Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê 2022-10-16 14:45:46 ENQERE – Di Kongreya Partiya Çep a Kesk de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê hat kirin û peyama “Em ê bi ser kevin” hat dayîn.  Partiya Çep a Kesk, 2’yemîn Kongreya Awarte bi dirûşma “Em li vir in, dê bi hev re bi ser kevin”  li 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di kongreyê de amade bûn. Li eywana kongreyê dirûşmên “Bijî biratiya gelan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.    Di kongreyê de her wiha pankartên “Ji dagirkerî û şer re na”, “Ne avhewayê lê pergalê biguherîne”, “Li dijî talan û kedxwariyê budçeya gelparêz” û “Em xwedî hêza guherandinê ne, dem dema jinê ye” hatibûn daliqandin û bal kişandin ser qirkirina xwezaya Kurdistanê.    Kongre, bi guhdarîkirina mey û helbestan dest pê kir. Endamên Platforma KHK’ê jî dirûşma “Li dijî KHK’ê mil bidin milê hev” berz kirin.    BAL KIŞANDIN SER QIRKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Çep a Kesk Fadîme Ay di kongreyê de got; “Bijî azadî, bijî biratiya gelan” û wiha domand: “Di têkoşîna gelê kurd, elewî û hemû bindestdan de em bi hev re têdikoşin. Ji Geziyê heta Heskîfê, ji Îkîzdereyê heta Hewselê, ji Dêrsimê heta Çiyayê Kazê, silav ji bo hemû parastvanên xweza-jiyanê yên li dijî vê talanê li ber xwe didin û hezar silav ji bo hemû girtiyên siyasî.”    ‘WERIN EM BI HEV RE LI DIJÎ VÊ REJÎMÊ TÊBIKOŞÎN’   Di berdewamiya kongreyê de Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz ji bo dîwanê hat hilbijartin. Îpekyuz, ji bo qurbaniyên karesata li Bartinê hemû kes vexwend deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê jî Îpekyuz, diyar kir ku bûyera li Bartinê ne qeza lê komkujî ye û banga hevgirtinê kir. Îpekyuz, da zanîn ku ew ji bo avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz dixebitin û wiha domand: “Werin em li dijî vê rejîma tarî bi hev re têbikoşin û bi hev re bibêjin êdî bes e.”   ‘PÊDIVIYA WELAT BI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD HEYE’   Berdevka Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem jî destnîşan kir ku tekane rêya rizgariya ji rejîma yekzilam, têkoşîna hevpar e. Erdem, bi domdarî anî ziman ku hem bloka desthilatdariyê û hem jî ya maseya 6 ling nikarin ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareseriyê peyda bikin û wiha derbirî: “Li dijî van her du blokan, Rêya Sêyemîn heye ku xwedî bernameyeke radîkal û demokratîk e. Pêdiviya vî welatî niha bi demokrasiyeke xurt, çareserkirina pirsgirêka kurd, wekhevî, azadî, darazeke serbixwe û jiyaneke birûmet û aştiyane heye. Ew jî bi tifaqeke demokratîk pêkan e. Em ji bo vê tifaqê amade ne.”    ‘DIVÊ EM JI REJÎMA AKP-MHP’Ê XELAS BIBIN’   Hevberdevkê Partiya Çepa Kesk Îbrahîm Akin jî hilbijartina pêş weke hilbijartina herî zehmet pênase kir û ev tişt anî ziman: “Divê em xwe ji desthilatdariya AKP-MHP’ê rizgar bikin. Heta ku em ji wan xelas nebin, dê nekarin rejîmê biguherînin. Em dikarin bi kelecaneke nû re welatekî ku em tevek xwedî heman şert û mercan ava bikin. Tifaqa Ked û Azadiyê gelek binirx e lê divê em mezintir bikin. Banga min li hemû saziyên sosyalîst ew e ku êdî dev ji nîqaşên xwe yên di sergoya dîrokê de mane berdin û em bi hev re têkoşîneke hevpar ava bikin. Wer in em bi hev re hêviyekê biafirînin.”    Endama MYK’a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz jî destnîşan kir ku welêt di serdemeke dîrokî re derbas dibe û li dijî bloka şer û kexwariyê, bloka ku hewl dide pergaleke nû biafirîne heye.    Kongre, bi axaftinên siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl re didome.