Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye 2022-09-20 15:14:29   AMED - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylon ê ku li Sûrê avahiyên dîrokî lê hatin hilweşandin û şûna wan avahiyên weke girtîgehê hatin çêkirin lêkolîn kir û got ku tiştên li navçeyê hatine kirin xiyaneta li dîroka Amedê ye.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Garo Paylan û endamên partiyê yên pê re li navçeya Sûra Amedê lêkolîn kirin. Paylan, ê avahiyên dîrokî ku di sala 2015’an hatin hilweşandin û şûna wan avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirin di cih de lêkolîn kirin, avahiyên nû weke xiyanetê penase kir.    ‘XIYANET E’   Paylan, ê li cihê ku avahî hatin hilweşandin axaftinek kir wiha axivî: “Gelek berhemên dîrokî yên li vir hilweşiyan û hatin tune kirin. Mixabin weke zeviyê serê wan hate girtin. Liv ir tenê berhemek maye. Kesên ku digotin em ê Amedê ‘bikin toledo’ modelên Girtîgeha Tîpa F çêkirin. Ev qad bi xiyaneteke mezin re rû bi rû hiştin. Ev xiyaneta li dîroka Amedê ye. Dema em bû desthilat em ê rêveberiyên herêmî qezenc bikin û vê xiyanetê bi hev re rakin û li dîroka Amedê ji nû ve bidin qezenckirin.”   ‘EZ HATIM XAPANDIM’   Welatiyekê jî da zanîn ku 62 sal in li Sûrê dijî, xaniyê wî jî di nav de 88 xanî hatine hilweşandin û wiha got: “Xwendin û nivîsîna min nebû. 5-6 îmze bi min dane avêtin. Heqê zeviya min a bi bihayê 925 hezar lîreyan xwarin. Dîsa heqê 62 darên min ên bihayê wan 225 hezar lire xwarin. Ez ê ji ku bizanim ku dê min bixapînin. Pereyê ku dane min 99 hezar lîre ne.”   Paylan û kesên pê re piştî lêkolînan ji  herêmê derketin.