HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine 2022-10-08 14:57:10 ENQERE - Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan û Serhat Eren, 7 TÎP’iyên di Komkujiya Bahçelîevlerê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn û diyar kirin ku wan ne kujer û ne jî kesên kujer parastin ji bîr nekirine.    Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan û Serhat Eren, endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Latîf Can, Efraîm Ezgîn, Hurcan Gurses, Osman Nûrî Uzunlar, Serdar Alten, Farûk Ersan û Salih Gevence ku di Komkujiya Bahçelîevlerê de hatibûn qetilkirin, bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên di rêxistinkirina kontrgerîlayan û di cînayetên li Tirkiyeyê de xwedî roleke mezin, bi saya qanûna taybet a AKP-MHP’ê ku bo şexsan derxist, hatin berdan. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Yên ku ji Mereşê heta Çorumê seranserî welêt veguherandin qada komkujiyan, tevî biryarên darazê jî hatin berdan. Polîtîkaya necezakirinê ku bi awayekî sîstematîk tê meşandin, ne tenê dike ku komkujî di tariyê de bimînin, her wiha ji bo komkujiyên dema pêş jî bingehê çê dike. Cisaretê dide kujeran. Weke HDP’ê dê têkoşîna me ya li dijî van polîtîkayan bidome. Em 7 şoreşgerên di têkoşîna wekhevî û azadiyê ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”