‘Mafên demokratîk li Enqereyê bi darbeya sivîl hatine binpêkirin’ 2022-09-18 15:46:54   ENQERE - Endama Lijneya Rêveber a ATO’yê Ayşe Ugurlu da zanîn ku li Enqereyê bi darbeyeke sivîl re peymanên navneteweyî û mafên demokratîk hatine binpêkirin. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got ku ew van zextên li ser derdorên muxalîf ên civakî qebûl nakin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bi mebesta protestokirina astengkirina mafê civîn, xwepêşandan û meşan a ji hêla Walîtiya Enqereyê û Midûriyeta Emniyetê ve, bi banga “Demildest Demokrasî” li Navenda Giştî ya Tum Bel-Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Em ê dev ji bi kar anîna mafên xwe yên qanûnî bernedin, hûn dev ji kirina sûcan berdin” hatibû daliqandin. Hevserokê Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Husnu Yildirim û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di civînê de amade bûn.    MAFÊN MAKEQANÛNÎ HATIN XESPKIRIN   Di civînê de Endama Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO) Ayşe Ugurlu axivî û got ku peymanên navneteweyî û mafên demokratîk piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hatine betalkirin û wiha domand: “Ji wê dîrokê ve mafên civîn, xwepêşandan û meşan ji hêla Walîtiya Enqereyê û Midûriyeta Emniyetê ve tên binpêkirin. Mafên me yên zagonî ku bi sepanên OHAL’ê hatibûn sekinandin, bi Pergala Hikûmetê ya Serokkomartiyê ve bi temamî hatin xespkirin. Li Enqereyê hiqûqeteke taybet di meriyetê de ye. Walîtî û Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê hema hema li gorî her kolan û avahiyan sepanên cuda têxe meriyetê. Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME derheqê kesên van binpêkirinan dikin de tiştekî nakin lewma ev derhiqûqiye her ku diçe zêdetir dibin. Bi hinceta ku berê destûr nehatiye xwestin, daxuyaniyan asteng dikin, bi taybet jî li Kizilayê hewl didin bi êrişên xwe daxuyaniyan terorîze bikin û êrişên ku rûmeta mirovan binpê dikink, pêk tînin. Nahêlin em broşuran belav bikin, standan vekin û xebatên sendîkayî li pêşiya kargehên xwe bikin. Ji bo ku beşdarî xebatan nebin, gefan li endamên me dixwin û nahêlin nûnerên sendîkayan ji bo çalakiyan ji avahî derkevin. Amirên polîsan gefan dixwin û qadên sembol li tevgerên demokrasî û kedê tên qedexekirin.    Serlêdanên me yên ji bo mitîngan jî bi awayekî keyfî heta rojek beriya mitîngê nayên diyarkirin. Di ketina qada mitîngê de polîs provakasyonan dikin, saeta ku walîtiyê diyar kiriye tê ferzkirin û polîs fermanên amirên xwe nas nakin. Li deverên kamera lê neyî polîs welatiyan tacîz dike û êrişan dikin. Di heman demê de nahêlin nûçegihan dîmenan bikişînin. Divê neyê ji bîr kirin ku hêzên ked û demokrasiyê ku tarîtiya 12’ê Îlonê çirandibûn, dê niha jî li qadan bin. Em bang li rayedarên ku sepanên hiqûqê ji holê rakirin dikin; em natirsin û dev ji bikaranîna mafên xwe yên zagonî bernadin. Em ê li dijî hemû zordestiyan bikevin hava hewldanên hiqûqî.”    BOZGEYÎK: EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN   Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî da zanîn ku li Enqereyê ev 5 sal in rewşeke awarte heye û ev tişt anî ziman: “Piştî darbeya sivîl, Tirkiye bi bêzagoniyekê re rû bi rû ye. Gelek çalakiyên sendîka û partiyên siyasî tên astengkirin. Cotstandartiyek heye. Çalakiyên li dijî LGBT’iyan ji hêla dewletê ve tê destekkirin lê çalakiyên herî demokratîk ên rêxistinên pîşeyî û kedê tên astengkirin û rastî êrişan tên. Duh li Cizîrê êrişî meşa ji bo ekolojiyê kirin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta avakirina Tirkiyeyeke demokratîk jî em ê têbikoşin. Em zexta li ser derdorên muxalîf ên civakê qebûl nakin. Me vê hefteyê serlêdanên sûc kirin lê em baş dizanin ku daraz serbixwe nîne. Em careke din dibêjin, kesên van tiştan dikin sibe dusibe dê bên darizandin û hesabê bidin.”    Daxuyanî bi axaftina Cîgirê Rêxistina Partiya Gel a Komarê (CHP) a Enqereyê Atîlla Iliman û Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Enqereyê Mûstafa Karabudak bi dawî bû.