‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike' 2022-10-01 09:02:22 STENBOL - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku di deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê de gelek tiştên ji hilweşandina AKP'ê wêdetir dîtine û wiha got: "Tifaq xwedî roleke ku pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike."    Gelek derdor deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ku di 24'ê îlonê de hat eşkerekirin dinirxînin. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz ku deklerasyonê nirxand, diyar kir ku deklerasyon gelek derdoran dihewîne û got ku tenê ne guherîneke siyas, îşaret bi pergaleke adil û wekhev dike.    XWEDÎ WATEYEKE DÎROKÎ YE   Tahmaz diyar kir ku deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê di warê çareserkirina krîza siyasî ya Tirkiyeyê de xwedî wateyeke girîng e û bal kişand ser girîngiya wê ya dîrokî. Tahmaz wiha axivî: “Tirkiye ber bi hilbijartineke gelekî dîrokî ve diçe. Di vê pêvajoya krîtîk a ber bi hilbijartinê de, tifaqeke pir krîtîk hat avakirin. Ev di warê çepa Tirkiyeyê û tevgera kurdî de ne tifaqa ewil e. Lê berfirehî û girîngiya metnê îşaret bi sê xalên girîng ên li gor ruhê serdemê dikir. Yek ji van, bersiva pirsa, gelo dê di kêliya dawî de siyaseta kurdî û AKP bibin yek yan na. Di hevoka yekem a deklerasyonê de, pozîsyoneke li dijî Tifaqa Cumhûrê heye. Pozîsyona li vir, ji hilweşandina AKP'ê wêdetir tiştan di xwe de dihewîne. Li hemberî AKP'ê xwedî pozîsyoneke guhertinê ye, lê îşaret bi projeyeke veguherîna civakî ya ji wê xurtir dike. Di vî warî de nivîseke pir pêşketî û zelal bû.”   JI TIFAQEKE HILBIJARTINÊ WÊDETIR E   Tahmaz diyar kir ku desthilat hewl dide HDP’ê krîmînalîze bike û wê derî siyaseta demokratîk bihêle û der barê Tifaqa Ked û Azadiyê de ev tişt gotin: “Partiyên di vê tifaqê de, li dijî kesên ku dixwazin dorê siyaseta demokratîk a kurdî teng bikin, xwedî helwest in. Ev tifaq, ji tifaqeke ku dê çi qas rayan li rayên siyaseta demokratîk kurdî zêde bikin wêdetir e. Hin derdor bi çavekî ku ji tifaqên bi siyaseta kurdî re tu tişt dernayê, li tifaqên bi vî rnegî mêze dikin. Yên xwedî vê helwestê tenê di çarçoveyek teng de mêze dikin. A rast ev e: îro di şert û mercên dijwar û tarî de siyaseta demokratîk ancax bi hevrêtiya bi bindestan, kesên din û kesên li derî siyasetê tên hiştin pêkan e. Lewma ev tifaq ji tifaqeke hilbijartinê wêdetir e."   MESELEYA KURDÎ   Tahmaz anî ziman ku pirsgirêka herî krîtîk a li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û got ku pirsgirêka kurd yek ji wan pirgsirêkan e ku li Tirkiyeyê qada siyaseta demokratîk teng dike, mafên demokratîk asteng dike. Tahmaz got: "Ez wekî kesekî ji bo aştiyê têdikoşe, ez dikarim bibêjim ku li TIrkiyeyê pirsgirêka ku demildest divê bê çareserkirin pirsgirêka kurd e. Gava em li deklerasyonê mêze dikin, em pêşniyazêng irîng ên ji bo vê meseleyê dibînin."    TÊKOŞÎNA JI BO AŞTIYÊ   Tahmaz bilêv kir ku di deklerasyonê de bangeke ji bo aştiyê jî heye û wiha got: “Ev yek ji bo min yek ji xalên herî krîtîk e. Wek tê zanîn desthilat di vê mijarê de pevçûnê dixwaze. Helwesta desthilatê ya di vê mijarê de, di bin atmosfera tirsê ya muxalefetê de siyasetê bike û wiha pêşve biçe. An jî di weziyeteke wisa de ye ku pozîsyona desthilatê xirt dike. Di metnê de hatiye destnîşankirin ku divê mesele li parlementoyê bê çareserkirin. Li ser daxwazên ji bo heq, hiqûq û edaletê hat sekinen. Ev gelekî hêja ne."    Tahmaz da zanîn ku Tifaqa Ked û Azadiyê nexşerêyeke girîng e ji bo çareserkirina krîzên siyasî yên li Tirkiyeyê. Tahmaz destnîşan kir ku ji bo tifaq bi ser bikeve, liv û tevgereke hevpar divê û wiha got: "Girîngiya bloka Ked û Azadiyê ku em wê wekî0 rêya sêyemîn bi nav dikin, di vir de xwe dide der. Ne tenê tiştekî li ser esasên hilbijartinê û guherîneke siyasî, veguherîneke civakî jî ji xwe re dike armanc. Têkildarî pergaleke adil, demokratîk û wekhev hin tespîtan di xwe de dihewîne. Lê ji bo hatina vê qonaxê divê krîza siyasî ya heyî were çareserkirin. Ji bo çareseriya vê krîzê jî divê bi tifaqeke asoya wê berfireh û hemû derdorên muxalif re rêyek esas bê girtin. Ger dilê we û bi serketina di hilbijartinan de hebe, ewilî divê hûn xwedî helwesteke ku dengdêrên kurd esas bigirin. Di vî warî de ifaq, xwedî roleke ku pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike."    MA / Esra Solîn Dal