Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye 2022-10-16 16:06:34 DENÎZLÎ - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku jiyana AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye û wiha got: “Ev qeder nîne, komkujî ye. Em tevek jî dizanin ku ev komkujî, encama sersariyê ye.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Denîzliyê 4’emîn Kongreya Asayî li eywaneke civînan a li bajar bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li dar xist. Kongre, bi dirûşma “Em bi hêvî û bi cisaret li dijî faşîzmê xwe birêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin. Dem dema HDP’ê ye” hat lidarxistin. Di kongreyê de gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn.    Li eywana kongreyê pankartên “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê jî azadî. Dem dema HDP’ê ye”, “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser kevin”, "Aysel Tugluk hafizeya me ye. Azadî ji bo girtiyên nexweş” û wêneyên Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel hatibûn daliqandin. Di kongreyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin û piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî.    ‘YA KU LI AMASRAYÊ QEWIMÎ KOMKUJÎ BÛ’   Pervîn Buldan ji ewil bal kişand ser karesata li Amasra ya Bartinê. Buldan, ji malbatên qurbaniyan sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê hêvî kir. Buldan, wiha domand: “Me careke din dît ku canê karkerên li Tirkiyeyê pir erzan e. Ev bûyer; komkujî ye, cînayete û encama sersarîtiyê ye. Ev komkujî, jiyana ku AKP û MHP ji karkeran re hêja dibînin e.    ERDOGAN TENÊ QALA PEREYAN KIR    Serokkomarê vî welatî ji bo mirina karkeran got; ‘ev qeder e û dibe ku dîsa dubare bibin.’ Li gel ku tu tevdîr nehatine girtin jî berpirsyartiya wê li xwe nagire. Tenê qala pereyan kir. Qala pereyê ku dê bidin malbatên karkeran kir. Li gorî nêrîna wî dikare karker û kedkaran bi pereyan bikire. Ev yek nayê qebûlkirin. Weke HDP’ê em ê qebûl nekin ku bi pereyan hewl bidin bi ser vê komkujiyê bigirin. Em tevek jî dizanin ku ev cînayet, encama negirtina tevdîran û xemsariyê ye. Bêguman ev qeder nîne lê cînayet û komkujî ye. Jiyana ku ev desthilatdarî hêjayî karker û kedkaran dibîne, sersarî û bêtevdîrî ye.    LI HER DEVERÊ KELECANA HDP’Ê   Li her devera ku em diçinê, em vê kelecana HDP’ê dibînin. HDP li vî welatî navê hêviyê ye, navê wêrektî, biratî, aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê ye. Ji Egeyê ta Marmarayê, ji Marmarayê ta her çar aliyên Tirkiyeyê HDP roj bi roj mezintir dibe. Bêguman di vê mezinbûnê de para gelê me pir zêde ye. Tevî hemû dorpêç û êrişên AKP-MHP’ê jî HDP di Rêya Sêyemîn de israr dike. Tekane rêya xelasiyê, Rêya Sêyemîn e. Ji bo mezinkirina vê rêyê, erk û berpirsyariyên me hene. Me Tifaqa Ked û Azadiyê demekî kin berê ava kiribû. Li dijî tifaqên ku me tune dihesibînin û jinedîtî ve tên, bi taybet jî li dijî Tifaqa Cumhur a ku kurdan tune dihesibîne û li dijî Tifaqa Milet a ji zikê xwe diaxive,  me jî Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir û ji bo gelên xwe alternatîfek afirand. Bêguman ev tifaq dê hêj mezintir bibe û hemû derdorên li Tirkiyeyê di nava xwe de bihewîne. Ev tifaq dê hem di dema hilbijartinê de û hem jî piştî hilbijartinê bidome û li Tirkiyeyê rê li ber serdemeke nû veke. Tekane tifaqa ku bikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, Tifaqa Ked û Azadiyê ye.    ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD   Zîhniyet heye ku dixwaze pirsgirêka kurd bi tunehesibandin, girtin û zextê çareser bike. Serokkomarê vî welatî dibêje; ‘pirsgirêka kurd tune ye û me çareser kiriye.’ Bi hezaran HDP’iyên di girtîgehan de ji nedîtî ve tê. Siyaseteke ku lingên parlamenteran dişikînin dimeşînin. Hûn li rexekî dibêjin me pirsgirêka kurd çareser kir û li rexa din jî zextê li kurdan dikin û diavêjin girtîgehan. Dema cih û wextê wê hat, gelê kurd dê hesaba vê teqez ji we bipirse. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Her wiha dibêje pirsgirêka elewiyan tune ye. Pirsgirêka elewiyan a hemwelatiya wekhev heye. Lê ev desthilatdarî vê daxwazê jinedîtî ve tê. Civaka elewî di ferqa vê de ye. Dema ku roja wê hat, civaka elewî dê li ser sindoqê hesaba vê bipirs e. Her wiha gotin têrî nakin ku mirov qala zext, zilm û îşkenceyên li jinan tên kirin vebêje.    DIRÛŞMA JIN, JIYAN, AZADÎ   Belê li Îranê rejîmeke wisa heye ku ji mûyê pora Jîna Emînî ditirse. Zîhniyetek heye ku ji fikr û pênûsa Nagihan Akarsel ditirse ku li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Desthilatdariyeke ji Denîz Poyraz ditirse heye ku li avahiya HDP’a Îzmîrê hat etilkirin. Bi milyonan jin li vî welatî hene ku dema hewce dikir bûn jîna Emînî, Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel. Dibe ku hûn daxwaza wekheviyê ya jinan jinedîtî ve bên lê bi milyonan jinan dê bi yek dengê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz bikin û têkoşîna xwe bidomînin.    WELAT BI TECRÎDÊ BIRÊVE DIBIN   Ji siyaseta HDP’ê ditirsin û ji ber vê tirsê jî welêt bi tecrîdê birêve dibin. Ewqas ditirsin ku welêt bi polîtîkaya şer birêve dibin û rojane derheqê parlamenteran de fezlekeyan amade dikin. Li tu devereke din a cîhanê nîviya xebatkarên partiyekê di girtîgehê de nînin. Heke ev zexta li me tê kirin li pariyeke din bihata kirin, heta niha tiştek jê nedima û dê bihatina girtin. Lê dev ji girtinê berdin, her hevalekî/a me bû Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, bûn Gultan Kişanak, bûn Îdrîs Balûken û Aysel Tugluk. Ev têkoşîn li girtîgehê jî dom kir. Hewl didin di navbera me hevalên me bi spekûlasyonan xerab bikin. Bila kesek nekeve nava van hewldanan ji ber ku em ê bi tu awayî destûrê nedin.    BIRÊZ OCALAN HÊVIYA VÎ WELATÎ YE   Tu kes ji me pêvajoya çareseriyê jibîr nekir. Di wê pêvajoyê de kesekî jiyana xwe ji dest neda. Birêz Ocalan di wê pêvajoyê de hêvî û cisaret da vî welatî. Nîşan da ku çareserî pêkan e. Baş bi bîra her kesî tê ku tu ciwanan di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest nedan, dayik negiriyan û cenaze neçûn ber deriyê tu kesî. Lewma çareserî, aştî, muzakere û guftûgo girîng in. Lê aşkereye ku ev desthilatdarî vê pirsgirêkê bi van rêyan çareser nake.    DÊ LI DERIYÊ ME BIXIN    Hilbijartin nêz dibin. Dê ev hilbijartin qedera Tirkiyeyê biguherînin. Hem di hilbijartina serokkomariyê û hem jî di ya parlamentoyê de rola HDP’ê dê diyarker be. Dibe ku niha kesek nexwaze bi HDP’ê re xuya bike lê dema ku wexta wê hat dê neçar bimînin ku li deriyê partiya me bixin. Me deriyên xwe ji kesekî re negirtine. Yên ku HDP’ê tune dihesibînin, ji wan re oxira xêrê be. Dê HDP bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê û dengên xwe jî bigire. Ez dizanim berpirsyariyeke mezin li ser milên her kesî ye. Em jî vê berpirsyariyê hîs dikin. Divê her kesê guherandina rejîmê daxwaz dike, bi berpirsyarî tevbigere. Bi taybet jî HDP mifteya vê hêza guherînê ye. Lewma dîsa bang dikim ku hemû kes bi ruhekî seferberiyê tev li xebatên hilbijartinê bibe da ku HDP dengekî ji dengê heyî pir bêhtir wergire.”   Piştî axaftinan jî hilbijartin hat kirin û Şerîfe Yildirim û Vezîr Çelîk weke Hevserokên HDP’a Denîzliyê hatin hilbijartin.    Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû.