Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire 2022-10-03 11:19:58   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku heke Tifaqa Ked û Azadiyê dakeve qadan, dê li Tirkiyeyê pêşî li ber guherînê veke û wiha got: “Dê hevsengiyên siyasî yên Tirkiyeyê bihejîne. Heke tifaq berfirehtir bibe, dê di hilbijartinê de bi rehetî ji sedî 20’ê dengan bigire.”    Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê hat avakirin, di 24’ê îlonê de deklarasyona xwe aşkera kir û diyar kir ku dê ji bo têkoşîna demokrasiyê bi derdoreke berfireh re xeteke nû ava bikin.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk (HDK) Esengul Demîr têkildarî deklarasyona Tifaqa Ked û Demokrasiyê û nexşerêya demên pêş bi ajansa me re axivî.      NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ RAGIHANDIN   Esengul Demîr, bi bîr xist ku partî û rêxistinên di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de hatine ba hev, ev demekî dirêje bi taybet jî di dema hilbijartinê de li dijî desthilatdariya AKP’ê di bin sîwana HDP’ê de li ser bingeha tifaqên stratejîk û taktîkî tên ba hev û wiha domand: “HDP’ê bi vê tifaqê re hemû derdorên li derveyî pergalê hatine hiştin, kesên tên krîmînalîzekirin, xizan, kedkar û hemû derdorên civakê anîn ba hev. Li dijî tifaqa dubendî weke tifaqa Rêya Sêyemîn derket. Di deklarasyonê de her kes axivî. Hat gotin ku bi kedkar, bindest û têkoşîna jinan re ne û divê Peymana Stenbolê dîsa bê îmzekirin. Gotin ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Anku çiqas pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî hebin, diyar kirin ku hêza sereke ya çareseriya wan in. Li şûna ku ji bo çareseriyê cihekî din nîşan bidin, gotin ku navnîşana çareseriyê em in.”   POZÎSYONA TIFAQA CUMHUR Û MILET   Bi domdarî Demîr anî ziman ku du tifaqên dişibin hev ên ku hêza zorê ya dewletê di nava xwe de dihewînin nikarin bibin çareserî û wiha got “Tifaqa Milet ku dibêje ‘ez dijberî desthilatdariyê me’, tifaqa ‘restorasyonê’ ye. Dibêjin; ‘em ê piştî hilbijartinê li pergala parlamenteriyê vegerin.’ Anku dibêjin em ê li demên berê vegerin. Jixwe ev bi tena serê xwe pirsgirêk e. Tirkiyeya niha û ya 20 sal berê wekî hev nîne. Sazûmaniya civakê guherî ye, daxwaz guherî ne, dinya guherî ye û pirsgirêkên kûrewî û herêmî hene. Lê ew soza pergala 20 sal berê didin. Sepanên derqanûnî yên vî welatî beriya rejîma AKP-MHP’ê jî hebûn. Anku bi wan dest pê nekirin. Hebûn û baweriyên gelan beriya wan jî hatin înkarkirin, ekolojî hat texrîbkirin û di nava civakê de newekhevî hebû. Lewma soza wan a vegera li demên berê tê wê wateyê ku dixwazin li feraseta netewe dewletê vegerê ya totalîter vegerin.”   ‘EV TIFAQ DÊ PÊŞÎ LI BER GUHERÎNÊ VEKE’   Di berdewamê de Demîr bi lêv kir ku di halê hazir de dînamîka civakê gelek xurt e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êv dînamîka civakê li welêt êdî çareseriyên bingehîn dixwaze. Ji bo vê jî deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê pir girîng e. Tifaqa Rêya Sêyemîn ji bo derfetên veguherînê rê vedike. Kurd, çepgir û tevgerên sosyalîst heta niha her tim di nava rewşeke parçebûyî de bûn. Wan jî fêm kir ku bi vî awayî nikarin encamekî bi dest bixin. Di esasê xwe her têkoşîna jihevbelav, bi civakê, rêxistin û partiyên siyasî dide windakirin. Rewşa heyî nîşanî me da ku divê em li dijî desthilatdariyê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Weke mînak; kapîtalîst û emperyalîst tên ba hev ne wisa? Li dijî dijminê xwe xeteke têkoşîna hevpar ava dikin. Wê demê çima bindest jî têkoşîneke hevpar ava nekin? Daxwaza me ew e ku tifaqeke mayînde û domdar be.”     BENDEWARIYA CIVAKÊ Û ROLA TIFAQÊ   Demîr, destnîşan kir ku divê derdorên li derveyî tifaqê mayîn hewceye lê werin zêdekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şert û mercên li welêt ji bo şoreşê guncav in lê rêxistiniyeke gel tune ye. Baweriya civakê bi muxalefetê nayê. Hewcehî bi avadaniyeke wisa heye ku gel ji gotin û têkoşîna wê bawer be. Ev avadanî jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Divê ev tifaq ji civakê re vê yekê baş vebêje; ‘Em ne neçarî vê desthilatdariyê û ne jî neçarî tifaqa jênebawer, ne çalak in. Alternatîfeke din heye û ew jî hûn bi xwe ne. Bangawaziya tifaqê ya di deklarasyonê de ji bo gel tê kirin, bi tena serê xwe têr nake. Divê tax bi tax, kolan bi kolan bi gel re hevdîtin bên kirin. Ji wan re bibêjin ‘em ê bi hev re vê desthilatdariyê têk bibin. Piştî vê deklarasyonê, hewceye tifaq dakeve qadan. Heya kêmeke civakê ji vê deklarasyonê heye. Lewma divê dakevin qadan. Dê Tifaqa Ked û Azadiyê, hevsengiyên siyasî yên Tirkiyeyê biguherîne. Dê di hilbijartinan de jî bi rehetî ji sedî 20’ê dengan bigirin. Em dizanin ku HDP bi tena serê xwe ji sedî 15 dengan digire. Bi vê baweriyê jî dikarin pir bi rehetî ji sedî 20’ê dengan bigirin. Ev jî dê arîtmetîka siyaset û parlamentoyê biguherîne. Lê bi şertê ku li qadê bin û bi gel re bin.”   MA / Ergîn Çaglar