Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike 2022-09-13 13:28:57   MELETÎ - Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal bulbul diyar kir ku dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike û wiha got: “Bacê ji elewiyan digire lê dide baweriyên din. Lê belê dema mijar dibe elewî, nade.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Elewiyan Mafê Hemwelatiya Wekhev” de li Meletiyê bi nûnerên saziyên elewiyan re taştê xwar. Taştê, li eywaneke xwarina taştê ya li bajêr hat dayîn. Di hevdîtinê de parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê û Hevberdevka Maseya Elewiyan a HDP’ê Sıngul Tunçdemîr, endama PM’ê ya HDP’ê Yasemîn Demîrkaya, gelek nûnerên saziyên elewiyan û rûspiyên bajar amade bûn.    Di hevdîtinê de parlamenter Kemal Bulbul got ku wan ev hevdîtina xwe bi mebesta “Bila nîjadperestî, yekperestî û nefret nebe” li dar dixin û wiha domand: “Îslama niha li mizgeftan tê vegotin, Îslama rastîn nîne. ‘Ola AKP’ê ye.’ Hem mizgeft û hem jî perestgeh veguherandine cihê propagandaya AKP’ê. Dema em bo elewiyan hemwelatiya wekhev dixwazin, di esasê xwe de ji bo hemû baweriyan wekheviyê dixwazin. Ev daxwaza tê wateya daxzwaza jiyaneke azad. Em her cureyên bacê didin û ev li xizîneya dewletê kom dibe. Vê bacê didin qursên Qur’anê, cemaet û kesên bicube lê nadin elewiyan. Bi destê dewletê sûc tê kirin. Dewlet, li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike.”    Endama PM’a HDP’ê Songul Tunçdemîr jî da zanîn ku têkoşîna maf a elewiyan, têkoşîneke rewa ye.    Di hevdîtinê de daxwaz û pêşniyarên saziyên elewiyan û rûspiyan jî berdewam kirin. Kampanyaya “Ji bo Elewiyan Mafê Hemwelatiya Wekhev” dê 4 rojan bidome. Dê di çarçoveya kampanyayê de îro dê li Taxa Dîlekê û navçeya Doganşehîrê bi gel re civîn bên lidarxistin.