Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike 2022-10-07 10:39:42   ENQERE- Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, êrişeke li dijî daxwaza azadiyê ya gelê kurd e û wiha got: “Dixwazin encamekî bi dest bixin lê gelê kurd û hêzên demokrasiyê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin raber dikin.”    Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir. Komplo, bi anîna Ocalan a di 15’ê Sibata 1999’an de li Tirkiyeyê berdewam kir. Komploya navneteweyî 24 sal li pey xwe hişt. Pêvajoya ku hêzên kûrewî ji bo destwerdana li Rojhilata Navîn dabûn destpêkirin, bi pergala tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê re didome. Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û rola gardiyaniyê jî dayîne Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan, bi parastinên xwe û bi guhertina paradîgmayê ya di demên piştre de komplo pûç kir. Her çend ku Ocalan di sala 2019’an de piştî çalakiyên greva birçîbûnê 5 hevdîtin kiribin jî, ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Di heman demê de Abdullah Ocalan nikare bi malbata xwe re jî hevdîtinan bike. Herî dawî di 25’ê adara 2020’an de l i ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Abdullah Ocalan ku tevî tecrîda girankirî û rewşa “agahî jênegirtinê” jî digot; “Min pêvajoya Îmraliyê ji bo têkbirina vê lîstikê weke platformeke îdeal bi kar anî. Ji bo vê jî bingeha xwe ya teorîk a pêwîst bihêz kir. Min hemû argumanên felsefî û pratîk ên şert û mercên çareseriya aştiyane û siyasî pêş xistin.” Felsefeya Ocalan, îro li seranserî cîhanê di nava gelan de belav dibe.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel, têkildarî komploya navneteweyî bi ajansa me re axivî.    BINGEHA DESTWERDANA LI ROJHILATA NAVÎN   Tayîp Temel anî ziman ku di komploya navneteweyî ya bi pêşengtiya DYA û Îsraîlê de hatiye kirin de zêdetirî 40 dewlet û rêxistinên îstîxbaratê ketibûn dewrê û wiha got: “Ji bo destwerdana li Rojhilata Navîn, hêzên serdest weke gava ewil komplo xistin meriyetê. Bingeha Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) a DYA’yê bi daxwaza tesfiyekirina Ocalan re hat avêtin. Birêz Ocalan vê rastiyê baş dibîne. Dibîne ku ji derxistina wî ya Şamê re mebest ew e ku Sûriye bê dorpêçkirin û amadekirina bingeha destwerdana li Rojhilata Navîn e. Lewma jî xwest pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de xitimî, bi awayekî têxe rojeva hêzên navneteweyî.”    ÊRIŞA LI DIJÎ DAXWAZA AZADIYÊ   Temel, anî ziman ku hêzên modernîteya kapîtalîst di çarçoveya êrişên li dijî daxwaza azadiyê ya gelê kurd de hewl dan perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan berteraf bikin û wiha domand: “Birêz Ocalan wê demê dixwest ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re hinek gavan pêş bixe. Ev yek, êrişeke li dijî vê hewldanê bû. Birêz Ocalan hewl dida bi muxatabên pirsgirêkê re çareseriyekê pêş bixe. Dema em li pêvajoya beriya 9’ê cotmeha 1998’an dinihêrin, dibînin ku birêz Ocalan di demên cuda de bi desthilatdariyên cuda yên Tirkiyeyê re hevdîtin kirine. Ji bo ku bi Ozal re çareser bike, nîqaşên xurt dimeşandin. Nedixwest hêzên navneteweyî tev li bibin û pirsgirêkê bi muxatabên wê re çareser bike. Di dema Erbekan de jî heman hevdîtin çêbûn. Di encama van hevdîtinan de jî agirbest û rewşên bêpevçûnî hatin ragihandin. Ev perspektîf jî ji bo hêzên ku hesabên wan li ser Rojhilata Navîn hene, pirsgirêk bû. Yek ji armanca komploya li dijî Ocalan ev bû.”   