Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye 2022-10-04 15:01:24   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ji bo azadiya girtiyên nexweş pêşniyara avakirina komîsyonê kir û wiha got: “Bêguman di navenda vê tecrîda de ku tevahiya welêt dorpêç kiriye, pergala tecrîdê heye. Welêt, civak, edalet, hiqûq û azadî bi temamî di tecrîdê de ne.”    Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna Koma Meclisê de axivî. Xizmên girtiyan ên Stenbol, Amed, Îzmîr û Wanê jî tev li Koma HDP’ê bûn.    Buldan, di serî de malbatên girtiyan silav kir û piştre jî ji malbata hunermend Onur Şener re sersaxî xwest.    Bi domdarî Buldan bal kişand ser Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku îro li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê hat qetilkirin û wiha got: “Ez vê cînayetê bi tundî şermezar dikim. Tam di erefeya qanûna sansûrê de rojnamegereke jin tê qetilkirin. Em ji bo malbat û hevalên wê sersaxiyê dixwazin. Xwedê rehma xwe lê bike.”  ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ BÛYE KARNAMEYA AKP’Ê’    Di berdewamê de Buldan got ku ew li meclisê dengê herî xurt ê bindestan in û wiha domand: “Çawa ku me qad û kolan ji faşîzmê re nehiştin, dê di meydana siyasetê jî ji desthilatdariyê re nehêlin. Ez, têkoşîna birûmet û mafdar a dayikên girtiyan silav dikim û dibêjim ku hûn bi tenê nînin. Em ê vê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Mirinên biguman, şewitandina înfazan ên keyfî, hiqûqa dijminatiyê ya li dijî girtiyên nexweş û hwd. karnameya zîhniyeta AKP-MHP’ê ya girtîgehan e. Di nava 9 mehên dawî de herî kêm 63 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di nava wan de girtiyên nexweş jî hebûn û yên bi îşkenceyê hatin qetilkirin jî hebûn. Heke li vî welatî edalet hebûna, îro Garîbe Gezer, Ferhan Yilmaz, Bazo Yilmaz, Abdulrezzak Şuyur, Halîl Guneş, Vedat Erkmen, Bangîn Muhammet û yên din jî niha dê bijiyan. Lewma edalet weke nan û avê girîng e. Lewma têkoşîna dayikan, têkoşîna jiyanê ye. Divê parlamento û siyaset li dijî hawara dayikan xemsar tevnegerin.”   ‘TEVAHIYA WELÊT DI TECRÎDÊ DE YE’   Bi domdarî Buldan got ku ji bo rewşa girtiyan dê di demekî herî nêz de bi wezîrê dadê re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: “Her wiha dê koma me pêşnûmeyekê bide û bixwaze ku komîsyoneke lêkolînê bê avakirin. Banga min li parlamento û muxalefetê ew e ku werin em bi hev re di zûtirin demê de vê komîsyonê ava bikin. Bi vê yekê re hem dest li qewimînên li girtîgehan werdin û hem jî pêşî li ber mirinên derhiqûqî bigirin. Em ê bi tu awayî nehêlin ku heqîqeta girtîgehan were jibîrkirin. Bêguman li navenda vê tarîtiya li ser girtîgeh û tevahiya welêt, pergala tecrîdê heye. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, weke polîtîkaya AKP-MHP’ê ya ji bo pêşîlêgirtina demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên muzakereyan e. Tecrîda behsa xeberê tenê bi Îmraliyê re bisînor nîne. Tevahiya welêt, civak, edalet, hiqûq, mafên mirovan û azadî di tecrîdê de ne.”   ‘HUN DÊ NEKARIN BI SIYASETA ŞER BAWERIYA GEL BI XWE BÎNIN’    Buldan, diyar kir ku bi nêzbûna hilbijartinê re destilatdarî ji bo ku xwe li ser pêyan bigire, êrişên xwe yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di êrişên li dijî Rojava de sivîl, zarok û jin jiyana xwe ji dest didin. Anku sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Li kîjan deverê derfeteke aştiyê hebe, ji bo ku wê derê xerab bikin ya ku ji dest tê dikin. Ji ber ku pêdiviya qesrê bi şer heye. Lê hûn çi dikin bikin, dê nekarin xwe ji vê rewşê xelas bikin. Hûn dê nekarin baweriya gel bi polîtîkaya şer bi xwe bînin.    