Sancar: Kujerên Jînayê û yên Nagihanê xwedî heman zîhniyetê ne 2022-10-06 14:14:00   QERS - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku zîhniyeta Jîna Amînî qetilkirî û ya Nagihan Akarsel qetil kirî heman zîhniyetin û wiha got: “Ji têkoşîna jinan ditirsin lê belê dê ev tirs nekare pêşî li dawiya wan bigire.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re, li Qersê bi gel re civiya. Şande, li balafirgehê bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin. Şande bi konvoyekê ber bi navenda ve kete rê û di rê de welatiyên li ser rê hatin silavkirin. Sancar û şandeya pê re li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar ji hêla bi hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Sancar, ji bo pêşwazîkirina germ spasiya xelkê Qersê kir.    Mîthat Sancar diyar kir ku Qers, bajarekî qedîm û baxçeyê gel û baweriyan e û wiha got: “Li Qersê hemû derdorên cuda bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn û yek ji bajarên mînak e. HDP, encama vê feraseta pêkvejiyanê û têkoşîna birûmet a xelkê bajar e. Em baş bi pirsgirêkên qersê dizanin. Gelê me neçarî tunebûn û xizaniyê hatiye kirin. Li pêşberî me desthilatdariyeke xespkar heye ku ked û berhema gel xesp dike. Azadî û vîna gel tê xespkirin. Keda gel xesp dikin û didin komeke biçûk a alîgir û dewlemendan. Ev bajar, li Rojhilata Navîn mezintirîn navenda sewalkariyê ye. Lê belê em dibînin ku sewalkariya li bajêr li ber tunebûnê ye. Sedema vê jî pergala kedxwar, talanker û qesrê ye. Gel ji birçan dimire lê ew li qesra xwe çavkaniyên gel dixwin. Ev pergal wiha nadome û em ê teqez hilweşînin.”    ‘VÎNA GEL HAT XESPKIRIN’   Bi domdarî Sancar anî ziman ku desthilatdarî vîna gel xesp dike û ev tişt anî ziman:    “Mînaka vê ya herî şênber jî rejîma qeyûman e. Vê desthilatdariyê tehemûla îradeya we nekir. Ji ber ku ne gel û ne jî vîna wan nas nakin. HDP li her çar aliyên welêt mezin dibû û ji vê yekê tirsiyan. Lewma jî rejîma qeyûman xistin meriyetê. Beriya qeyûm, hevşaredarên me yên Qersê û endamên meclisê xizmeta gel dikirin û yek ji mînakên herî xweşik ên şaredariya civakparêziyê bûn. Lê rejîm ji vê tirsiya. Mîna li Qersê, dema dibînin ku îradeyên gelên kurd, terekeme, azarî û hwd. dibin yek, pir ditirsin û dikevin nava fikaran. Lê çi dikin bila bikin em ê dev ji anîna ba hev a gelan bernedin. Dê nekarin bi girtin, binçavkirin û sepanên keyfî rê li ber vê bigirin.    EM Ê TIFAQÊ MEZINTIR BIKIN   Em dixwazin li vî welatî rêya destpêkeke nû û veguherîneke demokratîk vekin. Em dixwazin bingeha aştiyê ava bikin û pergaleke wisa ava bikikn ku kedkar heqê keda xwe wergirin. Me bi vê sedemê jî Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir. Em niha jî hewl didin vê tifaqê mezintir bikin. Yek ji bajarên herî zêde dê qedr û qîmetê vê tifaqê fêm bike, Qers e. Qers, yek ji çavkaniyên herî girîng ên têkoşîna şoreşgerî ya Tirkiyeyê, çanda têkoşîna çep û sosyaslîzmê ye. Em dixwazin hemû çavkaniyan bînin ba hev. Bi Tifaqa Ked û Azadiyê em vê tifaqê mezintir dikin û dê bi Tifaqa Demokrasiyê re bibin alternatîf. Gel neçarî du vebijêrkan nîne.    