PARADÎGMA HEDEF GIRTIN   Bi domdarî Temel, diyar kir ku yek ji sedemên daxwaza tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd a di şexsê Abdullah Ocalan de jî ev paradîgma bû û wiha pê de çû: “Sosyalîzm ji nû ve hatibû şîrovekirin, aliyên sosyalîzma reel ên ku diviyabû bihatina pêşxistin diyar kiribûn, weke tevgereke gel roj bi roj mezin dibû. Aqilê stratejîk ê Tirkiyeyê rêya pêşîlêgirtina vê, di tesfiyekirina Ocalan de dît. Wê demê jixwe hem navenda şerê taybet û hem jî kesên ji PKK’ê reviyayîn ev nirxandin dikirin; heke birêz Ocalan bê tesfiyekirin, dê PKK ji hev belav bibe. Ji vî alî ve hêviyeke mezin a wan hebû.”    HÊZÊN DUJBER HATIN BA HEV   Di berdewamê de Temel bi lêv kir ku di dema radestkirina Abdullah Ocalan de geşedanên balkêş qewimîne û wiha behs kir: “Heta dewletên dijber jî bi hev re tevgeriyan. Amerîka û Rûsya di gelek kêm mijaran de li hev dikin. Anku hêzên kurewî yên dijberî hev. Lê belê di komploya navneteweyî de bi hev re, bi koordîneyî tevgeriyan. Ev yek bû sedem ku komplo bi girtinê encam bibe. Weke mînak; di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de dijberiyeke dîrokî heye û tu carî nayên ba hev. Lê belê di komployê de bi hev re tevgeriyan. Piştî Atînayê, birêz Ocalan şandin Kenyayê û ev yek teqez bicihanîna fermanên Gladioya NATO’yê bû. Du partiyên siyasî yên kurd YNK û PDK ku yek ji Sedam û ya din ji Îranê alîkarî digirt û şerê hev dikirin, di pêvajoya komployê de li Wasinghtonê hevdîtin kirin. Anku nêrîn û dijberî dan aliyekî û di komployê de bi hev re cih girtin. Sedema tevlibûna hêzên navneteweyî û Gladioya NATO’yê ew bû ku pirsgirêka kurd sed salên din paşve bidin û rewşa bêstatû ya Kurdistanê wekî xwe bimîne.”    PERSPEKTÎFA ÇARESERIYÊ YA JI BO KURDAN   Parlamenter Tayyîp Temel got ku Abdullah Ocalan bi sekna xwe komplo pûç kiriye û ev nirxandin kir: “Dema birêz Ocalan hêjta li Şamê, digot ku heke statûya kurdan bê naskirin dikare pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê çareser bibe. Di hevpeyvînên xwe yên wê demê yên bi rojnameger Mehmet Alî Bîrand re de ev kod û şîfre bi vekirî tînan ziman. Di hevpeyvînên xwe yên bi nivîskarên tirk re de ev perspektîf bi vekirî vedigot. Lê teza wî ya ku li ser komareke demokratîk ku kurd yek ji damezirînerên sereke ne, li Îmraliyê bêhtir pêş xist. Danişînên Îmraliyê bi raya giştî re hatin parvekirin û ev veguherîn paradîgma û perspektîfa çareseriyê. Çendek muxatabên vê perspektîfê hebûn ku ya yekemîn kurd bûn. Dema ev perspektîf pêşniyar dikir jî, ji hêlekî ve diberiband bê ka gelê kurd çiqas erê dike. Derket holê ku ji sala 2000’an heta niha di her çalakî, konferans û Newrozan de ji hêla gelê kurd ve hatiye qebûlkirin.”    