Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’ 2022-09-15 10:43:03   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr bal kişand ser rola diyarker a hilbijêrên HDP’ê û wiha got: “Bi taybet jî hilbijêrên HDP’ê heta ku nîşaneyên guhertinekê nebînin, heta peymaneke civakî nebînin dê bi awayeke veşarî dengê xwe nedin muxalefetê.”    Piştî gotinên Gursel Tekîn ê CHP’î ku di hevpeyvînekê de digot dikare wezîrtiyan bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji pêkhateyên ‘Tifaqa Milet’ Partiya ÎYÎ bertekên tund nîşan da. Hevseroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener ku bi eslê xwe MHP’î ye, wiha got: “Em li ser maseyeke ku HDP li ser be rûnanin.” Nîqaşên piştî van gotinan hêj berdewam in. Li gel ku tê zanîn bêyî HDP’ê tu tifaq nikarin bi ser kevin jî, Akşener û endamên partiyê wê bertekên bi vî rengî nîşan didin û ev helwesta wan jî ji hêla gelek derdoran ve tê rexnekirin.    Tifaqa Milet, pozîsyona xwe li ser polîtîkaya “Çûyîna Erdogan” û “vegera li pergala parlamenteriyê” ava kiriye. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr têkildarî Tifaqa Ked û Azadiyê û nîqaşên di rojevê de bi ajansa me re axivî.    Esengul Demîr diyar kir ku li qadê hewayê hilbijartinê heye û wiha got: “Partiyên siyasî êdî ketine pêvajoya hilbijartinê. Dibe ku di bihara 2023’yan de hilbijartin çêbibe. Di pêvajoyeke wiha de ‘muxalefeta’ ku ji xwe re dibêje ‘Tifaqa milet’ ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê nabe çareserî. Tekane armanca wan vegera li pergala parlamenteriyê ye. Pêkhateyên vê tifaqê tenê ji bo çûyîna AKP û Erdogan hatine ba hev. Anku armanceke wan a ku hêviyê bide civakê, daxwaza guherînê pêk bîne nîne. Dixwazin vegerin serdema ku welêt ji hêla desthilatdariyên rastgir ve tê birêvebirin û bi îdeolojiya kemalîst teşe digire.” ‘SOZEKE WAN A BO KURDAN TUNE YE’   Demîr, di berdewamê de got ku partiyên di nava Tifaqa Milet de jixwebawer û wêrek nînin û wiha pê de çû: “Helwesta wan a li dijî HDP’ê jî li ser vê bingehê ye. Heke muxalefet jixwebawer bûya û bigota ‘Heke pêwîst bike em ê ji bo pêşeroja van gelan bi HDP’ê re jî tifaqê bikin’, dê tu koz di destê desthilatdariyê de nemînin. Ji ber ku gelek tirsonekin, desthilatdarî li dijî wan her tim vê polîtîkayê bi kar tîne. Her carê jî neçar dimînin ku paşdegav biavêjin. Heke polîtîkayeke wan a ji bo pêşerojê, ji bo kurdan û hwd. hebûya diviya ev pir bi rehetî vegotina. Lê em dizanîn ku nînin.”   ‘WEKE TALÛKE DIBÎNIN’   Bi domdarî Demîr anî ziman ku ji hêla îdeolojiyê ve bloka AKP-MHP’ê û Tifaqa Milet ji hev dûr nînin û ev nirxandin kir: “Ew, hilbijêrên HDP’ê û polîtîkaya HDP’ê gelek talûke dibînin. Anku bi nêrîna dewletperest nêz dibin û tevahiya wan partiyan jî nêrîna neteweperest û nîjadperest a dewletê dipejirînin. Anku her du alî jî dijbertiya HDP’ê dikin. Di zexta li ser HDP’ê de, di rakirina parêzbendiyan û doza girtinê de tevek jî dibin yek.”   ‘HILBIJÊRÊN HDP’Ê BI VEŞARÎ DENGAN NADIN’   Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr daxuyand ku di hilbijartinê de rola hilbijêrên HDP’ê diyarker e û ev nirxandin kir: “Bêyî ku guh bidin daxwazên kurdan, hilbijêrên HDP’ê, kedkar û jinan, dibêjin ‘Ji bo çûyîna Erdogan bêyî dudilî deng bidin me.’ Lê ev mimkin nîne. Bi taybet jî heta hilbijêrên HDP’ê şopa guherînekê nebînin, heta peymaneke civakî nebînin dê bi awayekî veşarî dengan nedin muxalefetê. Em qala gelekî ku têdikoşie û bi canê xwe bedel dide dikin. Dê deng nedin partiyeke din a neteweperest û faşîst a piştî serdema Erdogan.”    GOTINA NÎJADPEREST A PARTIYA ÎYÎ   Têkildarî gotinên Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener a derheqê HDP’ê de jî Demîr ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de desthilatdarî di vê mijarê tirsa muxalefetê bi kar tîne. Bi taybet jî Partiya ÎYÎ pir ditirse ku li cem HDP’ê xuya bike. Ji hêla îdeolojîk ve ji hev dûr in. Lê girseya wê sekuler û neteweperwer in. Bêguman armanca wan a esasî têkbirina rejîma AKP-MHP’ê ye. Sererastkirina aboriyê û destnedayîna jiyana sekûler daxwazên wan bûn. Lê niha dîsa li cewhera xwe vegeriyaye anku li xeta neteweperest û nîjadperest vegeriyaye. Akşener, aktora herî girîng a salên giran ên 90’î ye. Hêj hesaba sûcên wan salan hatine kirin nedaye. Weke ku rola wê di wan salan de nebe û weke aktoreke nû pêşkeş dikin. Em baş pê dizanin ku fikrên wê neguherî ne. Lewma em ne li bendê ne ku pêşerojeke nû bidin Tirkiyeyê. Ne hilbijêrên HDP’ê û ne jî derdorên di nava HDP’ê de siyasetê de dikin baweriya xwe nadin Akşener.”    ALTERNATÎFA HER DU TIFAQAN   ^Demîr, destnîşan kir ku li dijî bloka desthilatdariyê û ya Tifaqa Milet weke alternatîf “Rêya Sêyemîn” heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tifaqa Ked û Azadiyê vê rêyê dişopîne. Ev tifaq, guherînê dixwaze. Armanca wê jî guhertina makeqanûna 12’ê Îlonê, naskirina daxwazên gelê kurd û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên diyalogê ye. Her wiha li dijî texrîbkirina xwezayê derdikeve, jiyaneke ekolojîk diparêze û ya herî girîng jî azadiya jinê diparêze. Girîngtirîn aliyên wê yên ji blokên din ev in. Ji bo daxwaza demokrasiyê, dê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bibe. Ev tifaq ne tenê ji bo hilbijartinê heye lê hilbijartin van tifaqan bêhtir pêş dixe. Lewma her ku hilbijartin nêz dibe dê hîn berfirehtir bibe û hemû derdorên muxalîf ên li derve mayîn jî dê beşdar bibin. Dê ev tifaq bandoreke erênî li gelek derdorên din jî bike. Hêviyeke mezin dide kesên di guherînê de biisrar, li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar didibin.”    MA / Ergîn Çaglar