Banga min ji bo raya giştî ev e; guh nedin vê siyaseta şer a desthilatdariyê ku hebûna xwe bi alozî û krîzan didomîne. Ji bo nixûmandina têkçûna aborî û nelirêtiyên xwe, dê serî li her cureyekî kompasan bidin. Divê kesek nekeve van xefikên desthilatdariyê. Em ê desthilatdariyê têk bibin û aştî dê bi ser keve. Divê em niha hîn bêhtir li dijî şer û tecrîdê derkevin û têbikoşin.    BANG LI MUXALEFETÊ KIR   Banga min ji bo muxalefetê ye; li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê bêdeng nemînin da ku çerxa wan a nelirêtî û rantê negere. Hinek bicisaret bin. Xwedîderketina li polîtîkaya aştiyê, xwedîderketina li welêt, jiyan û diyaloga di navbera gelan de ye.    DI TEVAHIYA HAVÎNÊ DE EM LI QADAN BÛN   Weke HDP’ê em em di tevahiya havînê de li qadan, kolanan, febrîqeyan û li gundan bûn. Ji bo ku di Doza Kompasê ya Kobanê de heqîqetê biparêzin, em li eywanan bûn. Bawer bikin hevalên me bi parastinên xwe dîroka têkoşîna hiqûq, edalet, demokrasî û aştiyê nivîsandin. Bi tevlibûna sedhezaran li Amed û Stenbolê me du mitîngên mezin li dar xistin. Me li her qadê soz da hemwelatiyên xwe. HDP bibiryar e ku bibe dengê îtîrazên pêl bi pêl mezin dibin, qêrînan û daxwaza guhertinê ya hevpar. Bi vê sedemê jî me Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir. Tifaqa Ked û Azadiyê, di navbea her du tifaqên din de rêya sêyemîn a gelê me ye. Ev rê, ji bo pêşeroja demokratîk a welêt, rêya hêviyê ye.    TIFAQA KURDISTANÊ   Tifaqa din a HDP’ê jî tifaqa bi partiyên Kurdistanî re ye. Em dixwazin tifaqa herî berfireh a Kurdistanî ava bikin. Em ê di demekî nêz de mizgîniya vê bidin. Em di wê baweriyê de ne ku dê welatekî bihêvî û biaram ava bikn û rejîma zextkar û faşîzan têk bibin. Divê baş bê zanîn ku tifaqa me armancek daye pêşiya xwe ku her tim mezintir bibe.    ME QAD JI FAŞÎZMÊ RE NEHIŞTIN   Em ê li deriyên hemû derdor, sazî, partî û şexsan bixin û tifaqa xwe mezintir bikin. Çareserî em in, hêza çareseriyê em in. Me ev qad ji faşîzmê re nehiştin. Me hêviya demokrasî û aştiyê her tim zindî hişt û dê zindî bimîne jî. Di avakirina welatekî demokratîk de jî em ê bibin hêz sereke û diyarker. Banga me li her kesên guherînê dixwazin ew e ku tev li HDP’ê û tifaqa me bibin.    Ciwanên hêja; banga min bi taybet jî bo we ye. Hêza sereke ya ku dê van qilfeyan bişikînin, hûn in. Vîna we ya azad e. Hûn hêviya civakê ne. Gazinc û têkoşîna we, hêvî û rêbera me ye. Em ê bi hev re bi ser kevin. Em ê bi we re biguherînin û bi we re nûbûnê çêbikin. Em bi we re ne.    EM Ê DIRÛŞMA JIN JIYAN AZADÎ LI HEMÛ CÎHANÊ BELAV BIKIN    Jinên hêja yên ku bi mûyekî pora xwe cîhanê dihejînin; hêza herî mezin em in. Ne yekzilam lê em dê bi ser kevin! Jiyana azad û wekhev em ê bi hev re ava bikin. Berxwedanên jinan ên ji bo Jîna Amînî mezin dibin, dengê meşa guherînê ye. Ev berxwedan, ji bo têkoşîna hemû jinan bûye çavkaniya hêviyê. Em ê sala 2023’yan diyar bikin. Tu pergaleke ku me erê nekirî dê nekare bi ser keve. Em jin dê bi ser kevin. Dê dirûşma jin, jiyan, azadî li hemû cîhanê belav bikin.    ŞIKANDINA ÇERXA KEDXWARIYÊ DI DESTÊ KEDKARAN DE YE    Kedkarên hêja; yên ku bi xweha eniya xwe cîhanê ava dikin, hûn in. Şikandina vê çerxa kedxwariyê di destê we de ye. Hêza we; nifteya guherîn û pêşerojeke demokratîk û wekhev e.    Gelê me yê hêja; we ev têkoşîn bi fedekariyên mezin û bi bedelên giran heta roja me anîn. We serî netewand! Hûn tu carî teslîm nebûn. We yek gav paşve neavêt. Êdî dem dema serkeftina mezin e. Di demekî herî nêz de dê bi saya hêza vîna xurt a gelê kurd, serdema demokrasî, aştî û edaletê dest pê bike. Hezîran nêz in. Serkeftin nêz e.”