Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine 2022-10-12 15:04:52 ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî gotinên Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney da û wiha got: “Sefîr bi van axaftinên xwe li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine.”   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Beştaş di serî de bal kişand ser helwesta şandeya dadgehê ya di Doza Denîz Poyraz de û wiha got: “Di danişîna doza kujerê Denîz Poyraz de tevî ku şandeya dadgehê û bi dehan hêzên ewlekariyê li wir jî bûn, xaz hat avêtin. Em vê şermezar dikin. Malbata Denîz Poyraz di vê dozê de mexdûr e, gilîker e û tevlidoz e. HDP, di vê dozê de tevlidoz e. Bêguman ya ku hatiye kirin li dijî meqamê tevlidoz hatiye kirin. Mixabin weke hemû bûyerên din, di vê bûyerê de jî kujer tên parastin.”    Bi domdarî Beştaş bal kişand ser gotina kujer Gencer ku digot; “Di îdianameya doza girtina HDP’ê de tê vegotin bê ka min ev cînayet çima kiriye, wê îdianameyê li dosyaya min zêde bikin” û wiha got: “Kujer, vê cisaretê ji desthilatdariyê digire. Em dibînin ku tiştên niha diqewimin, rewşa daraz tê de û armanc û encamên êrişên ser HDP’ê tevek jî ji hêla desthilatdariyê ve tên erêkirin. Ev siyaseta komkujiyê, îro anîne eywana dadgehê.”   ‘XWESTIN PARLAMENTERÊ ME BIKUJIN’   Di berdewamê de Beştaş qala êrişa li dijî parlamenteran a li Geverê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Parlamenterê me Habîp Eksîk di 9’ê cotmehê de li Geverê hat lînçkirin. Xwestin parlamenterê me bikujin. Hewldana kuştina mirov heye û hemû hêmayên vî sûcî hene. Parlamenterê me niha li nexweşxaneyê ye, lingê wî ji sê cihan re şikestiye û emeliyat bûye. Wezîrê karên sûcan Soylu bi twîtên xwe êrişê teşwîq dike. Em dîmenên polîsan û yên MOBESE’yê dixwazin. Yên ku ev daxuyanî dayîn, piştgirî dana vê hewldana kuştinê û lînçkirinê. Heta ku fermana wezaretê nebe, hêzên ewlekariyê nikarin êrişî parlamenteran bikin.”    ‘EM HEZARAN CARAN KOMPLOYÊ ŞERMEZAR DIKIN’   Beştaş, derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 9’ê cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê weke komplo pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 24 sal in em vê dibêjin. Çi sûc e yan jî nîne, biryara vê desthilatdarî nade. Biryara vê qanûnên cezayê û daraza bêalî dide. Em Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin û dê her tim jî şermezar bikin. Heke sûc jî be, dozger û dadgeh hene. Dê girteka xwe bigirin û fezlekeyan amade bikin. Ma tu dê parlamenteran bikujî? Di dema berê de parlamenterê me Mehmet Sîncar hat kuştin. Niha jî derbasî rêbaza lînçkirinê bûne. Em bi hezaran caran vê komploya serdestên li dijî aştiyê, çareseriyê û daxwaza azadî û wekheviyê ya gelê kurd şermezar dikin.”    ‘WALÎ BEG 8 MEH MAN HÛN DÊ BI KU DE BIREVIN?’   Beştaş, bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê û ev tişt anî ziman: “Hêj tenê yek polîs nehatiye girtin. Ez qala hewldana kuştinê dikim. Sûcekî ji rêzê nîne. Kamera tune ye û em tên sûcdarkirin. AKP’ê Tirkiye xistiye nava rewşeke wiha. Walî beg, ji bo çûna te 8 meh man. Gelo dê bi ku de birevî? Bi rastî jî em li benda bersiva te ne. Dê dosya yek bi yek bên vekirin. Dê bi ku de biçî? Gelo cihekî ku dê lê biçî heye?”    ‘NAGIHAN BI SUÎQESTEKE SIYASÎ HAT QETILKIRIN’    Têkildarî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel jî Beştaş wiha got: “Rojnameger û akdemîsyeneke jin a kurd a ciwan ku hemû emrê xwe dabû têkoşîna jinan, di encama sûîqestê de hat qetilkirin. Çima Tirkiyeyê eleqeder dike? Ji ber ku hemwelatiya Tirkiyeyê bû. Rojnamegerî kiriye. Beriya niha li Parîsê 3 siyastemedarên jin ên kurd hatin qetilkirin. Qeydên deng derketin û diyar bû ku ji hêla MÎT’ê ve hatine kirin. Tirkiyeyê jî lêpirsîn vekir. Biryara nepeniyê li ser dosyaya lêpirsînê heye ku niha li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ye. Ev 10 sal in tu pêşketin çênebûne. Her wiha Mehmet Zekî Çelebî jî li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Li wir jî qeydên deng derketin û tê gotin ku ji hêla MÎT’ê ve hatiye kirin. Dema em van têkilî û belgeyan didin ber hev, dibînin ku cînayetên siyasî ne û sûîqest hatine kirin. Sefîrê Bexdayê Alî Riza Guney bi xwe vê dibêje. Ev çi aqile ku ji bo vî sûcê hovane li xwe mikûr tê. Di axaftinên xwe de bi vekirî dibêje; ‘em li ser navê Tirkiyeyê cînayetan dikin.’ Anku dibêje; ‘ez li her devera cîhanê mirovan dikujim.’ Ev hem lixwemikûrhatin û hem jî gef e. Derqanûntî û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ez jê dipirsim; para te ya di vê sûîqestê de çi ye?”    GELO DI DESTÊ WE DE LÎSTEYA SUÎQESTÊ HEYE?   Bi domdarî Beştaş, wiha axivî: “Em li bendê ne ku sefîrê qetilkirina rojnameger û akademîsyenekê li xwe girtî di vê mijarê de di zûtirin demê de daxuyaniyekê bide. Dewlet, nikare bêyî biryara darazê kesekî bikuje. Heke li gorî fikra wan Akarsel an jî kesekê/a din a li derveyî welat l dijî wan sûc bike, tenê tiştê dikarin bikin, xwestina radestkirina wê ye. Rêbazên wê jî diyar in. Dê lêpirsînê bide destpêkirin û dozê veke. Li Tirkiyeyê her kesê muxalîf, di nezera desthilatdariyê de terorîst e. Ez ji sefîr dipirsim, gelo hûn dê hêj çend kesan bikujin? Mîna Çîller, di destê we de jî lîsteya sûîqestê heye? Li gorî axaftina sefîr, cînayeta Nagihan Akarsel, înfazeke bêdaraz e. Cînayetên kiryarnediyar ên di salên 90’î de îro bi destê AKP-MHP’ê tên kirin. Ev yek, sûcekî navneteweyî ye.”