Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî 2022-10-07 13:33:18 QERS – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku partiya wan ji bo nîqaşên makeqanûnê vekiriye û wiha got: “Desthilatdar li pey rojevên cuda ketiye. Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê makeqanûneke demokratîk bîne vî welatî.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîtha Sancar, di roja duyemîn a serdana xwe ya li Qersê de bi rojnamegeran re hate ba hev. Sancar, diyar kir ku ev du roj in li Qersê hem pirsgirêkên bajar û hem jî yên welêt nîqaş dikin. Sancar, têkildarî “Qanûna sansûrê” ku niha li Meclisê tê nîqaşkirin axivî û wiha got: “Pirsgirêka herî girîng a me tevan, azadî ye. Çapemenî tenê dikare di şert û mercên azad de karê xwe bike. Nexwe kesek nikare karê xwe bike û mafê xwe yê agahîgirtinê bi kar bîne. Di rewşên wiha de rêbaza zextê pir bi hêsanî dikeve meriyetê ku desthilatdarî jî bi vê rêbazê welêt birêve dibe. Dixwazin tirsê serwer bikin û cihên ku dîwarê tirsê tê hilweşandin jî hewl didin bi tevdîrên qedexeyê pêşî li ber bigirin. Armanca ji qanûna sansûrê jî ev e.”    Di berdewamê de Sancar anî ziman ku zextên li ser çapemeniyê besî desthilatdariyê nekir û wiha domand: “Lewma niha dixwazin çapemeniya înternetê jî bi tevahî têxin bin kontrola xwe. Dixwazin bi vê operasyonê, çapemeniyê bi tevahî dorpêç bikin. Bingeha belavkirina agahiyên xelet, dezenformasyonê jixwe ev desthilatdarî ye. Wezareta Ragihandinê jî navenda vê dezenformasyonê ye. Ev jî besî wan nake ku dixwazin bi tevahî kontrol bikin. Hemû desthilatdariyên ji gelê xwe bawer nakin, serî li vê rêbazê didin. Dixwazin bi tirsandin û bêdengkirina gel re desthilatdariya xwe bidomînin. Tirsa wan a herî mezin ew e ku rastî belav bibe. Li dijî Qanûna Sansûrê, ya ku ji destê tê em dikin. Lê ev bes nake û divê em li gel hemû hêzên demokratîk, li dijî vê qanûnê derkevin.”    ‘SEDEMA PIRSGIRÊKAN NEBÛNA DEMOKRASIYÊ YE’   Sancar, di berdewamê de got “her ku hilbijartin nêz dibe, dê desthilatdarî serî li rêbazên vî rengî bide” û ev tişt anî ziman: “Sedema pirsgirêkên gavek berê min rêz kirin jî, nebûna demokrasiyê ye. Ji ber ku yên ji demokrasiyê nebawer, her tim tirsê belav dikin û dixwazin bi darê zextê civakê kontrol bikin. Lê dê gel nehêle ev hesab bi ser keve. Lewma hilbijartinê bo xwe weke mijara hebûn û tunebûnê dibînin.    ÇANDINÎ BER TUNEBÛNÊ YE    Li hêla din di aboriyê de têkçûneke mezin heye. Bedela wê jî xelkê hejar dide. Bêguman yên ku ji vê têkçûnê sûd digirin hene ku ew jî komeke biçûk a sermayedaran û alîgirên wan in. Tirkiye di qada çandiniyê de li ber tunebûnê ye. Sewalkarî tune dibe. Qers, yek ji mînakên herî şênber e. Çavkaniya wan a debarê ya herî sereke sewalkarî ye. Lê ji ber polîtîkayên aboriyê, sewalkarî anîn ber tunebûnê.    Xizaniya li Qersê roj bi roj zêdetir dibe. Di dahata millî ya Tirkiyeyê de yek ji bajarên para herî biçûk digire, Qers e. Her wiha bêkarî pir zêde ye. Tevî xaka xwe ya berhemdar jî, ev bajar di vê rewşê de ye. Ev rewş ji ber xwe ve çênebûye. Encama polîtîkayên rant, kedxwarî û înşaetê ya desthilatdariyê ye.    PIRSGIRÊKÊN DI QADA TENDURISTIYÊ DE   Li gorî daneyên fermî, yek ji bajarên herî zêde gelê wê jê koç dike, Qers e. Ev yek ne tenê girêdayî rewşa xerab a çandiniyê ye. Sedema wê ya esasî ew e ku derfetên debarê nehatine hiştin. Ya din jî xelkê bajar ji xizmetê bêpar e. Li vir nexweşxaneya zanîngehê heye lê bijîşk nînin. Di gelek beşan de bijîşkên pispor nînin. Xelk, neçar dimîne ku biçe nexweşxaneyên bajarên din. Weke ku hûn jî dizanin kedkarên tenduristiyê bi mehan e li ber xwe didin. Serokkomar jî digot; ‘ku derê dixwazin bila biçin wê derê.’ Em ê vê gotinê jibîr nekin. Tenduristî pêwistiyeke herî bingehîn e. Divê xizmeteke bêpere be lê mixabin ku desthilatdariyê veguherandiye qada bazirganiyê. Encamên vê yên giran jî gel dide.   EM Ê NEHÊLIN PERGALA KEDXWARIYÊ BIDOME   Heman pirsgirêk di qada perwerdeyê de jî hene. Li gelek dibistanan mamoste tune ne. Polîtîkayên wan xizmetê ji gel û kedkaran re nakin. Di bin navê mezinbûnê de sermayedaran dewlemendtir dikin û xwehê keda karkeran têxin berîka sermayedaran. Xelk xizan dibe û sermayedar û qesr mezin dibe. Divê ev pergala aboriyê ya neadilane biguhere. Zehmetiyên ku esnaf dikişînin jixwe tên zanîn. Ji bo guherandina vê pergalê jî di nava lêgerînê de ne û li hêviyekê digerin. Em jî ji wan re dibêjin ku alternatîf, em in. HDP û tifaqa wê dê nehêle ev pergala kedxwariyê bidome.     EM SEFERBERIYA EDALETÊ DIDIN DESTPÊKIRIN   Niha li Tirkiyeyê di her qadê de zext û zilm heye. Yek ji têgehên bingehîn ên li Tirkiyeyê, bêedaletî ye. Di her qadê de bêedaletî heye. Li dijî seferberiya bêedaletiyê ya desthilatdariyê, divê em jî seferberiya edaletê bidin destpêkirin û mezin bikin. Tifaqa me seferberiya edaletê da destpêkirin û em hewl didin hîn mezintir bikin. Em dibêjin ku di serî de pirsgirêka kurd, hemû pirsgirêkên vî welatî bi rêyên aştiyane bên çareserkirin. Tundî, ne tenê di qadekî xwe dide der. Ev desthilatdarî, di mijara pirsgirêka kurd de di rêbaza şer û ewlekariyê de israr dike.    TEŞWÎQÎ NELIRÊTIYÊ DIKIN    Nelirêtiyên heyî êdî rewa tên dîtin û hewl didin veşêrin. Êdî kesên nêzî desthilatdariyê di her qadê de talanê dikin û ji bo vê tên teşwîqkirin. Nelirêtî û dizî êdî yên bûne parçeyeke jiyana rojane. Li şûna ku bi ser van nelirêtiyan de biçin, îdiayên heyî tên veşartin û nelirêtî û diziyê teşwîq dikin.    TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BÊRÊZIYA LI DIJÎ VÎNA GEL E    Divê ez dîsa bibêjim ku pirsgirêkên em li vir dijîn, li seranserî welêt tên kûrkirin. Divê zirxê parêzbendiyê ji bo azadiya xweîfadekirinê hebe, ji bo nûnerên siyasî yên gel û ji bo vîna gel hebe. Lê belê ev desthilatdarî vîna gel xesp dike. Yek ji mînaka vê jî rejîma qeyûm a li vê derê ye. Rejîma qeyûm, bêrêziyeke mezin a li dijî vîna gel e. Xespkirina vîna gel e. Bi destê rejîma qeyûm, nelirêtî û kedxwariyê bi destê herêman têxin nava parçeyên herî biçûk ên gel. Mînakên vê gelek in.    NAVÊ VÊ DESTHILATDARIYA TÊKÇÛNÊ YE   Belavbûna bêedaletiyê, bi xwe re çetebûnê jî tîne. Hemû çete û mafya weke ku parçeyeke rêveberiyê yên rewa bin tên dîtin. Ev zîhniyeta mafya û çeteyan li her qada jiyanê pêş xistine. Navê vê desthilatdariya têkçûnê ne. Divê em li dijî vê hêzên xwe bikin yek. Ji bo ku guh bidin dengê gel, weke HDP’ê me jî Tifaqa Ked û Demokrasiyê ava kir. Em rêya xwe li ser maseyan û li navendên giştî diyar nakin. Bi gel re dişêwirin, wan gundar dikin û her tim bi wan re di nava peywendiyan de ne. Dê Tifaqa Ked û Demokrasiyê mezintir bibe. Ji bo azadî, demokrasî, ked û guherînê, em ê bibin hêza sereke. Em dixwazin li dijî hemû bêedaletiyan, têkoşîneke herî berfireh birêxistin bikin. Heke em bikarin vê bi ser bixin, wê demê dê bikarin rê li ber vê rejîmê jî bigirin û biguherînin. Hêvî û alternatîf, tifaqa me ye. Em neçarî du qutban nînin.    Li gorî me rêya çareseriyê herî guncav, aştî, wekhevî û azadî ye. Makeqanûn jî di nav de, em ji bo nîqaşên li ser her mijarê amade ne. Heke li ser bingeha hemwelatiya wekhev çareseriyek bê peydakirin ku li herêman belav bibe, em amade ne ku pêşengtiya vê bikin. Em baş dizanin ku desthilatdarî bi nîqaşên makeqanûnê dixwaze rojevên cuda biafirîne. Lê çi dibe bila bibe, heke îro nebe jî sibe teqez dê makeqanûneke azadîxwaz û demokratîk bê vî welatî. Ya ku dê vê pêk bîne jî, Tifaqa Ked û Demokrasiyê ye.”