Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin 2022-10-09 14:18:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 3’yemîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Gire Spî daxuyanî da û diyar kir ku dê herêmên dagirkirî ji dagirkeriyê rizgar bikin. Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê jî kir ku bi erka xwe rabin.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvgera êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ziyanê dide têkoşîna li dijî terorê û aloziya li Sûriyeyê hêj bêhtir kûr dike.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê heta niha polîtîkaya tirkkirinê li herêmê dimeşîne û ev tişt hatin parvekirin: “Ji vê mebest ew e ku desthilata osmanî vegerîne û plana Mîsak-î Mîllî vejîne. Dewleta tirk a dagirker bi rêya bazarên siyasî û leşkerî, bikaranîna komên terorîst û çeteyan, di şerê xwe yê li dijî gelan û pêkhateyan herêmê de hewl dide bingeha şerên navxweyî û etnîkî biafirîne û pêş bixîne ku mîna wê di dîrokê de kêm in. Di heman demê de hewl dide projeyên demokratîk ên bi armanca dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re, têk bibe. Bi vê mebestê jî Serêkaniye û Girê Spî dagir kir.”    ‘TIRKIYE BO ÇETEYAN HERÊMÊKE BIEWLE AVA DIKE’    Di berdewamê de Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta tirk bi rêya komên paramîlîter, li herêmê gendeliyê pêş dixe, gel qetil dike, diçewisîne, binesaziya herêmê dirûxîne, deverên dîrokî tune dike û wiha domand: “Bi vê yekê dixwaze dîroka herêmê, çanda wê û etnîkên wê yên resen ji holê rabibin. Di vê çarçoveyê de bi sedhezaran kes ji xaka xwe kirin û li şûna wan jî kesên biyanî û m malbatên çete û terorîstan bi cih kir. Bi taybet jî ev kes li bajar, navçe, bajarok û gundên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bicih kirin. Li herêmê sûcekî mezin ê guherandina demografyayê dike. Bi vê yekê dixwaze herêmên navborî bo çete û terorîstan bike herêmêke biewle.”   ‘EM Ê HERÊMÊN DAGIRKIRÎ RIZGAR BIKIN’   Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha bi dawî bû:    “Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 3’yemîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de em diyar dikin ku dê di her qadê de têkoşîna xwe bihêztir bikin heta ku herêmên dagirkirî ji terora dewleta tirk û komên çete tên rizgarkirin.  Her wiha dê hesabê sûcên wan ên li dijî mirovahiyê bên pirsîn.     DIVÊ KOALÎSYON Û RÛSYA DAWÎ LI DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BÎNIN   Heke ji nezelalbûna siyaseta navneteweyî bi taybet jî ji Trump nebûya, ev herêm nedihatin dagirkirin. Ji ber ku siyaseteke durû meşand û li ser esasê bazirganiya siyasî, rêgezên navneteweyî û pîvanên mirovî binpê kir. Gelê herêmê jî bedelên giran ên vê siyasetê da. Banga me ji bo civaka navneteweyî û bi taybet jî Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ew e ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin. Divê bi lez bikevin nava hewldanan û dawî li dagirkeriya dewleta tirk û bandora wê bînin. Di heman demê de divê helwesteke zelal rabe bikin. Her divê hêzên niştimanperwer, demokrat, gelê Sûriyeyê û civaka navneteweyî baş pê bizane ku heta dewleta tirk li herêmê be, dê îstîqrar û aramî neyê Sûriyeyê. Dagirkeriya dewleta tirk, xebatên navneteweyî yên li dijî terorê jî lawaz dike.”