Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin 2022-10-15 13:46:37   ÎDIR - Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di avakirina partiya xwe ya Îdirê de axivî û destnîşan kir ku Ocalan di rola ji bo çareseriyê de aktorê sereke ye û ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.    Tayînkirina kongreya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Îdirê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha AYdenîz pêk hat. Li eywanek dawetê pêk hat û gelek kes tev li bûn.    Aydenîz di vê civîna avakirina partiya bajêr de axivî û destpêkê rehmetê ji karkerên li Bartinê mirine re xwest û got: “Serê malbatên karkeran sax be. Ev li dijî kedkarên madene cînayetek e. Tevî hemû hişyariyan jî tevdîr nayên girtin û cinayet diqewimin.”    KURD BÊZAR NABIN    Aydenîz anî ziman ku kurd di pêvajoyek zor û dijwar û girîng de derbas dibin û dê li tu deverê kurd bêzar nebin û serê xwe li ber êrişan netewînin.    ‘EM Ê HER KOMPLOYÊ ŞERMEZAR BIKIN’   Aydenîz komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ev komplo; Li dijî nirxên aştî, demokrasî û gelê kurd hate kirin. Em komployê nas nakin û çi dibe bila bibe em ê şermezar bikin. Em baş dizanin ku bi komployê hewl tê dayîn li Rojhilata Navîn kîjan zîhniyet bi cih bibe. Çiqas mudaxele bikin jî em ê di salvegera komployê de daxuyaniyên xwe bidin. Yên ku komplo pêk anîne bila bizanibin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muzakerevanê sereke birêz Ocalan e. Ev hikûmet naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe, ji bo vê jî operasyonên leşkerî û siyasî dimeşîne û tecrîdê kûrtir dike. Divê her kes bizanibe ku gelê kurd û her kesên azadiyê dixwazin li dijî vê tecrîdê wê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku ne tenê kurd, hemû cîhan felsefeya Ocalan ji xwe re mînak digire. Ji bo azadiya Ocalan li her aliyê cîhanê têkoşîn tê meşandin. Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe divê Ocalan azad bibe. Em ê ji bo azadiya Ocalan heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘GIRTÎGEH BÛNE MALÊN MIRINÊ’    Aydenîz bal kişand ser binpêkirinên mafan û îşkenceya li girtîgehan jî û got: “Her roj xebera qetilkirina girtiyan ji girtîgehan tê. Girtîgeh veguherîne malên mirinê. Îktidara AKP-MHP’ê ji van mirinan berpirsiyar e.”    HEVSEROK HATIN TAYÎNKIRIN   Piştî axaftina Aydenîz, Salîha Kotan û Mehmet Sekmen tayînî Hevserokatiya DBP’a Îdirê hatin kirin.