REJÎMÊN DESPOT JI TÊKOŞÎNA JINAN DITIRSIN    Berpirsyariya me ji bo we, hemû gelan, kedkaran, jinan, ciwanan, baweriyan û vî welatî bi xwe heye ku aştiyê pêk bînin. Tirsa desthilatdariyên zalim a herî mezin, têkoşîna jinan e. Desthilatdarên yekperest, despot û dîktator ji têkoşîna jinan pir ditirsin. Bûyera li Îranê yek ji mînakên vê rastiyê ne. Jîna Mahsa Amînî bi hovane qetilkirin. Lê vê zîhniyetê li hemberî xwe berxwedaneke mezin a jinan û têkoşîna gel dît. Mafdarin ku bitirsin ji ber ku dema jin rabûn ser pêyan, tu zordest nikarin xwe li pêşiya wan bigirin. HDP partiya jinan e. Dê nekarin xwe li pêşiya HDP’ê bigirin û em ê nîşanî wan bidin ku nikarin xwe bigirin. Akademîsyen, nivîskar, lêkolîner û yek ji pêşengên tevgera jinan Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Zîhniyeta ku Jîna Mahsa qetil kirî û ya Nagihan Akarsel qetil kirî, heman zîhniyet e. Ji jinan û têkoşîna wan ditirsin. Lê ev tirs dê nekare rê li ber têkçûna wan bigire.    CIWAN NEÇARÎ BÊKARIYÊ KIRIN    Her wiha ji ciwanan ditirsin. Rejîmeke wisa heye ku ciwan neçarî bêkarî, bêhêvîtî û bêpêşerojiyê kirine. Gelemperiya ciwanên Qersê koç dikin. Ji ber ku kar û xizmet tune ye. Bo xwe li welat û bajarên cuda li pêşeroj û kar digerin. Lê em ê pêşî li ber vê bigirin. HDP di heman demê de partiya ciwanan e û dê pergaleke wisa ava bike ku ciwan bi destên xwe teşe bidin pêşeroja xwe.    EM Ê DEV JI ARMANCA AŞTIYÊ BERNEDIN   Ev rejîma heyî, hewl dide nefretê têxe navbera gelan û hebûna xwe bidomîne. Lê em ê vê nefretê tune bikin. Em ê welatekî wisa ava bikin ku gel azad û bawerî wekhev bin. Em xwedî wê hêz û îradeyê ne. Aştî jî yek ji armancên me yên jênevegere. Tekane rêyeke çareserkirina pirsgirêka kurd heye ku ew jî muzakere, guftûgo û siyaseta demokratîk e. Ji bo amadekirina vê bingehê jî ya ku ji destê me tê dê bikin. Em ê dawî li polîtîkayên şer bînin. Ev polîtîka, hem li hundir û hem jî li derve ziyaneke mezin dide gel. Herî zêde jî ziyanê digihîne kedkar, ciwan û xizanan. Ji ber ku her wesayîta leşkerî û gule, bi pereyê gel tên kirîn. Lewma em ê tifaqa herî mezin a li dijî şer ava bikin.    LI VÎ WELATÎ HEWCEHÎ BI BERNAMEYÊN ŞÊNBER HEYE   Em ji vir bang li partiyên din ên muxalefetê jî dikin. Têkildarî pirsgirêka kurd diaxivin. Lê belê hewcehî planên şênber ên aştî û çareseriyê heye. Heta ev pêdivî neyê bicihanîn, bi gotinên xweş nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Heta çareserî nebe jî dê tu carî edalet, azadî û demokrasî neyê vî welatî. Bawer bikin heke me mil da milê hev, em ê çareseriyê hîn bêhtir derxînin. Çareserî em in. Yên ku dixwazin li rejîmên berê vegerin, dê têk biçin. Rêyek heye; ew rê jî HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Em ê teqez bi ser kevin.”