Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya 2022-10-08 15:04:48   STENBOL - Lijneya Şêwirmendiyê ya HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan civiya.    Endamên Lijneya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 5’emîn Kongreya Asayî de hatibû avakirin û ji 43 kesan pêk tê, li hotêleke Taksîm a Stenbolê civiya. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî tev li civînê bûn. Li gel rêgeza xebatê û rêvebirinê, her wiha dê têkildarî siyaseta serdema nû jî nîqaş bên kirin.    Civîn, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û gelek nivîskar, akademîsyen û siyasetmedar jî tev li civînê bûn. Her wiha hat zanîn ku dê rojeva hilbijartinê jî bê nirxandin.