HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin 2022-10-11 13:30:14   ENQERE - Koma Parlamentoyê ya HDP’ê ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya û wêneyên Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîn ku rastî êrişa polîsan hatibû danîn pêşiya Serokatiya Meclisê.    Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Oluç, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û gelek parlamenterên din ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiyan. HDP’iyan, bertek nîşanî bêdengiya Serokê Meclisa Tirkiyeyê Mûstafa Şentop a li hemberî êrişa ser parlamenter Habîp Eksîk û Saît Dede dan.    Di dema meşê de HDP’iyan wêne û dovîzên Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk ê bi piyê şikestî û wêneyên ku dema polîs parlamenter xistine erdê rakirin.    Meş, heta pêşiya odeya Şentop dom kir û li wir daxuyanî hat dayîn. Rojnamegeran xwest daxuyaniyê bişopînin lê polîsan asteng kirin û ji wir dûr xistin.    Di daxuyaniyê de Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç da zanîn ku di êrişa polîsan de lingê Eksîk ji 3 erdan şikestiye û wiha got: “Ji 3 cihan emeliyat bû û niha li nexweşxaneyê ye. Tevî vê yekê jî Serokê Meclisê tu daxuyanî nedane û êriş şermezar nekiriye. Ev tê wê wateyê ku vê êrişê erê dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Heke Serokê Meclis bêalî be, wê demê êriş li dijî parlamenterê kîjan partiyê çêbibe divê dengê xwe derxîne û parlamenteran biparêze. Lê bêdeng ma û daxwaza me ya hevdîtinê ya duh jî red kir. Ev jî nîşan dide ku  li pişt êrişê ew jî heye. Nexwe bila êrişê şermezar bike. Serokê Meclisê yê di her mijarê de daxuyaniyan dide, çima dema parlamenterek rastî êrişê tê û lingê wî tê şikandin dengê xwe nake? Parlamenterek mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne û daxuyaniyê dide. Astengkirina vî mafî, sûc e. Divê li dijî êrişê xwedî seknekî zelal be. Gelo ma li benda qetilkirina parlamenteran e? Hûn çima bersivê nadin vî sûcê hêzên ewlekariyê û wezareta karên hundir? Gelo hûn ji wezareta karên hundir ditirsin?”    ‘HEKE CISARETA WE HEBE DÎMENAN NÎŞAN BIDIN’   Di berdewamê de Oluç bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê û ev tişt anî ziman: “Bêyî ku fêdî bike, dibêje ku parlamenter xwe avêtiye erdê. Gelo ma perwerdeya derewan didin we? Heke cisareta we hebe, dîmenan polîsan û yên MOBESE’yan parve bikin. Bila her kes bibîne bê ka 10-15 kes xwe diavêjin ser parlamenter û bi pêhnan lingê parlamenterê me dişikînin. Pêşengiya van sûcan jî wezîrê karên sûc Suleyman Soylu heye. Têkiliya kê bi mafyayan re heye? Ya Soylu. Wêneyên wî bi hemû baronên tiryakê, sûcdar, kesên nelirêtî kirin û mafyayan re heye. Li şûna ku heqaretê li derdorê bike, bila di eynikê de li xwe binêre. Di dîroka komarê de wezîrê karên hundir ê herî kambaxî. Ev wezîr ne hiqûqê û ne jî demokrasiyê nas dike. Fermana êrişa li Geverê jî wî da ye. Tê qala demokrasiyê dike. Tu çi ji demokrasiyê fêm dikî? Kesê ku ne hiqûq, ne makeqanûn û qanûnan nas dike, dê çi ji demokrasiyê fêm bike.”   ÊRIŞEKE PLANKIRÎ BÛ   Oluç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişa li Gever a Colemêrgê li dijî parlamenteran hatiye kirin, êrişeke plankirî bû. Piştî ku hemû welatî û kamera hatin dûrxistin, hêzên ewlekariyêr êrişî parlamenterên me kirin. Amirê emniyetê fermana êrişê da. Parlamenterên me bi xwe ev ferman bihîstin. Di dema guftûgoyê de rastî êrişê hatin. Divê hemû partiyên siyasî di vê mijarê de xwedî helwest bin. Beriya niha jî gelek caran êrişî parlamenterên me kirin. Ev êriş, êdî lûtke bû. Partiyên ku bi qasî misqalê rêzê bo siyaseta demokratîk digirin, divê li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Em careke din bang li Şentop dikin ku xwedî helwestekî zelal be.”    Piştî daxuyaniyê jî parlamenterên HDP’î dovîz û wêneyên li gel xwe danîn pêşiya Serokatiya Meclisê. Bi çûna HDP’iyan re polîsan wêne kom kirin û ji wir rakirin.