HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin 2022-10-09 13:40:29   ENQERE - HDP’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin. Heta ku tecrîd neyê rakirin, dê civak nekare bêhnê bistîne û ji vê dorpêçê derkeve.”    Lijneya Rêveberiya Navendî  (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komplo roj bi roj bêhtir tê girankirin û bênavber didome. HDP’ê, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan, li dijî siyaseta dîzaynkirina Rojhilata Navîn ku ji bilî rijandina xwînê tu tiştek bi xwe re ne aniye, perspektîfeke ku bo hemû gelên herêmê bûye hêvî pêş xistiye. Bi domdarî HDP’ê wiha got: “Komploya navneteweyî bênavber didome. Bi komployê re hewl dan di navbera gelan de şerekî navxweyî derxînin. Birêz Ocalan, bi sekna xwe îradeya çareseriya demokratîk nîşan da û ji bo aştiya civakî kete nava hewldanan.”    Daxuyaniya HDP’ê wiha berdewam kir: “Tirkiye, bi tecrîdkirina Ocalan re qanûnên xwe binpê dike. Tecrîda li ser birêz Ocalan, tê wateya binpêkirina hemû qanûnên navxweyî. Tu aliyekî tecrîdê yê însanî û exlaqî nîne. Ev polîtîkaya tecrîdê ku mirov dikare weke Rejîma Taybet a Îmraliyê bi nav bike, li seranserî cîhanê tu mînakên wê nînin. Di encama vê tecrîdê de jî Tirkiye ketiye nava krîzeke siyasî û aborî. Israra di tecrîdê de; şer, nelirêtî, sansur, zext û kedxwarî hîn zêdetir kir.    SERMUZAKEREVAN BIRÊZ OCALAN E    Desthilatdariya siyasî bi rêya tecrîda li ser birêz Ocalan, hewl dide tevahiya civakê bêdeng bike, siyaseta şer û pevçûnan li ser gelên Tirkiyeyê ferz dike û di encama vê siyasetê de jî gelên Tirkiyeyêl i hemberî hev tên sorkirin. Ji bo ku faşîzm bê sazûmankirin û bêhtir bikeve meriyetê, tecrîdê weke rêbazekî stratejîk bi kar tîne. Desthilatdarî, bi israra siyaseta tecrîda li dijî Îmraliyê re her wiha pirgirêka kurd jî hêj girantir dike. Tevî ku bi tecrîdê dengê wî tê kêmkirin jî, birêz Ocalan nifteya aştiya Rojhilata Navîn, di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de muxatab û sermuzakerevan e.    HETA KU TECRÎD NEYÊ ŞIKANDIN MIMKIN NÎNE KU EV DORPÊÇ RABE    Gelek caran hatiye dîtin ku dengê birêz Ocalan, ji dengê çekan gelek bihêztir û bilindtir e. Di tu hevdîtinan de ji bo xwe daxwazek nekiriye û tekane daxwaza wî ew bû ku ji bo aştiyê şert û mercên guncav bên amadekirin. Bi tecrîda li Îmraliyê re dixwazin dengê aştî û demokrasiyê qut bikin. Tecrîd, ji vî alî ve êrişeke sîstematîk ê li dijî demokrasî û aştiya civakî ye. Heta ku ev tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ranabe ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin, dê civak nekare bêhnê bistîne û xwe ji vê dorpêçê xelas bike.    JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ BIHESTIYAR TEVBIGERIN   Di dema pêvajoya guftûgo û muzakereyên bi birêz Ocalan de şer û dînamîkên şer hatibûn bêbandorkirin. Hemû kes bûbû şahidê vê rastiyê. Em, Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku sala 24’an li pey xwe hişt, şermezar dikin. Banga me ji bo hemû rewşenbîr, hunermend, nivîskar û demokratên ku li Tirkiyeyê jiyaneke wekhev û azad dixwazin ew e ku ji bo rakirina vê tecrîda derwijdanî û dermirovî bi hestiyar tevbigerin.”