Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne 2022-10-14 12:49:16   ÎDIR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, êrişa li dijî parlamenteran weke dijminatiya li kurdan pênase kir û wiha got: “Ev welêt, neçarî AKP û MHP’ê nîne. Li vî welatî hêzên demokrasiyê hene, Tifaqa Ked û Azadiyê heye.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan beşdarî civîna Rêxistina HDP’a Îdirê ya bi gel re bû. Civîn, li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Îdirê hat kirin. Buldan, di civînê de têkildarî rojevên heyî axivî. Buldan, di serî de bal kişand ser qezaya trafîkê ya serê sibehê li Enqereyê û wiha got: “Dema parlamenterên me û hevalên me yên jin ên Jineolojiyê diçûn balafirgehê, wesayîta wan û texsiyekê qeza kir. Di qezayê de ajokarê texsiyê jiyana xwe ji dest da. Xwedê rehma xwe li ajokar bike û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazim. Her wiha rêwiyeke jin a di texsiyê de jî bi giranî birîndar bû. Ji bo wê jî şîfaya xêrê dixwazim. Parlamenterên me jî niha di muşahedeyê de ne. Bo wan jî şîfaya xêrê dixwazim.”    Pervîn Buldan, bal kişand ser êrişa polîsan a di “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” ya li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Me xwest nîşan bidin ku parlamenterê me yê hêja Habîp Eksîk bi tenê nîne, vîna gelê Îdirê ye û ji bo xwedîderketinê em hatin vê derê. Em silavên xwe bo Habîp Eksîk dişînin. Hevalên me Habîp Eksîk û Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê hatibûn Geverê. Lê belê hêzên ewlekariyê bi astengkirina protestoyê bisînor neman, tevî parlamenterên me bi hezaran kes dorpêç kirin û bi zanebûn û bi awayekî plankirî êrişî parlamenterên me kirin. Di encamê de jî lingê Habîp Eksîk ji sê cihan re şikandin.    ÊRIŞEKE LI DIJÎ GELÊ KURD E    Ev êriş, di şexsê Habîp Eksîk de li dijî HDP’ê û gelê kurd hatiye kirin. Di heman demê de dijminatiya li dijî kurdan e. Em mecbûr nînin ku ji bo protestoyê ji wan destûrê bixwazin. Ji ber ku em li her devera Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê, ji bo aştî û siyaseta demokratîk van çalakiyan dikin. Ji bo bi kar anîna mafê xwe yê siyaseta demokratîk, partiyeke siyasî neçar nîne ku ji waliyê bajar destûrê bixwaze. Lê dema em li daxuyaniyên piştî êrişê dinihêrin, dibînin ku di serî de wezîrê karên hundir, waliyê bajar, qeymeqam û kesên li Enqereyê rûdinin, xwedî li êrişê derketine.    MECLIS XWEDÎ LI ÊRIŞÊ DERKET   Bêguman ev êrişa li dijî nûnerê gel hatiye kirin, nayê qebûlkirin. Tevî vê yekê jî hêjta TBMM’ê dengê xwe dernexistiye. Ev jî tê wateya xwedîderketina li êrişê. Her roj wêneyên wezîrê karên hundir bi sûcdaran re û bi mafyayan re tên parvekirin. Ev kes dibêje; ‘em nahêlin hûn mafê siyaseta demokratîk bi vî awayî bi kar bînin.’ Ez li vir dibêjim, peyva siyaseta demokratîk herî zêde jî li te nayê. Kesê herî dawî qala siyaseta demokratîk bike, wezîrê karên hundir e.    HDP DESTÛRÊ JI KESEKÎ NAXWAZ E    Her wiha waliyê Colemêrgê ji bo hevalê me Habîp Eksîk got; ‘xwe avêtiye erdê.’ Em van gotinan bi tundî şermezar dikin. Em tenê bi têkoşîna li dijî van rêveberan re dikarin vî welatî demokratîk bikin û aştî û azadiya bînin vî welatî. Em ne partiyeke wisa ne ku ji te destûrê bixwazin. Em partiyeke wisa nînin ku siyaseta xwe li gorî fermanên te bikin. Em sêyemîn mezintirîn partiya siyasî ne û xwe ji bo desthilatdariya pêşerojê amade dikin. Vê jî wisa bizanin.    HILBIJARTIN NÊZ DIBIN, HÛN DÊ BIÇIN   Ez dixwazim ji wezîrê karên hundir re ku dibêje; ‘em nahêlin hûn yek gavê pêşde biçin’ vê bibêjim; ji bo demokrasiyê dev ji gavekî berde em ê bi kîlomîtroyan bimeşin. Û em ê vî welatî demokratîk bikin. Partiya me ne mîna partiya te ye ku ji bo raye û pereyan tevdigerin. Vaye dema we tije bû. Hilbijartin nêz dibin. Hûn dê têk biçin. Sedema van êrişên we jî ev têkçûna we ye.    DUYEMÎN SEDSALA KOMARÊ   Serokkmarê vî welatî got ku ev sedsal xelas kiriye. Dibêje ku dê ev sedsal bibe duyemîn sedsala Tirkiyeyê. Ez dixwazim vê pirsê ji wî bikim; gelo hûn dê duyemîn sedsala komarê bi şikandina hestiyên kurdan pêk bînin? Hûn dê bi înkarkirina kurdan pêk bînin? Bi destwerdana li siyaseta demokratîk dê pêk bînin? Na. Sedsala duyemîn dê bibe sedsala pêkvejiyana gelên kurd, ermen, suryan, elewî û ciwanan. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Ji ber ku dê di vê sedsalê de partiyeke bi navê AKP’ê nemîne. Dê partiyeke bi navê MHP’ê nemîne. Di encama ewqas zilm, zext, kîn û nefretê de gelên vî welatî dê biryara xwe li ser sindoqê bidin.    GELÊN ME NEÇARÎ AKP’Ê NÎNIN   Gelên vî welatî neçarî AKP û MHP’ê nînin. Ji ber ku hêzên demokrasiyê li vî welatî hene. Li vî welatî Tifaqa Ked û Azadiyê hene. Pêşeroja Tirkiyeyê di destê Tifaqa Ked û Azadiyê de ye. Dê her ku diçe mezintir bibe û bibe hêviya gelên Tirkiyeyê. Heke hûn bibêjin dê bi êrişên li dijî HDP’ê, bi fezlekeyên derheqê parlamenterên de û operasyonên rojane yên li dijî navend û navçeyên me HDP’ê bêdeng bikin, hûn xwe dixapînin. HDP bêdeng nabe û bêdeng namîne. Bila her kes vê baş bizane.”    Buldan, piştre jî çû serdana esnafan.  Di dema serdana Buldan de bi hezaran kes kom bûn û serdan veguherî mitîngê. Welatiyan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “HDP gel e, gel vir e” û “Bimre faşîzm” berz kirin. Ji ber qelebalixiyê, Budan nekarî serdana xwe temam bike û vegeriya avahiya HDP’ê ya bajar.