ZÎHNIYETA GLADIOYÊ ÇARESERÎ XITIMAND   Temel, daxuyand ku yek ji muxatabên din ê perspektîfa Abdullah Ocalan jî civaka Tirkiyeyê bû û ev tişt anî ziman: “Bêguman qanehkirina civaka Tirkiyeyê karê tevgera kurd û hêzên çepgir, sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyeyê bû. Lê ev aliypê kar kêm ma. Ya sêyemîn jî birêz Ocalan li muxatabeke siyasî geriya ku bikare pê re li ser navê Komara Tirkiyeyê muzakereyan bike. Ev hewldana birêz Ocalan ji zû ve ye heye. Di nava dewletê de jî hêzên ku mekanîka darbeyê diparêzin ketin nava hewldanan. Mixabin ku ev klîka hebûna xwe bi neçareserî û înkarê didomîne, her tim bi ser ket. Her tim bi awayekî ev hewldan û perspektîfên birêz Ocalan sabot kir. Birêz Ocalan ev mekanîka darbeyê ya domdar nirxand. Mekanîka darbeyê her tim li dijî civakê, dînamîka civakê, azadî û hebûna gelê kurd derbeyên biçûk pêş dixîne û dewletê wisa birêve dibe. Di demên ku neçareserî kûr dibe de derbe, vediguhere awayê rêveberiyê. Lewma jî zîhniyeta gladioyê heta roja me jî rêyên çareseriyê xitimand.”    PARADÎGMAYÊ RÊ LI BER TESFIYEYÊ GIRT   Di berdewamê de Temel anî ziman ku Abdullah Ocalan bi saya paradîgmaya li Îmraliyê pêş xistî, rê li ber tesfiyeya li Tevgera Azadiyê ya Kurd dihat ferzkirin girtiye û wiha got: “Ji bo pûçkirina komployê, birêz Ocalan planeke pir berfireh amade kir. Tevgera siyasî ya kurd û pêkhateyên wê ber bi guhertina paradîgmayê ve bir. Nehişt ku veguhere dijberê xwe. Gelek mekanîzma ava kir. Anku pêşî li ber tesfiyeya sîstematîk hat girtin. Armanca komployê tesfiye bû. Lê tevgera siyasî ya kurd tesfiye nebû. Ji Şengalê heta Şehbayê, hema hema herêmeke ji erdnîgariya gelek dewletên Rojhilata Navîn mezintir kontrol dike. Berevajî vê, paradîgma bi ser ket. Em rewşa Sûriyeyê ya niha dibînin ku komplo li wir dest pê kiribû. Dema em li devera ku kurd li gorî fikrên birêz Ocalan tevdigerin dinihêrin, ji bo hemû rejîmên dijdemokratîk bûye modêlek.”   ‘TEKANE MUXATAB OCALAN E’   Bi domdarî Temel, bi lêv kir ku komplo bi ser neketiye û axaftina xwe wiha qedand: “Heke car bi car mekanîkan darbeyê ya Tirkiyeyê civakê qir bike jî, ev gel xwedî îradeyeke siyasî ya wisa xurt e ku têk naçe. Êdî ev çand û fikra siyasî hatiye asteke wisa ku qedera Tirkiyeyê diyar bike. Armanc tesfiyekirina PKK’ê bû. Lê hem gelên Kurdistanê û hem jî yên Rojhilata Navîn dibînin ku ev yek pêk nehat. Hema hema li her devera cîhanê û 4 çar parçeyên Kurdistanê xwedî giraniyeke siyasî ye. Tevî tecrîda girankirî û dermirovî jî tekane muxatabê pirsgirêka kurd, birêz Ocalan e. Bi komployê ve tiştek bi dest nexistin lê heman pêvajo îro jî didome. Komplo bênavber xwe nû dike. Ev tecrîda girankirî û derhiqûqî jî berdewamiya wê komployê ye. Ev jî nîşaneya israra wan a di komployê de ye. Êrişên li dijî başûrê Kurdistanê, yên li dijî Rojava, HDP û hêzên demokrasiyê jî yek ji armancên serxistina komployê ye. Anku komplo didome û dixwazin encamekî bi dest bixin. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê jî li dijî vê hewldanê berxwedaneke mezin rabe dikin. Lewma mimkin nîne ku komploger bi ser kevin. Serkeftin dê ya gelan be.”   MA / Bêrîvan Altan