Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin 2022-09-13 15:09:46   XARPÊT - Şandeya HDP’ê li Xarpêtê pirsgirêkên esnaf û welatiyan guhdar kir. Şandeyê da zanîn ku partiya wan dikare hemû pirsgirêkên gel çareser bike.    Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî di nav de bûn, duh li Meletiyê çû serdana esnafan û bi gel re civiya. Şande, îro jî çû Xarpêtê. Şandeya HDP’ê di saetên serê sibehê de bi rêveberên rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan re hevdîtin kir û piştre jî çû serdana esnafên li ser Cehdeya Hurriyetê.    Eleqeyeke mezin a esnaf û welatiyan bo şandeya HDP’ê hebû. Welatiyan diyar kir ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê roj bi roj mezintir dibin û bi taybet jî pirsgirêka aboriyê ew ber bi têkbirinê ve birine. Welatiyekî qala pirsgirêkên xwe bo HDP’iyan kir û wiha got: “Li gorî par her tişt gelek biha bûye. Ji sedî 200 bihatir bûye. Sedema vê jî desthilatdarî bi xwe ye.”   ‘5’AN DIDIN 10’AN WERDIGIRIN’   Di dema serdanê de welatiyekî bal kişand ser pirsgirêkên teqawidbûyiyan û wiha got: “Yên ku êşê dikişînin em xelkê hejar in. Dewlemend roj bi roj dewlemendtir dibe û hejar jî hejartir dibe. Em 5’an didin û ew 10’an digirin.” Gelek welatiyên cotkar ên bajar jî qala bihabûna mazotê kirin û dan zanîn ku tu debareke wan nema ye.    ‘EM Ê WELAT BI HEV RE RIZGAR BIKIN’   HDP’iyên ku pirsgirêkên gel guhdarî kirin, da zanîn ku partiya wan dikare hemû pirsgirêkên welatiyan çareser bike û dê Tirkiyeyê bi hev re rizgar bikin. Di dema axaftinê de welatiyekî qêr kir û got; “Welat ber bi wêraniyê ve diçe.” Li ser vê yekê jî şandeya HDP’ê got ku dê welat bi hev re rizgar bikin.    Hevdîtinên şandeyê yên li bajêr didomin.