Aydenîz: Bila kesek li ser kurdan hesaban neke 2022-09-18 13:56:29   RIHA - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku partiyên muxalefetê dixwazin serdemên tarî yên salên 90’î dîsa vegerînin û wiha got: “Bila kesek li ser kurdan hesaban neke.”    Partiya Herêmên Demokratîk bi dirûşma “Bi civaka rêxistinkirî, ber bi jiyana azad ve” hevserok tayînî bo Rêxistina DBP’a Rihayê kir. Toren li Eywana Konferansan a Avahiya Xizmetê ya Baroya Rihayê hat lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek welatî di torenê de amade bûn. Li eywana torenê pankarta “Bi civaka rêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” hatibû daliqandin.    Toren, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz, ji ewil bal kişand ser Meşa Cûdî û wiha got: “Ji bo parastina xwezaya Kurdistanê gel xwest duh bimeşe Cûdî. Lê dîsa rastî polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî gelê kurd hatin. Careke din êrişî kesên xwezayê dibparêzin kirin. Bersiva herî xurt a li dijî van êrişan ku sed sal in didomin, berfirehkirina civaka birêxistinkirî ye. Li dijî kesên dixwazin bi operasyonên xwe vê rêxistiniya me belav bikin, tayîna îro bersiveke.”     DIJMINATIYA AKP-MHP’Ê YA LI DIJÎ KURDAN   Bi domdarî Aydenîz bi lêv kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide bi dijminatiya li kurdan xwe li ser pêyan bihêle û wiha domand: “Îro ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya Kurdistanê şerekê topyekûn heye. Nêzikatiya wan a li hemberî ziman û xwezayê, polîtîkaya wan a sed salî radixe pêş çavan. Êrişî her kesî û her deverê dikin. Li Herêma Federal a Kurdistanê ev 5 meh in şer heye lê nikarin pêş bikevin. Çekên kîmyewî bi kar tînin û her binpêkirinên mafên mirovan dikin. Lê dîsa jî nikarin vîna gelê kurd têk bibin. Lewma jî êrişên xwe zêdetir dikin. Nikarin tiştekî bi dest bixin lewma êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ji ber ku zîhniyeta DAIŞ’ê li Rojava hat têkbirin. Ji bo hilîna tola DAIŞ’ê êrişî Kobanê dikin. Lê kîjan deverê dibe bila bibe, gelê kurd hewl dide destkeftiyên xwe biparêze. Naxwazim kurd tiştekî bi dest bixin. Lê çawa ku nikarin li Başûr pêş bikevin, dê nekarin li Rojava jî pêş bikevin. Me Kobanê di sala 2014’an de çawa parastibe, dê niha jî wisa biparêzin.”    ‘BILA KESEK HESABÊN XWE LI SER KURDAN NEKIN’   Di berdewamê de Aydenîz got ku partiyên muxalefetê dixwazin tarîtiya salên 90’î dîsa zindî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiyên muxalefetê tenê di demên hilbijartinê de tên Kurdistanê. Yên ku ji bo zimanê dayikê, mafên kurdan yek gavê naavêjin, tenê ji bo komkirina dengan bi çeteyan re hevdîtinan dikin. Ev hevdîtinên wan ên bi çeteyan re, rûyê wan ê rast derdixîne holê. Bila tenê ji bo dengan neyên Kurdistanê. Gelê kurd hem deshtilatdariyê û hem jî muxalefetê baş nas dike. Divê hemû kes baş bi rastiya Kurdistanê bizane û gavên xwe li gorî wê biavêje. Bila kesek hesabên xwe li ser kurdan neke. Gelê kurd gelekî birêxistinkirî ye û divê desthilatdarî, muxalefet û dewlet vê baş bizane.”    ‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’   Saliha Aydenîz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Li seranserî cîhanê aloziyek heye. Ev alozî herî zêde xwe li Rojhilata Navîn dide der. Navenda vê aloziyê jî Kurdistan e. Gelê kurd li dijî vê aloziyê jiyaneke nû pêşkeş dike. Avakarê çareseriya vê kaosê jî birêz Ocalan e. Lewma tê tecrîdkirin. Tecrîd îro li seranserî civakê berbelav bûye. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir lê niha Tirkiye bi temamî veguheriye girtîgeheke servekirî. Sûcê herî mezin, tecrîd e. Dema birêz Ocalan diaxive, demokrasî û aştî tê. Pêvajoya di navbera salên 2013-2015’an de mînaka vê ye. Ji roja ew pêvajo xelas bûyî heta niha alozî heye û kûr dibe. Divê ne tenê tecrîd bi dawî bibe, her wiha divê em ji bo azadiya birêz Ocalan jî têbikoşin. Hemû dinya ne ji bo rakirina tecrîdê lê ji bo azadiya Ocalan têdikoşe. Heta ku ev pêk tê jî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”    ‘ATK SÛC DIKE’   Aydenîz, bi domdarî qala binpêkirinên li girtîgehan kir û ev tişt anî ziman: “Li girtîgehan îşkenceyê li girtiyan dikin. Girtîgeh, veguherî ne cihên îşkenceyê. ATK îmzeya xwe diavêje bin sûcên desthilatdariyê û dibe şirîkê sûc. Divê em dengê xwe li dijî binpêkirinên li girtîgehan bilindtir bikin. Dayik li her qadê li edaletê digerin. Emîne Şenyaşar di Nobeta Edaletê de ye. Heke edalet bê Tirkiyeyê ji ewil divê daxwazên Emîne Şenyaşar bi cih bînin. Em bi dayika Emîne û dayikên girtiyan re ne.”    SÛCÊN LI DIJÎ JINAN TÊN KIRIN   Di berdewamê de Aydenîz sûcên li dijî jinan ên li Îran û Ermenistanê şermezar kir û wiha pê de çû: “Polîtîkayên li dijî jinan li her deverê heman in. Yên ku dixwazin li ser jinên kurd pergala xwe ya dewletê li ser pêyan bigirin, bila baş li berxwedana jinên kurd binihêrin. Em hemû sûcên li dijî jinan hatine kirin şermezar dikin. Dê pergala dewlet-zilam bi saya berxwedana jinan bê hilweşandin. Jin li her qadê pêşengtiyê dikin û divê rêxistiniya xwe hîn xurtir bikin. Em ê li dijî mejiyê mêr-dewletê têbikoşin.”   ‘YEKITIYA NETEWEYÎ ŞERT E’   Aydenîz, di berdewamê de got ku hewcehî bi mezinkirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd heye û axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku kurd nebin yek, dê nekarin destkeftiyên xwe mezin bikin. Em ê yekitiya xwe pêk bînin. Zîhniyeta PDK’ê li dijî vê ye. Me dît bê ka li Zaxo nexşerêya Kurdistanê xistin çi halî. Ji Rihayê heta Zaxo, Mahabad û Qamişloyê em ê nehêlin Kurdistan bê parçekirin. Divê kesên li ber yekitiyê dibin asteng, bên teşhîrkirin. Gelê kurd û jinên kurd ji bo Rojhilata Navîn hêvî ne. Em bihêvî ne ji ber ku em birêxistinkirî ne. Ya ku li Tirkiye û Kurdistanê siyasetê diyar dike, sekna me ye. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Bila rêya me vekirî be û serkeftin a me ye.”    Hîdayet Enmek û Rabîa Aslan weke Hevserokên DBP’a Rihayê hatin tayînkirin.