî tiştek destnîşan dikir; Me got divê tifaqeke ku tenê ji partiyên siyasî ku dikarin bikevin hilbijartinan pêk neyê. Ev tifaq wê ne li gorî feraseta me be. Niha 6 partî û rêxistinên siyasî hene. Mafê sê ji wan ji bo ku bikevin hilbijartinê heye, yê sê ji wan jî nîne. Em li wê maseyê têkiliyeke wekhev ava dikin û bi hev re nîqaş dikin. Bi îlankirina tifaqê re em ê qonaxeke nû bidin destpêkirin, bi giranî hêzên gel bi rengekî herî bi bandor di nava vê tifaqê de cih bigirin. Ji ber ku ya krîtîk ev e.” Baş, destnîşan kir ku piştî ragihandina meha îlonê wê bi lez berfireh bibe û dê di siyaseta Tirkiyeyê de cihekî cidî bigire û bibe hêzek.   ARMANCA EWIL TÊKBIRINA DESTHILATÊ YE   Baş qala “Nexşeya Rê” ya Tifaqa Ked û Azadiyê kir û wiha lê zêde kir: “Yek ji daxwazên bingehîn ên gelên me, têkbirina sîstema bi navê Sîstema Hikumetê ya Serokdewletiyê, rejîma yek zilamî, bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê ye. Di vî warî de Tifaqa Ked û Azadiyê bê dudilî ye. Me têkbirina vê desthilatdariyê weke karê destpêkê daniye pêşiya xwe. Ya girîng ew e ku kî wê vê tifaqê bişîne? Divê were destnîşankirin ku eger ev tifaq weke berhemeke ji nava sîstemê, têkoşîna li nava sazîbûnê ji desthilatdariyê bê derxistin, ev yek wê neyê wateya hêzeke nû ku ji bo pêşeroja vî welatî pirsgirêkên me yên rasteqîn çareser bike. Eger em dixwazin ji vê hêzê rizgar bibin, divê hêzên ked û azadiyê di vê pêvajoya têkoşînê de rola xwe bi bandor bilîzin.”   BERSIVA PIRSA 'WELATEKÎ ÇAWA'    Baş diyar kir ku ew ji tifaqên din ên li Tirkiyeyê li ser du xalên cuda ji hev cuda ne û wiha pê de çû: “Ya yekemîn; em bersiveke gelekî zelal didin pirsa ‘dema ev hikûmet têk biçe pêwistî bi welatekî çawa heye?’ Em qala pêwîstiya welatekî alîgirê kedê, welatekî ku azadî lê pêş bikevin, di pirsgirêka kurd de qala aştiyê bê kirin û li ser were axaftin, pêvajoyeke diyalogê bê avakirin, welatekî azad, serbixwe, ku komên dezavantaj, jin û ciwan karibin roleke aktîf a damezrandinê bilîzin û xwedî mafê axaftinê bin dikin. Dibe ku ev yek sedemê hebûna Tifaqa Ked û Azadiyê be. Ya duyemîn, gelek analîzên berfireh ên rewşa Tirkiyê ya niha di navbera hêzên muxalfetê de hene. Lê encam her tim tên nîqaşkirin. Tifaqa Ked û Azadiyê hinekî din balê dikişîne ser pirsa çima wiha ye. Hewl dide ji çavkaniya pirsgirêkê çareseriyê bîne rojeva raya giştî. Dema ku em tenê bi derketina pirsgirêk, zext, krîza aborî û zordestiya ku em dijîn re eleqedar dibin, ne pêkan e ku çareseriyên mayinde werin bidestxistin. Her kes îro li ser xizanî, buhabûna jiyanê, bêkariyê diaxive. Divê em bipirsin ‘Çima wisa ye?’ Em ji hemû tifaqan pencereyeke cudatir vedikin. Dikarim bêjim ku xeta herî bi îdîa ya li ser paşeroja Tirkiyeyê wê ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve bê parastin.”   ‘EM VÊ PÊVAJOYÊ WEKE PÊVAJOYEKE TÊKOŞÎNÊ DIBÎNIN’   Baş, bal kişand ser rexneyên ku dibêjin Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqa hilbijartinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên pergalê yên ku planên serdema piştî AKP’ê dikin, xwedî wê fikrê ne ku li vê derê bêyî gel, bê çep, bê sosyalîst û bê kurd serdemeke nû ava bikin. Em nikarin vê qebûl bikin. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya herî girîng a Tirkiyeyê ya ji bo têkbirina AKP'ê, hêzeke biryardar, zelal, dînamîk, têkoşer e ku bikeve dewrê. Ji ber vê yekê, em behsa pêvajoyeke ku divê gel di nav de bibe kirde dikin. Naxwe, bi niyeteke gelekî baş jî, nêzîkatiya wan a 'wê di hilbijartina yekemîn de biçin, heta hilbijartinê sebir bikin' dikare bibe sedem ku AKP û hêzên fermanê ji xwe re zemînan biafirînin, ji ber ku me beriya 20 salan gelek mînak dîtin. Em pêvajoya ji îro heta hilbijartinê weke pêvajoyeke têkoşînê dibînin. Rastiyek e ku beşeke girîng a gelê me, hemwelatî û gelên li Tirkiyeyê hilbijartinê weke helwesta berxwedanê ya li dijî vê hikûmetê dibînin. Em qala yek ji welatên ku di cîhanê de herî zêde deng lê zêde tê bikaranîn dikin. Ji ber vê yekê pêwîste mirov hilbijartinan weke zemîneke têkoşînê bibîne. Eger nêzîkatiyeke weke têkoşîn cuda û hilbijartin ji hev cuda ye hebe, em têkoşînê tercîh dikin. Em hilbijartinan jî weke parçeyek ji têkoşînê dinirxînin.”   RÊYA JI DESTHILATÊ XELASBÛNÊ   Baş, diyar kir ku desthilat kurdan, sosyalîstan, elewiyan, jinan, xizanan naxwaze û wiha domand: “Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqa wan kesan e ku vê qebûl nakin. Ev desthilat dikare bi tevkariya me têk biçe. Dema ku ev hêz roleke aktîf dilîzin, ez ne tenê behsa hêzeke hejmarî dikim. Ez behsa vekirina asoyeke entelektuel, rehenda wesfê, têkoşîna milîtanî, enerjî, dînamîzmê dikim. Tirkiye nikare xwe li Tifaqa Komarê ragire, lê dema mirov li Tifaqa Millet dinêre, em dibînin ku avabûneke ku hêviyê, kelecanê dide te û dibêje ‘divê ez bibim parçeyek ji vî şerî’ nîne. Ji bo dagirtina vê valahiyê, bi rastî jî em hewl didin însiyatîfê bigirin. Eger em dixwazin ji vê hêzê rizgar bibin, pêwîstiya me bi Tifaqa Ked û Azadiyê heye. Divê Tifaqa Ked û Azadiyê were xurtkirin.”   ‘DÊ BIBE NAVÊ TEVGERA GEL’   Baş, bi lêv kir ku wê Tifaqa Ked û Azadiyê bibe tevgereke gel a pêşeroja Tirkiyeyê û herêmê, bibe rêxistinkirina hêzekê û got: “Em dixwazin di zûtirîn demê de dawî li vê serdema tarî bînin. Di zûtirîn dem de divê Tirkiye pêngavên xurt ber bi welatekî ve biavêje ku hevwelatîyên me bi awayekî wekhev, azad û aştîyane lê bijîn û em bi biratî lê bijîn. Di nava 20 salên dawî de gelên me berdêlên gelekî giran dan. Em di pêvajoyeke bi rûmet a têkoşînê re derbas bûn, em bi baweriya dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serketinekê ye, tevdigerin. Em ê bi hev re, mil bi mil bi yekitiyê Tirkiyeyê ji nava vê tarîtiyê derxînin.”   MA / Berîvan Altan